Mihemed Xanim/ Qamişlo
Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re, jina Kurd ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê têkoşînêke xurt pêşxist û ji bo jinên azadîxwaz yên cîhanê bû pêşeng. Dewleta Tirk û hêzên hegemon jî, jina azad li ser desthilata xwe xeter dibînin û wê dikin armanc.
Civaka Kurd, civakek her dem bi komkujiyan re rû maye, nasname, ziman û çanda wê hatiye înkarkirin, ji ax û walatê xwe hatiye koçberkirin e. Gelê Kurd li dijî dagîrkeriyê hertim têkoşîna hebûnê kiriye, lê ti carî ji mêtîngeran re sitû netewandiye.
Jina Kurd dîroka berxwedana jinê nivîsand
Di erdnîgariya Kurdistanê de, ji sedsala 19’ an heta sedsala 20’ an gelek serhildanên Kurdan çêbûne. Di van serhildanan de herdem rola jina Kurd bingehîn e. Jinên Kurd di avakirina nirxên çandî û teşegirtina civakê de seknek birûmet nîşan daye. Di tevlîbûna serhildanan de, erka ku Jina Kurd girtiye ser xwe bala cîhanê gişandiye. Mînakên herî balkêş yên despêkê jî Zarîfe û Besê tê dayîn. Lê bi hezaran mînakên bi wî rengî hene. Di serhildanên Kurdan de ji sedsala 10’an heya sedsala 20’an erka mezin dikeve ser milê Jinê. Jina Kurd di her cure têkoşîna li dijî dagîrkerî û ferasetên wan ruhê xwe yê berxwedêr parastiye û timî xwe ji nû de şîn kiriye û bi vê sekn û tekoşîna xwe dîroka berxwedaniya jinê nivîsandiye.
Jinên jîndar yên cîhanê û sucên dewleta tirk
Bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re, berxwedana gelê Kurd û têkoşîna azadiyê gihşt qonaxeke nû. Herwiha hem di qada navneteweyî de û hem jî di Kurdistanê de ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê têkoşînêke xurt a jinan hat pêşxistin. Jinên Kurd pêşengî ji bo sistemeke nû ya demokrasiyê kirin û ispat kirin ku jinên herî jîndar ên cîhanê ne.
Dewleta Tirk a dagirker ku ev zêdeyî 40 salan e, li dijî hebûna gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê şerekê hovane dide meşandin. Di serî de jinên Kurd yên pêşeng dike armanca êrêşên xwe. Dixwaze bi hedefgirtina jinên pêşeng, îradeya gelê Kurd yê azadîxwaz têk bibe.
Dewleta Tirk a faşîst siyaseta qirêj ya hedfgirtina pêşngên gelê Kurd û bi tabet jinên kurd yên pêşang dewam dike. Teybet di van 10 salên dawî de, ango piştî Şoreşa Rojava gelek komkujî li dijî jinên Kurd pêk anîn. Hima bêje dewleta tirk ya piştgira çeteyên hov yên DAIŞ’ê, ji tekoşîn û serkeftina jinên kurd ya dijî van çeteyan tol dihilde û êrişê vanjinên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirî dike.
Sucên dewleta tirk yên li dijî jinên kurd yên pêşeng
Hin ji wan sucên dewleta tirk evin:
Di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ji aliyê MÎT’a Tirk ve hatin hedef girtin û şehîd ketin.
Di 12`ê Cotmeha 2019`an de, çeteyên dewleta Tirk li ser rêya M4 ya di navber herêma Cizîrê û herêma Feratê de, Serkertera Giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef tevî ajokarê wê Ferhad Remedan, şehêd xistin.
Di 23’ê Hezîranê de, dewleta Tirk a dagirker bi balafirke bêmirov endamên Koordînasyona Herêma Firatê ya Kongreya Starê Zehra Berkel û Hebûn Mela Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî li gundê Hêlincê yê ku girêdayî Kobanê ye, kir aramanc û şêhêd keftin.
Di 25’ê Kanûna 2021’an de di êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de, li kobanê Endamên Yekitiya Jinên Ciwan Viyan Kobanê, Nûjiyan Ocalan, Rojîn Îso şehîd bûn.
Ji Fermandarên YPJ’ê ku bi salan li dijî DAIŞ’ê şer kiribûn Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan ji aliyê balafirên bê mirov ên dewleta Tirk ve, weke ku tola DAIŞ’ê rakirin di 22’ê Tîrmeha 2022’an de hatin hedef girtin û şehîd bûn.
Di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de di 18’ê Tebaxê de li dijî navendeke perwerdeyê ya keçan, li gundê Şemokê 4 zarok şehîd bûn û hin jî birîndar bûn; navê yên şehîd Eta, Zozan Zêdan, Dîlan Izedîn û Diyane Elo.
27’ê Îlonê dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov ên biçek her du hevserokên Nivîsgeha Edaletê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Zeyneb Saroxan û Yilmaz Şero kirin hedef.
4’ê Cotmeha 2022’an de, endama Akademiya Jineolojî, Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, li Silêmaniyê ji aliyê MÎT’a Tirk ve hat amac girtin şehîd bû.
Herî dawî disa ji aliyê MÎT’a Tirk ve di 23’ê Kanûnê li paytexta Fransa (Parîsê) li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşeke hovane pêk hat. Di êrîşê de Emîne Kara ya pêşengeke Tevgera Jinên Kurd, ji Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil şehîd bûn.
Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina jinên Kurd yên pêşeng, hewil dide di şexsê jina têkoşer de Îradeya Kurdên azadîxwaz têk bibe. Dewleta Tirk a faşîst ji beriya 10 salan pêvajoyeke nû li hemberî tevgera jin daye destpêkirin. Ji bo tasfiyekirina şoreşa jinê biryara kuştina pêşengên jinê girtiye. Di çarçoveya vê konseptê de di hundirê 10 salan de, him li Bakur û Rojhilatê Sûriyê him jî di parçeyên din û li derveyê welêt, bi dehan jinên pêşeng û şoreşger ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Ji ber ku hertim dewleta faşîst ya tirk azadiya jinê ji bo xwe metirsiyekê mezin dîtiye û kuştin, tecewîz, tecawîza zarokan, ya tûrîstan û bêmafdariya jinê jî, li Tirkiyê bi navûdeng e!





