Mihemed Xanim
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava 5 salan de bi hezaran sûcên giran li dijî gelê Efrînê kirine. Efrîna ku bi navê bajarê aşîtiyê û demokrasiyê dihat nasîn, îro dagirkeran ew veguherandine navenda sûcên dij mirovî.
Dagirkeriya Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê, di 20’ê Çileya 2018’an de bi hejmareke mezin ji balafirên şer, tang, mûşek û tevaiya çekên giran yên ku ji NATO’yê digre, êrîşê herêma Efrînê kirin. Piştî 58 rojan ji berxwedaniyeke dîrokî ya gel, Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û komên çete yên girêdayê wê ve, hat dagirkirin. Di encama êrîşên dagirkeriyê de bi dehan malên welatiyan, dibistan, avahiyên fermî, nexweşxane, mizgeft, cihên dîrokî û pîroz jî, hatin wêrankirin.
Kiryarên dagirkeriyê bênavber didomin
Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve û heta niha, kiryarên dijmirovî yên dewleta dagirker ya Tirkiyê û çeteyên wê ku li ser gelê Efrînê didin meşandin, bênavber dewam dikin.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê , piştî dagirkirina Efrînê û heta niha, dagirkeriya Tirk û çeteteyên wê zêdetirî 665 welatiyên Efrînê kuştin e, ji wan jî 97 jin in. Herwiha li dijî 71 jinan destdirêjî hatiye kirin û 213 jin di bin tundî û îşkenceyê re derbas bûne û zêdetirî 10 zarokan hatine kuştin.
Li Efrîn guhertina demografîk bi lez birêve diçe
Li gorî amarên fermî ji ber êrîşên dagikeriya Tirk zêdeyê 300 hezar welatiyên Efrînê neçar man ji Efrînê derkevin û li herêma Şehbayê xwe di nava kampan de bi cih kirin. Piştî dagirkirina Efrînê û valakirina wê ji gelê wê yê resen, dagirkeriyê nêzî 400 hezar ji Erebên Xûtaya Şamê, parêzgeha Idlibê û navçeyên cuda ên Sûriyê li Efrînê di mal û milkên Kurdan de bicih kirin û demografiya Efrînê didin guhertin. Herwiha li gorî amarên fermî zêdeyî 30 kampên mitîngeriyê li herêma Efrînê hatine avakirin malbatên çeteyên ku bi kar têne û koçberên ji walatên cuda hatine bi cih kirin.
Komên çete ji bo girtina pereyan kurdan direvînin
Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dest bi dizî û talankirina malan, dikan û avahiyên fermî, kirin. Herwiha kesên ku di Efrînê de man bi gefên dewleta Tirk û çeteyê wê re rûbirû man, bi armanca standina pereyan ji malbatên Efrînî bi hezaran xort û keçên Kurd ji aliyê komên çete ve hatin revandin û rastî eşkenceyan tên. Li gorî cavkaniyan ji 7 hezaran zêdetir welatiyên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenûsa zêdeyê 2 hezar welatiyan ne diyar e.
Xweza jî ji sûcên dagirkeriyê bê par nema
Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ne tenê li dijî mirovan kiriyarên bê exlaqî dikin, herwiha li dijî ekolojiyê jî sûcên giran kirin û dikin. Dagirkeriyê ji destpêka dagirkirina Efrînê ve bi hezaran darên zeytun û mêweyan birîne. Herwiha bi 10 hezaran darên din ji bo firotinê hatine qutkirin. Li gorî ku hatiye tesbîtkirin milyonek û 300 hezar darên biber û bêber hatine birîn.
Hêjayî bibîranînê ye ku beriya dagirkirina Efrînê nêzî 18 milyon darên zeytûnan hebûn û salane 270 hezar ton zeytûn berhem dida.
Dewleta tirk deverên dîrokî yên Efrinê talan kirin
Li kêleka dizî, kuştin, revandin, guhertina demografîk û xerakirina ekolojiyê jî, qirkirina çandî jî bi awayekî sistamatîk ji aliyê dagirkeriyê ve tê meşandin. Piraniya cihên şûnwarî yên Efrînê ji aliyê destê çeteyên tirkî ve hatîne talankirin û wêrankirin.
Li Efrînê gelek cihên dîrokî hene, Keleha Horî, keleha Samanê, Şikefta Duderî, Kenîseya Marmaron û bi dehan şûnwarên din. Nêzîkî 25 girên dîrokî hene, piraniya wan di ber çemê Efrînê re rêzkirî ne ku dîroka hinek ji wan digihe beriya zayînê 5 hezar salan. Piştî dagirkina Efrînê, piraniya wan bi makîneyên kar ve hatine kolandin û talankirin, hinek jî ji aliyê komên çetan ve kirine navendên leşkerî. Li gor Rêxistina Mafên Mirov, dagirkeriya Tirk û komên çete ji sedê 60’î zêdetir cihên şûnwarî, girên dîrokî û mezargehên olî, kolane û ji 20 hezaran zêdetir perçeyên entîka dizîne û ji bo Tirkiyêhatine şandin.
Dagirkerî cihên olî û pîroz dike armanc
Li Efrîn tu tişt ji terora dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xilas ne bûn, heta ji cihên piroz jî tişt hatin dizîn û rûxandin.
Cihên pîroz yên li Efrînê ku ji aliyê çeteyan ve hatine rûxandin û talankirin wiha ne:
-Ziyareta Şêx Elî li gundê Basûfanê hate vala kirin û tiştên di hundirê wê hatin xera kirin her wiha bi rûmeta gelê Êzîdî hat lîstin.
-Ziyareta Şêx gerîb ya li Gundê Sînka li navçeya Şera hate rûxandin.
– Ziyareta Qere Cirnê yê nêzî navçeya Meydankê hate ruxandin
– Ziyareta Melek Edî li Gun Qîbarê hate rûxandin
– Ziyaretên Êzîdî yên Gundê Qestel Cindo hatine ruxandin (Ziyareta Barsa Xatûn, Ziyareta Şêx Hemîd).
Tevî ku 5 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas bûne û bi hazaran kiryarên dij mirovî derheqê gelê Efrînê pêk hatine jî, cîhan xwe bêdeng dike û van sûcên dewleta tirk ku ji her alî ve qirkirina gelekê dike, ji ne dîtî ve tê.





