Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​Serokeşîrên Dêrazorê: Dewleta Tirk DAIŞ zindî dike

22/01/2023
in ROJEV
A A
​​​​​​​Serokeşîrên Dêrazorê: Dewleta Tirk DAIŞ zindî dike
Share on FacebookShare on Twitter

 

​​​​​​​Serokeşîr û rûspiyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê destnîşan kirin ku tevgerên şaneyên veşartî yên DAIŞʹê rasterast bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ve girêdayî ne û got ku dewleta Tirk, DAIŞ zindî bike.

Di encama êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ji nû ve çalak bûn.

Berdevkê Meclisa Eşîrên El Bûkemal, Şêx Selah El Selman diyar kir ku armanc ji tevgerên dawîn yên DAIŞʹê belavkirina tevliheviyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku ji terorê hatine rizgarkirin û têkbirina aramiya herêmê ye.

El Selman anî ziman ku dewleta Tirk piştevanê herî mezin ê DAIŞʹê ye û wiha dom da axaftina xwe: “Em hemû dizanin ku piştevahê herî mezin ê DAIŞ dewleta Tirk a dagirker e. Dewleta Tirk desteka lojîstîk û leşkerî dide DAIŞ û di dema heyî de bi bomdarî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike da ku derfeteke nû bide DAIŞ`ê ji bo ku careke din xwe li herêmê çalak bikin.”

Selah El Selman piştgiriya xwe bi QSDʹê re anî ziman û got: “Em şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk ne da ku şaneyên terorî yên ku hewl didin fîtneyê di nav eşîran de belav bikin bi temamî têk bibin. Em şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê piştgiriya bi hêzên xwe yên leşkerî re dewam bikin heta ku tevahî plan û komployên ku li ser herêmên me têne kirin, vala derxin.”

Rûspiyê eşîra El Dexîl ê li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê Esed El Dexîl got: “Dewleta Tirk a dagirker ji bo vejandina DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebite. Dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe yên domdar ên li ser herêmê derfetê dide şaneyên DAIŞʹê da ku sûcan pêk bîne û tevliheviyê li herêmê belav bikin.”

El Dexîl diyar kir ku girêdana di navbera şaneyên DAIŞ’ê yên li herêmê û êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker de, ji her kesî  re zelal e.

Di dawiya axaftina xwe de El Dexîl pêngavên ewlehiyê yên QSD’ê yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê silav kir û ji bo tunekirina bi temamî ya şaneyan daxwaza zêdekirina van pêngavan kir. ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.