Ahmet Aktaş
Teyîp Erdogan, ji bo ku temenê dîktatoriya xwe dirêj bike, ketiye pey her cûre lîstok, fêlbazî û canbaziyan. Ji bo vê armanca xwe, tu mafên mirovan, tu qanûnan û pîvanên exlaqî nasnake.
Ji bo temendirêjiya desthilatiya xwe; bêgûman karibe, wê ji derfetên heyî sûd bigre, an jî karibe derfetan biafirine da ku bi rêya hilbijartinan disa bê ser deshilatê wê bike.
Niha, hewldanên wî hemû li ser ‘ka ezê bi kijan listokan di hilbijartinê de bi ser bikevim’ e.
Ji bo vêya, du pêşbîniyên xurt hene.
Yek; girtina HDPê, li şûna wê xurtkirina HUDA PAR’ê
Dudu; paşvexistina dema hilbijartinan. Ji bo vêya jî, divê şerê heyî gûrtir bike, an şerekî hîn mezintir lidar bixe. Mînak; xurtkirina êrîşên li ser Rojava û Başûr. Bi taybetî, dagirkeriya leşkeriya bejayî ya berfirehtir li ROJAVA. Mînakên din jî, lidarxistina şer li gel Îranê, Yunanê, Qibrisê û hwd.
Bi hilbijartinên asayî/normal, wê nikaribe bi serkeve, jiber şerd û mercên heyî de tu şansê wî nemaye. Lewma bi tenê rêyek dimîne ji bo serkeftinê, ew jî; hîlebazî û bikaranîna zordariyê ye. Jixwe hîlebazî û zordariyên wan jî, ji berê zêdetir û eşkeretir bûne. Ji hevserokên HDP’ê heta bi sedan rêveberên wê û bi dehhezaran endamên wê hatine girtin.
Bi girtina rêveberan ranawestin, êdî pêşbîniya xurt heye ku wê yekcarî HDP’ê bigrin. Her wiha, di kiryarên wan de xwuya dibe ku wê partiya herî nêzî wê DBP’ê jî bigrin, da ku Tevgêra Kurdistanî yekcarî nikaribe bi navê partiyên heyî beşdarî hilbijartinan bibin.
Li cihê HDP’ê, HUDA PAR amade kirine.
HUDA PAR, dewama Hizbulaha kevn e ku jixwe navê wê jî, ji Erebî wergerandin e Kurdî. Ev Partî, ji aliyê raya giştî ve û ji aliyê gelê Kurdistanê ve, weke kujerê/celadê Kurdan tê nas kirin.
Serokê wê Huseyin Velioglu û Mele Enver Kiliçaslan bû.
Zihniyeta AKP, HUDA PAR û DAIŞ’ê yek e.
Xwediyê vê hişmendiyê, berî 3 mehan li AMED’ê bi navê Konferansa Yekîtiya Aliman, civînek mezin çêkir û ev civîn 2 rojan kişand. Teyip Erdogan, ji her 4 dewletên dagirker û ji her 4 parçeyên Kurdistanê “Alimên Kurdkuj” civandibûn. Her wiha braderên xwe yên TALÎBAN ên Efxanistanî jî beşdarî vê Konferansê kiri bû. Serkêşên vê civînê, dîsa Kurdên çar parçeyan bûn, lê malovanîtî HUDA PAR’ê kir û Mele Enverê Hizbullahî axaftina vekirina civînê kir. Lewma mirov dikarê bêje “civîna xiyaneta alimên kurd” bû.
Li gel ewqas fêlbazî û zordariya serbazî jî, di hilbijartinan de pêşbîniya serkeftina wan pir lawaz e. Jiber ku îrade û hişmendiya demokrasiyê ya gelê Kurdistanê gelek xurt e.
Bi tenê dikarin bi darê zorê serkeftina xwe ragihînin. Lê, wê nikaribin di raya giştî ya cîhanî de xwe bidin pejirandin.
Lewma, gûmana mezinkirin û berfirehtirkirina şer û cengê derdikeve pêş. Jiber ku makezagona dewleta tirkan vê destûrê dide serokdewlet Receb!
Belê ev jî, nikare wî rizgar bike ji gelê Kurdistanê!






