Rojnameya Ronahî

Komîteya Sotemeniyê: Eger derfetên me hebin emê careke din mazot li welatiyan belav bikin

 

Darîn Silê/Qamişlo

Li Qamişlo welatî daxwaza beşa duyem ya belavkirina mazotê ya malan dikin. Li ser vê jî Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Qamişlo got, Eger derfetên me hebin û beşek din ji mazotê bi dest me bikeve, emê careke din mazotê li welatiyan belav bikin.  

Heta niha Komîteya sotemeniyê ya bajarê Qamişlo, 17 milyon û 294 hezar û 900 lître mazota germkirinê li ser welatiyên bajêr belav kiriye. Di derheqê mijarê de welatiyan diyar kirin ku 300 lîtreyên ku komîteyê li wan belav kiriye, ji bo dawiya zivistanê têra wan nake û daxwaza beşa duyem ya mazotê kirin.

Mazota germkirinê madeyeke pêwîst e ku her malbatê di demsala zivistanê de bikar tîne. Da ku xwe ji sermaya dijwar ya zivistanê biparêzin. Ji bo wê jî Komîteya sotemeniyê her sal bi hatina zivistanê re û bi armanca xizmeta civakê û alîkariya welatiyan, mazota germkirinê li welatiyan belav dike. Herwiha komîteya belavkirinê berî ku serma dest pê bike, mazotê radestî malbatan dike. Li bajarê Qamişlo jî belavkirin ji destpêka Tîrmeha 2022`an ve dest pê kiriye û heta niha jî berdewam e, ji ber ku rêjeya mazotê ya ku li ser welatiyên bajarê Qamişlo hatiye belavkirin gihiştiye 17 milyon û 294 hezar û 900 lîtreyan.

Heta niha 57 hezar û 104 malbatan madeya mazotê wergirtine

Li bajarê Qamişlo jimara malbatên ku mazot li wan hatiye belavkirin nêzîkî 57 hezar û 104 malbat e. Belavkirin li hemû taxên bajêr bi dawî bûye, lê hê jî berdewam e. Lewra hin malbat hene vê dawiyê navê wan di lîsteya belavlkirinê de hatiye qeydkirin û niha mazot li wan tê belavkirin.

Ji bo her malbatekê 300 lître mazot hat dayîn

Komîteya sotemeniyê di sala 2022`an de ji bo her malbatekê 300 lître mazot da. Bihayê lîtreyek mazot jî 150 lîreyên Sûrî ye û her malbatek 300 lître ku bermîlek û nîv dike, wergirt.

Derbarê qaseya mazotê ya ku Komîteya Sotemeniyê li malbatan belav kirî, gelek welatiyên bajarê Qamişlo nerazîbûna xwe li hember kêmbûn û netêrkirina mazotê ya heta dawiya zivistanê anîn ziman.

`300 lître mazot têra demsala zivistanê nake`

Welatiyê bi navê Ferhan Izat yê ji Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo diyar kir ku qeseya mazotê ya ku wan wergirtiye, zêdetirî 2 mehan têra wan nake û axaftina xwe wiha domand: “Ev çend rojin em bê mazot in. Ji ber ku 300 lîtreyên ku me di destpêka zivistanê de wergirt ji bo malbatekê kême û têra demsala zivistanê bi giştî nake. Niha jî sermaya dijwar nû dest pê kirye û em bê mazot man. Zarokên min tev ji ber sermayê nexweş ketine.”

Ferhan di berdewamiya axaftina xwe de got, ji bilî mazota ku ji milê Komîteya Sotrmeniyê hat belavkirin ti mazota din bi dest me nakeve. Lewra mazota li deverên cûda bihayê wê bilind e û derfetên me nînin.

Ferhan Izet di dawiya axaftina xwe de daxwaz ji Komîteya Sotemeniyê kir ku beşa duyem ji mazota germkirinê ji wan re peyda bike û li tevayiya malbatên hewcedar belav bike.

`Malbatên xwedî zarok 300 lîte mazot têrawan nake`

Welatiyê bi navê Ehmed Salih jî destnîşan kir ku hin malbat 300 lître mazot têra wan dike hin jê jî têra wan nake û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Malbatên ku zarokên wan yên piçûk hene, mazota germkirinê pir bi kar tînin. Da ku zarokên xwe pê gerim bikin û ji sermayê û nexweşiyan biparêzin. Ji bo wê jî malbatên xwedî zarok 300 lîte mazot têrawan nake.”

`Îsal em nikarin sobê pir bi kar bînin`

Ehmed Salih di dawiyê de got, îsal em nikarin sobê pir bi kar bînin lewra mazot kême û rojên serma û seqema dijwar li pêşiya me hene. Herwiha da ku mazot heta dawiya zivistanê têra me bike.

Mazota germkirinê li gorî sîstema kertan ya ku komînan, li gel tê belavkirin. îsal jî li hemû bajar û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê beşa yekem ya mazota gerimkirinê ji milê komîteya Sotemeniyê ve hat belavkirin.

Ji bo ku em hê zêdetir mekanîzma belavkirina mazota germkirinê nas bikin Hevseroka Komîteya Sotemeniyê ya bajatê Qamişlo Feryal Ibrahîm ji me re axivî û diyar kir ku wan îsal zu dest bi belavkirina mazota germkirinê kirin û wiha pê da çû: “Her sal belavkirin dereng dikeve, lê îsa me hewl da ku di demeke zû de radestî welatiyan bikin da ku dema serma çêbibe, welatî pêwîstiya xwe ya bikaranîna mazotê pêk bînin. Herwiha got, îsal gel bi me re alîkar bû û hevkariya wan ya bi me re barê me sivik kir.”

`Eger derfetên me hebin, emê careke din mazotê li welatiyan belav bikin`

Firyal derbarê Qalîteya mazota germkirinê ya ku di Sala 2022’an de hatiye belavkirin wiha kir: “Qalîteya mazota ku ji bo germkirinê hat belavkirin, li gorî sala borî ne xirab e û ger miqdarên mazotê yên din hebin, emê careke din li malbatan belav bikin. Heta vê gavê biryarek fermî ji bo belavkirina beşa duyem nîne. Lê eger derfetên me çêbûn û mazot hat peydekirin, emê beşa duyem jî bidin welatiyan.”

`Emê xebatên xizmeta civakê bidomînin û zêdetir bikin`

Hevseroka Komîteya sotemeniyê ya bajarê Qamişlo Feryal Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got, em li gorî îmkan û derfetên heyî, xizmeta gelê xwe dikin û heta em karibin emê xebatên xizmeta civakê bidomînin û zêdetir bikin.