Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Meş ji pêşiya Parka Rêber Apo ya li taxa Nasira ya bajarê Hesekê dest pê kir. Ciwanan alên Partiya Sûriya Pêşerojê, pankartên bi nivîsên “Bi rihê şehîdên xwe û şehîdên Parîsê em ê li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin, destkeftiyên xwe biparêzin, Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bikin” û “Bi rihê têkoşîna Sara û Evînan em ê azadiya jinan mîsoger bikin” hildan û bê navber dirûşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana QSDʹê berz kirin.
Meş li ber avahiya Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a bajarê Hesekê veguherî mîtîngê. Berdevkê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fereh Salim daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirekr bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û yekitiya pêkhateyên herêmê êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.
Fereh El Salim anî ziman ku dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî, di nava bêdengiya navneteweyî de sûcên şer li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê helwesta xwe û kombûna xwe li derdora QSD`ê tekez dikin û bi hemû hêza xwe amade ne destkeftiyên gelê xwe yên ku bi saya xwîna pak a şehîdan bi dest xistine gelê xwe biparêzin.”
Mîtîng bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû. ANHA





