Rojnameya Ronahî

Ji tirsa Naziyan di axurê de veşartin!

 

Tabloyeke nû ya Edvard Munch di axurekê de hate dîtin.

Tabloyeke nû ya Edvard Munch a bi navê “Dance on the Beach” (Dansa li peravê) di axurekê de hate dîtin. Ji bo tablo nekeve destê leşkerên Naziyan, di axurekê de li gel nimûneyeke tobloyê wî ya navdar “Skirik” (Qîrîn) hatibû veşartin. Edvard Munch yek ji wan şêwekarên ekspresyonîst bû ku Naziyan qet jê hez nedikir û hunerê wî li dijî xwe didîtin. Ev hunermendê navdar ê Norwêcî, ji bo Naziyan kesekî “ji rê derketî” bû. Ji lewma jî dixwestin berhemên wî tine bikin da ku xelk wan nebîne. Ji lewma jî Naziyan ew weke hunermendekî qedexekirî ragihandibû. Edvard Munch qederê 1700 tabloyan xêz kiriye û wekî din jî gelek karên grafîkê jî kiriye. Ew 23´yê Çile 1944´an 81 salî li Osloyê gava mir, li pey xwe mîraseke mezin a expresyonîzma Skandînavî hişt.

 

Dîmenên ji ruhê modern

 

Tabloyê bi navê “Dance on the Beach” bi qasî 13 metreyan dirêj e û berê tabloyê yê teng jî 4 metro ne. Tablo herî dawî beriya bi 89 salan hatibû dîtin û piştî wê ti kesî derbarê tabloyê de agahî wernegirtibû. Li ser tabloyê çend fîgûr hene ku dans dikin. Edvard Munch di vê tabloyê de kompozîsyoneke veşartî ava kiriye, ji lewre dema wî ev tablo çêkiriye dilşikestî bûye û ev tablo di bin van hestan de hatiye sêwirandin. Lê her wiha wî ev tablo di sala 1906’an de ji bo derhenêrê film û şanoyan Max Reinhardt çêkiriye da ku weke dekor di xebateke xwe de bi kar bîne. Yanî tablo li Berlînê hatiye çêkirin û weke parçeyekî xebata “The Reinhardt Frieze” ya Max Reinhardt hatiye sêwirandin. A rast Edvard Munch înstalasyoneke ku ji 12 tabloyan pêk tê, hazir kiriye û ev înstalasyona xwe wiha pênase kiriye, “images from the modern psyche” ango “dîmenên ji halê ruh ê modern”.

 

Hunehezekî di bin zextê Naziyan de

 

Sala 1912’an Curt Glaser ev tablo ji Edvard Munch kiriye. A rast dema Şanoya Reinhardt tê nûkirin û xebata Reinhardt tê parçekirin, ew dikeve pey tabloyê û dikire. Curt Glaser dîrokzanekî huner e û bi Munch re hevaltiyeke wî ya baş heye. Her wiha ew midûrê Pirtûkxaneya Huner a Dewletê ya Berlînê ye jî. Lê ji ber nihêrînên xwe yên li dijî nasyonalîstan, ew jî dibe hedefa Naziyan û leşkerên Nazî wî ji kar dûr dixin. Piştî ku Glaser ji kare xwe tê dûrxistin mecbûr dimîne ji Naziyan bireve. Ji ber cihû ye, gelek caran tahde lê dibe û di dawiyê de Elmanyayê bi cih dihêle. Destpêkê diçe Swîsreyê û dûre jî berê xwe dide Emerîkayê. Dema direve, mecbûr dimîne ku tabloya “Dance on the Beach” bifiroşe. Curt Glaser sala 1943’yan li Emerîkayê wefat dike.

 

Herî dawî tablo digihîje destê Thomas Olsen

 

Thomas Olsen jî yek ji hevalên nêzîk ên Edvard Munch e, di sala 1934’an de vê tabloyê di muzayedeyê de dibîne û dikire. Hem Curt Glaser û hem jî Thomas Olsen têkiliyek baş ava kiribûn li gel Edvard Munch. Di heman demê de ew cîranên hevdu bûn û Edvard Munch hevjînên herdu hevalên xwe Elsa Glaser û Henrietta Olsen jî xêz kiribûn. Ev wêneyê wî jî weke nîşaneya dostaniya wan hatiye qebûlkirin û niha di koleksiyona malbatan de tê parastin. Lê Edvard Munch wêneyekî taybet ê Curt Glaser û Elsa Glaser jî çêkiriye.

 

Bi salan di axurekê de!

 

Thomas Olsen ji armatorên keştiyên mezin e. Tablo herî dawî sala 1939’an di keştiyekê de ku di navbera Oslo û Newcastle de seferê dike, tê dîtin û piştî wê kesî nizanîbû çi bi serê tabloyê hatiye. Piştî ku Inglistanê li hember Elmanya şer îlan kir, Thomas Olsen tevî tabloya “Qîrîn” tabloya “Dance on the Beach” û çend tabloyên din ên Edvard Munch di axurekî de vedişêre da ku kes nikaribe tiştekî bîne serê tabloyan. Bi vî awayî ew tablo bi salan di axurê de veşartî dimînin.

Malbata Curt Glaser û Thomas Olsen li hev kirin ku tabloya Edvard Munch di Adara sala 2023’yan de Londonê, li muzayedeyê bifiroşin û pereyê ji tabloyê bi dest bikevin jî ji bo malbatên xwe bi kar bînin. Wisa tê texmînkirin ku tabloya Edvard Munch a bi navê “Dance on the Beach” di navbera 12 û 20 milyon euroyan de pere bike. – Ozgurpolitika