Rojnameya Ronahî

‘Emê berxwedanê xurttir bikin û herêmên dagîrkirî jî rizgar bikin’

 

Darîn Silê/Dûaa Yûsif

Di salveger 5`an ya dagîrkirina Efrîn`ê de, jinên kurd yên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê êriş û kiryarên dagîrkeriya Tirkî yên ser herêmê bi tundî şermezar kirin û dan zanîn ku Êrişên dagîrkeriyê berdewamin, lê li hember wê têkoşîna gel jî xurttir dibe.

Piştî dagirkirina herêma Efrînê, êriş û kiryarên dagirkeriya Tirkî yên ser gelê Efrînê û herêmên din yên bakur û rojhilatê Sûriyê, tu carî nehatine rewastandin. Tirkiyê bi tavahî cureyên taknîk û çekên giran yên qedexekirî, êrişî gelê herêmê û hêzên pêşeng dike. Ne piştî dagîrkirina Efrînê, ji beriya wê jî êriş dihatin kirin. Lê di van salên dawî de bê navber û bi awayekî zêdetir êriş tên kirin. Lê gelê berxwedêr li hember hemû êriş û kiryarên hovane di tekoşîna azadiyê de gav bi paş ve neavêtiye û ji bilî serkeftinê tiştek din nedane ber çavê xwe.

Tevî ku êriş bi awayekî giran tê kirin, bertekên gel li ser redkirina van êrîşan berdewam in. Herwiha gelê herêmê ji bo rûbirû mayina êrîşên dagirkeriyê, amadekariyên baş dikin û bi îrade û hêza gelê şoreşgerî li kêleka hêzên leşkerî disekinin û banga xurtkirina têkoşînê dikin.

Di derbarê salvegera 5`an ya dagîrkirina Efrîn’ê de, herwiha domandina êrîşên dagîrkeriya Tirkî ser herêmên bakur û rojhilayê Sûriyê, jinên kurd yên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ji me re axivîn û gotin divê gelê herêmê bi hevre piştevaniya hêzên xwe bikin û sûcên dagirkeriya Tirkî eşkere bikin.

‘Gelê kurd li hember êriş û zextan serînatewîn e’

Jina bi navê Xanim Hesen ya ji bajarê Kobanê da zanîn ku li hember êrişên dagîrkeriyê  hêz û berxwedaniya gelê herêmê her ku diçe xurttir dibe û axaftina xwe wiha domand: “Dagîrkeriya Tirkî bi salan e hewl dide gelên herêmê qir bike û xaka Sûriyê dagîr bike. Bi taybet piştî destpêkirina şoreşê, dewleta Tirkiyê ya faşîst hewldanên xwe yên tinekirina gelê herêmê zêde kirin. Lê wek welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê, piştî lidarxistina şoreşê me bi hezaran şehîd dan û emê her li ser şopa wan bin, em gavekê jî paş ve navêjin û dev ji nirxên xwe bernadin. Xaka rojava xaka me ye, em ê li ser xaka xwe bin û têkoşînê jî dewam bikin. Bi çi awayî be em ê parastinê bikin û piştgiriya hêzên leşgerî bikin. Herwiha em ê di vê salê de bajarên dagîrkirî jî rizgar bikin.”

Dewleta tirk dijminê gelên azadixwaz e’

Xanim di berdewamiya axaftina xwe de teqez kir ku dagirkeriya Tirk dijminê gelên azadîxwaz e û wiha pê da çû: “Dewleta Tirk polîtîkaya tinekirina gelên azadîxwaz û her kesê ku bi wan re doza azadiyê dike, dimeşîne ye. Tirkiye ne tenê li dijî gelê Kurd e, li dijî tevayiya gelê herêmê ye, ji ber ku Tirkiye li ser girên wêranî, şer û kuştina mirovahiyê hatiye avakirin û îro jî dixwaze xwe li ser giyanê şehîdên me û gelê me ava bike.”

`Hewldanên Tirkiyê vala tên derxistin`

Xanim di dawiyê de got, armanca dewleta Tirkî ya dagîrker ji van êrişan ew e ku tevayiya hewildanên çareseriyê vala derxîne û axaftina xwe wiha domand: ” Dewleta tirkî di nav aloziyên pir giran de jiyan dike. Ji bo ku xwe ji van aloziyan rizgar bike, tevayiya cûre û rêbazên hovane li ser me bi kar tîne. Dagirkeriya tirk hewl dide ku temenê kirîza Sûriyê dirêj bike, aramî û ewlehiya li herêmê têk bibe û Rêvebiriya Xweser vala derxe. Ji bo wê jî êrişî me dike. Lê hewldanên wê yên têkbirina sîstema Rêveberiya Xweser û dagirkirina herêmê vala tên derxistin. Ev yek jî hebûn û hêza me diyar dike.”

`Divê em Şerê Gelê Şoreşgerî weke hebûna xwe bibînin`

Berdevka Kongra Star ya Kantona Qamişlo Şeha Xelîl jî bal kişand ser giringî û pêwîstiya şerê gelê şoreşgerî û  wiha got: “Di vê çarçoveyê de divê hemû pêkhate û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta xwe ya bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî nîşan bidin. Herwiha emê bi rihê şerê gelê şoreşgerî berxwedanê xurttir bikin û herêmên dagîrkirî rizgar bikin. Divê em şerê gelê şoreşgerî weke stratejiyeke ku pê hebûna xwe û destkeftiyên xwe biparêze, bibînin. Em bi hêza xwe ya leşkerî pir bawer in. Ji bo wê jî eger rewş astengtir bibe, em ê li kêleka hêzên xwe berxwedanê mezin bikin.”

`Hêza me baweriya me ye`

Şeha di berdewamiya axaftina xwe de behsa rewşa awarte kir û wiha got: “Ragihandina rewşa awarte di vê demê de pir girîng e. Ji ber ku Tirkiyê rojane êrişî herêmên me dike. Ji bo wê jî pêwîste em hertim ji vê rewşê re amade bin. Ji piçûkan heta mezinan divê em amade bin û xizmetê bikin. Divê gelê me li hember kiryarên Tirkiyê û siyaseta wê ya qirêj hişyar be û nekevin bin bandora şerê taybet. Hêza me baweriya me ye. Eger em hêza xwe xurttir bikin Tirkiyê nikare siyaseta xwe li ser me bimeşîne.”

`Şerê Gelê Şoreşger bersiva herî xurte ji dijmin re ye`

Berdevka Kongra Star ya Kantona Qamişlo Şeha Xelîl di dawiya axaftina xwe de got, pêwîste em Şerê Gelê Şoreşgerî xurttir û bihêztir bikin. Ji bo wê jî, divê gelê me di nava têkoşînê de be. Jixwe tiştê ku dijmin jê ditirse şerê gelê şoreşgerî ye. Ji ber ku Şerê gelê şoreşger bersiva herî xurte ji dijmin re ye.