Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelê Efrîn soza rizgarkirina Efrînê dûbare kirin

20/01/2023
in NÛÇE
A A
Gelê Efrîn soza rizgarkirina Efrînê dûbare kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Di salvegera 5‘emîn a dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve, gelê Efrîn û şehbayê meşek girseyî li navçeya Til Rifetê lidarxistin û soza rizgarkirina Efrîmnê nû kirin .

Îro 5’emîn savlegera dagirkirina herêma Efrînê ji alyê dewleta Tirk a faşîst û çeteyên girêdayî wê ve ye. Ji bo şermezarkirina vê roja reş ya di dîroka Kurdan de, koçberên Efrînê û gelê herêma Şehbayê bi hezaran daketin qadan û meşek girseyî li navçeya Til Rifetê lidarxistin, meş ji çarxereya Til Rifetê destpêkir û li hola bazarê hat bidawîkirin. Di despêka meşê de bi deqeyekê rêzgirtinê li ser giyana cangoriyên azadiyê hat sekinandin.

Di meşê de li ser navê Rêveberiya Xweser Bekir Elo û li ser Kordînasyona Kongra Star ya Efrînê û Şehbayê Menal Şêxo ve, axaftin hatin kirin.

Derbarê salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê de, endama Kordînasyona Kongra Star Elîf Bekir ji rojnameya me re axivî.

Elîf di axaftina xwe de anî ziman ku gelê Efrînê di derbasbûna 5 saliya dagirkeriyê de,dîsa jî bi îradeyeke xurt  berxwedaniyê dide meşandin û wiha got: “Di van salin ku me li herêma Şehbayê derbas kirine, tu carê gel dest ji biryara vegera Efrînê bernedaye, nîşaneya wê jî, ku tevayiya gelê Efrînê û hemû pêkhateyên ku di Şehbayê de jiyan dikin, bi yek hedef û armancê daketina qadan û soza berxwedaniyê û têkoşînê dûbare kirin”.

Elîf di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku armanca dagirkirina Efrînê, têkbirina îradeya gel bû û wiha got: “Armanca dagirkeriyê û hevkarên wê ji dagirkirina Efrînê, têkbirina îradeya gel û deskeftiyên ku bi saya têkoşînê hatine bidestxistin, Tevî ku dagirkeriyê em bi darê zorê ji Efrînê derxistin jî, lê nikarîbû armancên xwe bi dest bixe. Israrbûn û îrade jiyan kirinê, bi serê xwe valaderxistina armancên  dijmin e, mînaka herî zindî jî kombûna gel di vê rojê de misogeriya rizgarkirina Efrînê ye”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.