Rojnameya Ronahî

Danasîna têkiliya Rêber Ocalan bi hemû mezheb û olan re

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi sernavê “Têkiliya Rêber Abdulllah Ocalan bi hemû ol û pêkhateyan re” Meclisa Civakî ya Ermenan li bajarê Qamişlo semînereke diyalogê li dar xist.

Îro li bexçeyê xwendinê ya bajarê Qamişlo, Meclisa Civakî ya Ermenan semînerek ji bo danasîna têkiliya Rêber Abdullah Ocalan bi hemû mezheb û olan re li dar xist. Her wiha armanca vê semînerê danasîna ramanên Rêber Abdulllah Ocalan bû ku di encamê de têgeha demokrasî û biratiya gelan damezirand. Di semînerê de endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Însyatîfa Sûriyê ji bo azadiya Rêber Abdulllah Ocalan, Yekîtiya Jinên Êzidî, Kongreya Îslama Demokratîk, Meclîsa Civakî ya Ermenan û Navenda Lêkolînên Stratejîk amade bûn.

Di destpêka semînerê de, deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawistandin, semîner li ser 2 xalan bû, Yekemîn xal ji aliyê hevseroka Yekîtiya Jinên Êzidî Hediya Şemo, hevserokatiya Kongreya Îslama Demokratîk Mazen Harûnî û endamê komîteya damezrîner a Meclîsa Ol û Baweriyan Hanna Somî ve hatin niqîaşkirin.

Têkildarî xala duyemîn jî endamê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serokê eşîreya Taî Şêx Hesen El-Ferhan, berpirsê têkiliyan li Navenda Firat a Xwendinê Welîd Cûlî û berdevkê Însyatîfa Sûriyê ji bo azadiya Rêber Abdulllah Ocalan Ferzenda Munzir ve hat nîqaşkirin.

Di axaftinê de bi giştî bal hate kişandin ser rola Rêber Abdulah Ocalan di yekkirina hemû mezheb, ol û pêkhateyên herêmê de bi felsefeya wî ku ji bo gelan bû modeleke rola xwe û tezên wî yên ku azadiya ziman û ramanê û jiyana bi hev re ya demokratîk bi her kesî daye qezenckirin.