Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HPG: Artêşa Tirk a dagirker êrîşên bi çekên kîmyawî didomîne

21/01/2023
in NÛÇE
A A
HPG: Artêşa Tirk a dagirker êrîşên bi çekên kîmyawî didomîne
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan

HPG’ê ragehand ku di enacama çalakiyên hêzên wan de dagirkerek hate cezakirin , çeperek û çekek bombeavêj hatin têkbirin. Herwiha  HPG’ da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker bi dehê caran çeperên berxwedanê bi çekên kîmyawî bombebaran kirin e.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayên azadiyê yên  li dijî artêşa dagirker a Tirk û êrîşên dagirkeriyê yên bi çekên kîmyawî  daxuyaniyek da.

HPG’ê da xuyakirin ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê 20’ê Çileyê saet di 08:00 de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên wan yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên nêzî gundê Sîdayê xistin. Di encama çalakiyê de çeperek tevî çeka bombeavêj hate îmhakirin

HPG’ê da zanîn ku di 20’ê Çileyê saet di 09:30, 11:00 û 16:20’î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên wan yên bi tevger 3 caran bi çekên giran li dagirkerên li derdora gundê Sîdayê xistin  û wiha dewam kir: “Di 20’ê Çileyê saet di 16:20’î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên nêzî qada Çemçoyê xistin.”

HPG’ê da xuyakirin ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de , di 20’ê Çileyê saet di 09:30’î de tîmên wan yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê xistin. Herwiha di 20’ê Çileyê saet di 21:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê, tîmên wan yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

 

HPG’ê derbarê Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî wiha got: “Di 20’ê Çileyê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên bexwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 19 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.Herwiha di 20’ê Çileyê saet di 13:00 û 14:30’î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bomobekirin.  Di 19 û 20’ê Çileyê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li Garê qadên Kanîsarkê, Deriyê Hirçê, Girê Zengil, Gundê Guzê û Deşta Kafya, li Xakurkê jî qada Berdesorê 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin, herwiha li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê çeperên berxwedanê yên gerîlan bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.