Fener…
Idrîs Henan
Tarîtiya bêbextiyê carek din li stuyê me fena werîsê sîdarê geriya û bi pêlên sermest ên koçberiyeke zalimane em ji hal xistin. Êdî pênc pizikên li ser eniyên me û pênc kulên di dilên me de û pênc kêrên di sîngên me de veniştî ne, qert bûne. Xwîna di damarên me de diherikî êdî qeşa girtiye!
Dixwaze havîn an zivistan an jî çi werzeke din a salê be, hîna ta û lerizîne di canê me de ranewestiyaye. Reşikên çavên me bi bilindahiya Hawar, Lêlûn û Amanûsan re bûne yek. Hişk bûne û çespandiyê cihê xwe mane!
Hestên me, pênc sal in, bi hêviyên vegerê re civilî ne û dilên me yên dorpêçkirî, bi tajang û qurbacên qamçîbazan, kêlî bi kêlî têne işkencekirin. Ji xwe, işkence veguheriye parçeyek giyana me ya firok ku bi zorê ji bedena zeytûn, henar, merx, hejîr, qisan û kîrazan qut bûye. Di rêwîtiya bendewariyên me yên derbiderbûyî de, henaseyên çikandî yên bi bêhna axê re celbkirî jî bê qudûm hiştin.
Her tişta me hêvî dikir ne li gorî gotegotên kurpisiya bin darên Gûz û behîvan bûn. Ewqas em sade bûn, me digot qey rojek, mehek an salek e? Lê gotin, xeyal û realîteya dijminê bav û kalan ne li gorî gotegotên me yê sade bûn. Çendîn em hatibûn hişyarkirin û toşî riya xilasiyê bibûn jî, lê dîsa jî serhişkiya me û aqilê di çavên me de bawer nedikirin ku ewqas neyarê me xedar û bê rehm be! Rast e.. dilên me yên hêvîdar, ên dilovan û piyar, ti carî xedar nabin. Her derdora xwe weke xwe dibînin û bi berçavkên taybetmendiya xwe ya xwezayî li hawîrdorê meyze dikin. Çendîn sebra erdhejekî û cotkarekî ji axê re mezin be, ewqas jî dilên me fireh in ku cihê her kesekî têde heye. Hêviyên avaker ên bi xisletên xwedayî yên xuluqkar re bûne yek beden, rengê reş di ferhenga wan a jiyanê de nîne. Ancax tenê bi dilên xwe yên spî ku bi muhra zeytûnên kesk hatin teyisandin, karibin jiyanê ji nû ve biherikînin û zalimê bê bav di nav kiryarên wî yên dermirovî de noqî deryaya qirêjiya dîrokî bikin.
Çendîn dizîn, vekolan, revandin, talan û kuştin hebin jî, nikarin ji hestên me wêdetir û ji hezeke bê dawî ya mecnûn jî pirtir, kesktir bimînin. Efrîna ku her tişt ji bo kuştinê têde mubah bûye, rojane soza xwe ya jiyanê bi hafîzeya xwe ya çandî, civakî û şoreşgerî re nûjen dike û weke dilê rojavayê Firatê rûyê xwe daye Sîwasan û li dijî asîmîlasyon û guherîna demografîk li ber xwe dide.
Lewre; ezbeniyên ku ewqas derdê me hêsan dikin û dagirkirina axa me weke pirsgirêka wêne û paçekê lê dinêrin, bila ji xwe şerm bikin û têgihaştinên xwe yên dîrokî sererast bikin. Îroj tişta li Efrînê tê kavilkirin, îmhakirin û qetilkirin e. Ne çend dar û mirov in; navenda çandî û keleha dawî ya berxwedana kurdewariya resen a li dijî tirkkirina Kurdistanê ye.
Ji ber wê çiyayên Lêlûn û Hawarê, geliyên Circim û Baliya, deştên Cûmê û Hemqê û çemên Reş û Efrînê li ber xwe didin û xetîreya serfiraziyê ber bi stêrkan ve hildane ku bi bilindahiya daxwazên me yên azadiyê re bejin û qama xwe kirine yek.






