Rojnameya Ronahî

MXDŞ: Eger Şengal ne xweser be, wê pêşî li fermanan neyê girtin

 

Navenda Nûçeyan

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê diyar kir ku naskirina qirkirinê girîng e, lê naskirina Şengal a Xweser jê girîngtir e û got, em gihîştine wê baweriyê ku eger Şengal ne xweser be, wê pêşî li fermanan neyê girtin.

 

Ji bo komkujiyên çeteyên DAÎŞ’ê yên li dijî Êzidiyan weke qirkirin bên naskirin, partiyên hikûmetê, Partiya Civakî ya Demokrat (SPD), Partiya Keskan û Partiya Demokratên Azad (FDP) û partiya mixelefetê ya sereke, Partiya Yekîtiya Xirîstiyanan (CDU/CSU) ji bo pêşnûmeya biryara, di 19’ê Çileyê de li Meclîsa Federal rûniştineke taybet li dar xist. Piştî axaftinên nûnerên partiyan,  dest bi dengdana li ser pêşnûmeyê hate kirin. Pêşnûmeya ku hemû parlementerên Meclîsa Federal bûn piştgir, bi yekdengî hat qebûlkirin.

Derbarê biryara hikûmeta Elmanyayê ya nasîna qirkirina Êzidiyan Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ)  daxuyaniyeke nivîskî weşand.

MXDŞ diyar kir ku biryara perlemantoyê Elman giringe û wiha got: “Di serî de em spasiya  dewleta Elman û hemû perlemanterên di meclisê yên ku di biryara jenosît naskirinê de destek dan e dikin. Ev biryar ji bo civaka Êzidî girînge û pêwîste ku hemû welatên din jî, êrişa DAIŞ’ê ya li ser gelê êzîdî we wek qirkirinê (jenosît) nas bikin.”

MXDŞ da xuyakirin ku ferman û qirkina Êzidiyan heta niha bi dawî nebû ye û bîr anî ku PDK’ya ku bû sedema Fermanê , niha jî li ser gelê Êzidî yên koçber siyasetê dike û wiha domand: “PDK’ê  gelê me yê koçber  ji bo berjewendiyên xwe yê hizbî  bikartîne û wan dike dijminê koka wan. Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an jî heman plana tinekirina Êzidiyan e. Ev peyman me ji berê de wek fermana dibin navê qanûnê de, bi nav kir. Em bang li hemû welatên ku dixwazin komkujiya Êzidiyan wek jenostî nas bikin, dikin ku peymana 9’ê Cotmehê bê betalkirin.”

 

MXDŞ da zanîn ku naskirina qirkirinê girînge, lê ji wê girîngtir pêşîgirtina li fermana gel e û wiha got: “Em gihîştine wê baweriyê, eger Şengal ne xweser be, wê pêşî li fermanan neyê girtin. Pêkanîna vê daxwaza civaka Êzidî pêwîste were pejirandin.”