Rojnameya Ronahî

Jîngehparêzan ji ber metirsiya li ser daristanên Soran hişyarî dan  

Li ser daristanên çêkirî yên  li herêma Îdareya Soran metirsiya tinebûn û tinekirinê heye. Jîngehparan şiyarî dan û bang li hikûmetê kirin ku biparêzin. Polîsên jîngehê jî diyar dikin ku karmendên wan kêm in û pêre nagihîn her cihî biparêzin.

Li navçeya Soran  435 donim daristanên dest hatî çêkirin hene ku ji gelek darên rengareng pêk tê. Çandin û xizmetkirina wan erka Rêveberiya Giştî ya Dar û Pawan a Hewlêrê ye. Lê erka parastina ya polîsên daristanê û jîngehê yên Soran in.

Jîngehparêz û endamê rêxistina jîngehê Rêkewt Elî ku kar li ser parastina jîngehê dike, diyar kir ku metirsî li ser daristanên xwezayî û çêkirî hene û xelk tine dikin û got ku bi taybet metirsî li ser darên hatine çandin heye.

Ji aliyê welatiyan ve dar tên birîn. Di demsala havînê de agir pê têxin û di demsala zivistanê de ji bo xwe germkirinê daran dibirin.

Ji Dezgeha Daristan û Pawanên Soran çavkaniyekê ku nexwest navî were eşkerekirin, diyar kir ku bi kolandina bîrên avê, kişandina boriyên avê û çêkirina xaniyan daran tine dikin. Beşek welatiyan hewl didin daristanan dagir bikin û weke milkê xwe bi kar bînin.

Heman çavkaniyê got: “Dema jîngehparêz û dezgeha Daristina û Pawan bi riya kampanya daran diçînin, welatî pezê xwe dibin wî cihî, da ku tine bikin û rê nedin ew dar mezin bibin. Pezê wan jî wan şitlên daran dixwin û mezin nabin.”

Rêkewt Elî daxwaz ji hikûmet û aliyên peywendidar kir ku girîngiyek zêdetir bidin parastina daristanên çêkirî û got: “Sûdê van daran ji bo jîngeh û tenduristaya mirov gelek heye û nabe mirov wan tine bike.”

Berdevkê Palîsên Jîngeh û Daristanan ên Soran Emîr Xoşewî diyar kir ku heta niha ti gilî li ser wêrankirin û birîna darên daristanên çêkirî ji bo wan neçûye û got ku her giliyek hebe wê bişpopînin û wê rê nedin daristanên çêkirî tine bibin.

Emîr Xoşewî got: “Li her cihê daristanên çêkîrî hene nuqteyên polîsan lê hene. Lê kêmbûna karmend û nebûna wesayîtan wiha kiriye ku nekarîn her cihî kontrol bikin. Ji bo vê jî nivîsek fermî ji bo jora xwe şandiye. Biryare ku di demek nêzîk de daxwazên me pêk bînin.”

Rojnews