Rojnameya Ronahî

MÊR DIKUJE DEWLET DIPARÊZE

Rûstem Başûr

 

Ya rast mirov parçeyekî ji xwezayê ye û ji sedî sed bûyerên ku di xwezayê de jî rû didin, her wiha di mirov de jî diqewime. Lê di xwezayê de hevdû temamkirin, ango perdeya şermê heye, lê ev perde di mirovan de gelek kêm û xedar e.

Gelo zilamtî çi ye? Mirov çawe û bi çi awayî  dikare terîf bike? Ger em îro ji zilamekî pirs bikin ku zilamtî çi ye û çawa ye, dê pir zêde bersivekî neyê dayîn, eger bersiv bide jî tiştek ji bersiva wî nayê fêmkirin. Wê di bersivdayînê de zihiniyeteke paşverû ya girêdayî zilamê serdest, hebe û ji bo ku xwe mafdar bide diyarkirin, gotinên xwe wê bike qanûn. Lê ji zanistiya tevgera PKK’ê, dixwaze xwe bigihîne wateya rast. Bêguman mirov dikare diyar bike ku her kesek di nava tevgera azadiyê PKK’ê de dikare cihê xwe bigre. Li hember zihniyeta serdest ya zilam jî têkoşînekî bê eman tê dayîn û armanc xwe gihandina kesayetên pêşeng ên Mazlûman, Zîlanan e.

Bêguman li gorî lêkolîn û îstatîstîkan êdî yekcar aşkera bûye ku rê û rêbazên li dijî çanda tecawizkar a ku ji hêla sazî û dewletan ve qaşo tê meşandin, tu encameke serkeftî dernaxînin holê. Lewre hemû lêkolîn û îstatîstîk nîşan didin ku êrîş û şîdeta li ser jinê û bi taybetî destdirêjî li seranserê cîhanê kêm nebûye û her  roj rewş girantir dibe. Heta roj bi roj zêde dibe. Mirov divê bipirse: çawa dibe ku ev polîtîka û stratejiyên ji 50 salan zêdetire, li dijî şîdeta li ser jinê tê meşandin tu encameke erênî dernexistine holê? Piştî têkoşîna tevgerên jin û femînîstan ango ji salên 1960’î ve dewlet û gelek saziyên derveyî hikûmetan (NGO) plansazî, peyman û bernameyên demdirêj xistin meriyetê û bi van awayan xwestin rê li pêşiya newekheviya zayendî, şîdeta li ser jin û zarokan bigirin. Lê dema ku mirov li naveroka vê heyînê dinêre, nîqaş dike wekî tu bûyer neqewimîne tê hesbandin.

Em dibînin li her deverê cîhanê Jin rastî tundî û tecawizê tên, nexwasim ev li Kurdistanê gihaye astekî pir bilind. Wek minak; di vê dema dawî de li Silêmaniyê jinek ji hêla komek zilaman ve rastî êrişan hat. Ev bi serê xwe dide diyar kirin ku zihniyeta zilam çiqasî dixwaze hebûna xwe ya li ser Jin ê bide ferzkirin. Ji bona Jinê bi temamî bike malê xwe, vê carê serî li hin rêbazên cuda didin ku bikaribin bi vê şertî jinê bê deng bikin.

Ka em binêrin di encama çi de ev zihneyet derketa holê?  Bêguman  divê em carekî din diyar bikin ku ji bo hişmendiya baviksalarî hêz bi dest bixe, mirov nikare tenê bi nêçiriyê pênase bike û mirov nikare wekî pêwîstiya derketineke zagonî jî bigire dest. Ji ber ku zilam xwe li ser rasteqîna hêza zêde, kiriye berdevkê civakê û wisa kariya xwe li ser civak û jinê serwer bike. Ji bo wê pêwîst e em vê mijarê ji pêvajoya herî nêz ve reva bikin û diyar bikin ku zilam di encama hêza xwe ya fizkî û qurnazî de, kariye xwe wekî kesê serwer û bi hêz pênase bike.

Jin di civaka xwazayî de ji hemû aliyan ve pêşenga civakê bû û xwedî hêzeke bi bandor bû. Lê, şerê zilamê qurnaz yê yê li dijîwê ku bi hezar salan dom kirî, hêza xwe ya bingehîn ji dest dide û dibe mirova herî kêm a civakê ku mehkûmî koledariyekê herî berfireh tê kirin. Bê guman hemû koledariyên din jî bi koledariya jinan re girêdayî pêş dikeve. Lewma ger koledariya li ser şexsê jinan neyê dahurandin, koledariyên din jî nayên dahurandin. Ango mirov dikare diyar bike ku ger koletiya li ser jinan neyê derbaskirin, dê koletiya li ser civakê jî neyê derbaskirin.