Bi nêzîkbûna salvegera 5’an ya dagirkirina Efrînê, koçberên Efrînê dan zanîn ku dagirkeriya Tirkiyê kêliyekî jî di hovîtiya xwe de gav paş de neavêtiye û wan jî, kêliyekî dest ji berxwedaniyê berneda ye.
Zana Roj/ Şehba
Piştî dagirkirina herêma Efrînê hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirkiyê li ser gelê Efrînê, tu carî nehat rewastandin. Bi tavahî cureyên taknîk û çekên qedexekirî, dewleta tirk êrişên xwe yên li ser gelê kurd û hêzên tekoşîna azadiya gel didomine. Ev 5 salin bê navber êrişên dewleta dagirker li ser koçberên ku wan ji cih û warê wan kirin didimon û herwiha dorpêç û amborgoya rêjima Şamê jî li ser van koçberan didomin. Lê gelê berxwedêr li hember hemû êriş û zehmetiyan di tekoşîna xwe ya azadiyê de pêngav paşde ne avêtiye û bi israr in ku vê tekoşînê bigîhînin serkeftinê.
Girêdayî dewamkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê û ambargoya rejîma Şamê hemwelatiyên Efrînê yên bi navê Qaziqlî Mihemed Silêman û Îlfet Elî Berko ji rojnameya me re axivîn.
“Armanca dagirkeriyê valakirina herêmê ye”
Qaziqli di axaftina xwe de anî ziman ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser gelê koçber kêliyekî nehatiya rawestandin û wiha got: “piştî derketina me ji bajarê Efrînê di dîroka 16 adara 2018’an de û bicihkirina me li herêma Şehba yê, dagirkeriya Tirkiyê, li herêma Şehbayê jî kiryarên xwe yên qirkirina kurdan domandin. Bi dehan komkujî, li herêmê pêkanîn û heyanî roja îro jî topbaranên dagirkeriyê bi riya obîs, balafirên bê mirov û tangan berdewam dikin û armanca van êrîşên ewe ku herêma Şehbayê jî vala bike û bigihêje xeyalên xwe yên dagirkirina Sûriyê giştî.”
“Ne têkoşîna gel hatiye rawestandin û ne jî topbaran a dijmin”
Qaziqli di gotinên xwe de tekez kir ku hebûna gel li herêmê, ji bo dagrkeriyê misogerkirina vegera Efrînê ye û wiha domand: “Hebûna gelê Efrînê li herêma Şehbayê û berxwedaniya ku tê kirin, ne tiştekî ji rêzê ye. Rûxmê siyasetên kuştin û talankirina ku ji aliyê dijmin ve tê meşandin, her wiha polîtîkaya dorpêçê ya ku ji aliyê Hikumeta Şamê ve hatiye ferz kirin, pir bi dijwarî didome jî, lê gelê ku li herêmê jiyan dike kêliyekî jî nafikirin ku dev ji berxwedaniyê berdin. Lewra hebûna gelê Efrînê li Şehbayê, ji bo dagirkeriyê tê wateya misogerkirina vegera Efrînê. Lewma mirovdikare bêje li Şehba konaxa berxwedanê ya duyem e û vêcarê gel bi israre ku heya nevegere ser xaka xwe, ew dest ji jiyana xwe ya berxwedanê bernadin.”
“Bi nêzîkbûna salvegera 5’an ya dagirkeriya xwe, dixwazin xwe mayînde bikin”
Îlfet Elî Berko jî di axaftina xwe de da xuya kirin ku di salvegera 5’an ya dagirkirina Efrînê de, ji her milî ve daxwaza têkbirina îradeya gel dikin û wiha domand: “Di van demên dawiyê de faşîzma dewleta Tirk, bi hemû hêza xwe êrîşî herêmê dike. Di encama van êrîşan de gelek zirarên madî çê bûn û windahî hatin dayîn. Lihevkirina bi Şamê û hêzên derve re, dijmin dixwaze bi têkbirina îradeya gelê herêmê, careke din bi êrîşên xwe hebûna xwe mayînde bike.”
“10 sal din jî be, em nahêlin ku dijmin bigihe armanca xwe”
Îlfet di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku deh sal jî derbas bibin wê nehêlin dijmin bigihe, armancên xwe û wiha domand: “Têkoşîn û berxwedaniya ku li herêma Şehbayê tê kirin hemû li ser bingeha valaderxistina dagirkeriya Tirkiyê û hikumeta Şamê ye. Ger deh sal din jî em li herêma Şehbayê de di çadiran de bimînin, emê nehêlin dijminê me yê sedsalan, xwe bigihîne armanca xwe. Herwiha zindîkirina berxwdaniyê û bi rêvebirina vê têkoşînê erka me û zarokên me ye.”





