Navenda Nûçeyan
Dûran Kalkan diyar kir ku komplo niha bi sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê dewam dike û got, Îmrali ne tenê Îmrali ye, dewama komploya navneteweyî ye. Komloya navnetewî jî, Komkujiya li Parîsê ye, destavêtina li Wanê ye, dagirkeriya li Efrînê ye, êrîşa kîmyewî ya li Zapê ye.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê bû û di beşek ji axaftinê xwe de tecrîda giran ya li ser Rêber Apo û berxwedana li qadên Parastinê yên Mediya nirxand.
Dûran Kalkan diyar kir ku tecrîda girankirî û êşkence di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de dewam dike û wiha domand: “Parêzerên Rêber Apo diyar kirin ku cezayekî nû yê dîsîplînê hatiye birîn. Ya rast cezayê dîsîplînê beşek ji planeke demdirêj e. Îmrali sîstemeke qirkirinê ye. Lewma êrîşa komploya navneteweyî ya ji bo pêkanîna qirkirinê hate kirin, dewam dike. Bi şêweyê sîstema Îmraliyê 24 sal in dewam dike. Tişta jê re tecrîda girankirî tê gotin, êrîşa tunekirinê ya komployê ye. Êrîşek bi armanca îmhakirinê ye. Ya rast êrîşa qirkirinê di nava şert û mercên Îmraliyê de bi şêweyê tecrîdê dewam dike.”
Dûran Kalkan da xuyakirin divê kiryarên dewleta Tirk ya dagirker bên teşhîrkirin û wiha dawam kir: “Li hemberî tecrîdê çalakî hatin lidarxistin û dewam dikin. Berxwedana gel baş e. Ji aliyê hiqûqî ve jî, divê nîqaş û civîn bêne kirin. Ji aliyê siyasî û exlaqî ve jî divê têkoşîn were meşandin, kiryar bêne teşhîrkirin. Kiryarên li Îmraliyê li devereke din nîne. Ti hêz nikare ewqasî demdirêj bi vî rengî bike. Ev li Tirkiyeyê tê kirin. Hemû hevkariyê dikin, derfetên Tirkiyeyê pêşkêşî bazarê dikin, gelek hêz qezenca aborî û siyasî bi dest dixe. Ji xwe komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li ser bingeha vê lihevkirinê bû.”
’Wan welatparêzan rastî ji kurahî ve fêhim kirin’
Dûran Kalkan derbarê çalakiyên xweşewitandinê yên herî dawî ku hemberî tecrîdê hatine kirin wiha got: “Cihê ku faşîzma AKP-MHP’ê Tirkiye aniye, di sîstema Îmraliyê de bêhtir şênber tê dîtin. Welatparêzên Kurd xwe şewitandin, li Mêrdînê Veysî Taş, li Amedê Mehmet Akar. Gotin, êdî mirov nema dikare xwe li zexta li ser Rêber Apo rabigirin. Ya rast, wan bi xwe jî ew zext hîs dikirin. Rewşa li Îmraliyê çi be, nêzîkatiya li Rêber Apo çawa be, heman nêzîkatiyê li gelê Kurd jî dikin. Van welatparêzan ev rastî ji kûrahî ve fêhmkirin û gotin, ‘êdî nema em dikarin xwe li ber vêtecrîdê rabigirin’.”
’Sîstema Îmraliyê domandina Komploya Navneteweyî ye’
Dûran Kalkan da xuyakirin ku AKP-MHP qirkirineke ji qirkirina çandî jî wêdetir bi rengê qirkirina fîzîkî dewam dike û wiha got: “Îmrali ne tenê Îmrali ye, dewama komploya navneteweyî ye. Komloya navneteweyî çi ye? Komkujiya li Parîsê ye, destavêtina li Wanê ye, dagirkeriya li Efrînê ye, êrîşa kîmyewî ya li Zapê ye, komplo ev e. Lewma dîmenê pratîkî yê sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê ev in.”
’Têkoşîneke hîn bi bandortir pêwîste’
25 sal in bi navê komployê êrîşek li ser Rêber Apo û tevahiya gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, mirovahiyê tê kirin. Li hemberî vê êrîşê jî di serî de Rêber Apo, gel, jin, ciwan, mirovahî li ber xwe dide. Ev çaryek sedsal, serdemeke girîng e. Lewma li hemberî vê têkoşîneke hîn bi bandor divê were kirin, divê em dijmin nas bikin. Em çiqasî rastiya êrîşa komployê fêhm bikin, ewqasî em ê karibin li hemberî wê di dema rast û cihê rast de bi rêbaza rast têkoşîneke bi bandor bimeşînin. Divê mirov komployê bi sivikî nenirxîne.
’Komplo êrîşa tunekirinê ya mejî û siyaseta qirkirina Kurdan bû’
Dûran Kalkan da xuyakirin ku Îmrali navenda sîstema qirkirinê ye û wiha dewam kir: “Kurdîtî li wê derê tê tunekirin. Dixwazin qirkirinê li wir temam bikin. Heta ew sîstem hebe kî dikare qala çareseriyê, demokrasiyê û mirovahiyê bike! Divê rast bê fêhmkirin, divê em xwe ji fikrên şaş rizgar bikin. Komplo êrîşa navneteweyî ya tunekirinê ya mejî û siyaseta qirkirina Kurdan bû. Komploya Navneteweyî êrîşa tunekirinê ya li dijî Rêber Apo bû. Ji ber ku nekarî tune bike, bi plansaziya 15’ê Sibatê xwestin îdam bikin. Piştî ku nekarî îdam bikin, îdam li gorî berjewendiyên xwe nedîtin, bi taybetî Tirkiyeyê ev sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ava kir û vê carê bi siyaseta rizandinê, xwestin Rêber Apo ji aliyê fikrî, siyasî ve têk bibin. Ji ber ku di vê de jî bi ser neket, niha sîstema qutkirina têkiliyê ferz dike.”
’Li Zap, Avaşîn û Metîna hêviya komplogeran hat şikandin’
Dûran Kalkan da zanîn ku di sala 25’emîn a têkoşîna li dijî komployê de, gerîla serkeftinên girîng bi dest xistin û wiha got: “Çawa ku Komploya Navneteweyî ya 25 salan li gel hemû êrîşên xwe jî serkeftin bi dest nexist û negihişt armanca xwe, nekarî vîn û hebûna Kurdan jî bişkîn e û vê têkoşînê tune bike. Di êrîşên li dijî gerîla de jî ketin heman rewşê, gerîla rê neda di tu êrîşên xwe de bi ser bikeve û hemû êrîşên wan vale derxist. Gerîla hemû êrîş şikand û qels kir. Li Zap, Avaşîn û Metîna ku bi rastî jî hêviya komplogeran bû, şikand.





