Zeki Bedran
Gelek dewlet li qada listokan cih digire. Taybet Rûsya ji bo ku rêveberiya Şam`ê li ser piyan bigre û ji bo welat bi gîştî bixe bin desthilatdariya wî, kar dike. Tirkiyê jî, hewl dide ku Îdlîb jî di nav de herêmên dagirkiriye bi giştî bixe bin desthiladariya Îxwanciyan û rêxistinên weke El Nusra de. Herwiha heta niha dixwast rêveberiya Şam`ê tasfiye bike û van hêzan bîne ser desthilatdariyê. Bi destê vana jî ewê Sûriyê bixista bin kontrola xwe. Di nav senaryoyên dagirkerî û xerabiyande ya sereke jî domandina planên qirkirina Kurdan hebû.
Îran rêyek ê ji Rûsya cûdatir dişopîne. Hedefa wê ya esasî jî rêveberiya Şam`ê li ser piyan girtin û rêxistinên îxwancî bê bandor kirin e. Her wiha Tirkiyê, di asta Rojhilata Navîn de xwe ji bo pêşengtiyê eniya sûnnî amade dikir. Lewma Îran, dijberê hêz û serweriya Tirkiyê ya li Sûriyê ye. Heman demê demokratîkbûn û pêşketina reforman ya li Sûriyê ji bo Îran’ê ne xeme û li ser esasê ol ê xwe di nava gel de jî rêxistin dike.
Walatên DYA û Ewropa jî, diyar dikin ku hebûnên wan ya li Suriyî bi şerê DAİŞ’ê sînordar e û dibêjin; şîrîkatiya me ya bi QSD re taktîkî, leşkerî û demkî ye. Tirkiyê bi taybet DYA’yê, bi destekdayîna YPG û PKK sûcdar dike! Ew jî xwe ji xwedîderketin û destekdayîna rêveberîyê xweser, dûr digre. Dizanin ku Kurd di bin dorpêç û xeteriya qirkirinê de ne, lê cardin jî hevkariyê xwe bi Tirkiyê re didomînin. Şopandina xeta demokratîk ya Kurdan, nayê hesabên wan. Di dagîrkirina hinek herêman de rêveberiya Trump bû hevkarê sucê wan.
Di rewşa heyîde Sûriyê bi 3 beşan tê rêvebirin. Beşek di bin desthilatdariya Şam`ê de ye. Beşek herêmên ji DAİŞ hatine rizgarkirin û beşa din jî herêma ku artêşa Tirkan dagirkirine û weke Idlib xistine bin parastina xwe ye. Di nava van rêveberiyan de ya demokratîk û gel bixwe xwe bi rêve dibe, tenê herêma bakûr û rojhilatê Sûriyê ye. Di van herêmande hemû pêkhateyên qewmî, olî û çandî di nav aştiyê de wekhev û azad jiyan dikin. Bi taybetî di nava civakêde pêşengtiya jinê di diroka Rojhilata Navîn de gûhertina herî kûr û bingehîn ya dîrokî çêkir.
Hêzên heyî û xwe bicîhkirina wan bi kûrtasî me behs kir. Ger bi baldarî lê binerin lêgerinekê, DYA , Rûsya, rêveberiya Şam`ê û Tirkiyê, ya pêşxistina demokrasi û azadiyê nîne. Gelê Sûriyê di nav xizanî û zehmetiyên pir mezin de jiyan dike. Dewletên heyî her tim di nava hevdîtinên bazar û pevçunên berjewendiyên xwe de ne. Lê ji bo çawabûna rewşa gelê Sûriyê, dermankirina birînên wê, tu kes tiştek nake. Gotinên ku li pêşiya ragihandinê tên gotin jî, tenê propaganda û xwe ji reqna xelaskirinê ne. Desteka herî mezin ya ewlekariya cîhanê li Suriyê QSD û herêmên xweser kir. Heta niha jî bi deh hezaran girtiyên DAİŞ`ê di bin kontrola wan de ye.
Vekirina deriyê Til Koçer Rusya bi israr asteng dike. Alîkariyên ji derve tên tenê di deriyê sînurê Tirkiyê de dikarin derbasî hindirê Sûriye bin. Leyma herêmên xweser ji alîkariyan bê par tê hiştin. Rûsya teybet kar dike ku herêmên xweser lawaz bikevin û radestî rêjîmê, bibin. Ji xwe li qada siyasî jî herêmên xweser ji derveyî hemû hevdîtin û nîqaşên çareseriyê hatiye hêştin. Rûsya, li gor nerînên rêveberiya faşîst ya Tirkiyê, tevdigere. DYA jî di heman rewşê de ye. Herêmên xweser tevlî Licneya Destûr ya Cinêv jî nekir in. Çeteyên girêdayî Tirkiyê jî di bin nave mixalefetê birin wir, lê Kurd û nûnerên bi milyonan yên gelê bakûr û rojhilatê Sûriyê, li derve hatin hiştin.
Rewşa gel ê di bin rêveberiya Şam`ê de, gelek xirab e. Hilweşandinek abori ya mezin heye. Dolar bilind dibe, pere yê Sûriyê nirxê xwe winda kir û dike. Gel her ku diçe xizan dibe. Maaşê wan di asta tûnebûnêde ye. Nirxê her tiştî her roj bilind dibe. Hêza kirînê ya gel nema ye. Di wateya siyasîde gaveke ku hêvî bide gel, nîne. Tu kes nikare rêveberiya heyî rexne bike û daxwazên xwe jî bi lêv bike. Kurtasî gel hatiye fetisandin.
Herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de rewş hin xirabtir e. Çete talan, dizî, tecawûz, îşkence û hemû xirabiyan dikin. Dewleta Tirkan li herêmê, hember Kurdan qirkirina qewmî pêk tîne û wan çeteyan berdide ser gel. Li Îdlîb`ê hêzên weke El Nusra pergaleke weke ya DAİŞ`ê avakirin e. Gel nikare nefes bigre, kanûna zordariyê û çekan, derbasdar e.
Di van herêman de xizaniyek mezin heye. Dewleta Tirkan di van herêman de tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dike. Ji aliyê aborî, Siyasî û civakî de herêmên herî baş û li pêş in, herêmên xweser yên bakûr û rojhilatê Sûriyê ne. Şûna ku piştgirî bidin van herêman û ji bo herêmên din bikin mînak, dixwazin bifetisînin û ji holê rakin. Lewma gelên Sûriyê, divê êdî qedera xwe bigrin destê xwe bixwe. Bi dewletên heyî re pirsgirêk çareser nabin. Herwiha hêzên demokratik yên cîhanê jî, divê li rêveberiya xweser û destkeftiyên wê xwedî derkevin û şebekeyek navnetewî ava bikin.





