Rojnameya Ronahî

Mala jinê di 2022`an de ji gelek pirsgirêk û dozên jinan re bû cihê çareseriyê

 

Rojbîn Zagros/Qamişlo

Mala Jinê ya bajarê Qamişlo di 2022`an de gelek kar û xebat da meşandin. Li ser vê rêvebera Mala Jin Behiya Mûrad da zanîn ku di sala borî de 750 dozên jinan gihîştine ber destê wan, ji wan jî 562 doz çareser kirine.

Destpêka şoreşa Rojava, bi armanca rizgariya jinê ji bendên koletiyê Mala Jinê hat vekirin. herwiha ev sazî giringî da mefê jinê û hewl da ku mafê wê ji kevneşopiyên civakê yên paşverû û hişmendiya nijadperest, biparêze. Jixwe ji avakirina wê hete roja îro gelek doz û pirsgirêk bi rengekî asayî hatine çareserkirin. Herwiha di avakirina têkiliyên civakî de jî rolek baş lîstiye û bûye bingehê avakirina civakeke demokratîk.

Di sala 2011`an de yekemîn mala jinan li bajarê Qamişlo hat vekirin. Herwiha li kantona Qamişlo deh navendên girêdayî mala jinê hene, ku piraniya wan li bajarên sereke yên wek Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Dêrik, Til Hemîs, Til Koçer, Til Birak, Girkê Legê û Qamişlo ne.

Di Mala Jinê beşa Rêveberiyê, Komîteya Lihevanînê û Arşîvê heye. Herwiha Komîteya Lihevanînê ji 3 jinan pêk tê ku li ser pirsgirêkên jinê û malbatî yên ku tên ber destê wan disekinin. Di heman demê de ev jin di van dozan de zana û xwedî tecrûbe ne. Ji bo wê jî pirsgirêk û êşên ku bi jinan re derbas dibin rojane diçin Mala Jinê. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan Mala Jinê gelek kar û xebat dane meşandin, taybet îsal di nava kar de bi gelek zehmetiyan rûb rû mayin e.

Ji her alî û ji her cureyê jiyanê ve pirsgirêk tên gel mala jinê. Pirsgirêkên jin û mêr yên malbatî, zewicandina zarokan, revandina jinê, xiyaneta zewacê, zewaca ser jinekê re, şideta li ser jinê û bêparbûna jinê ji mîrasê malbatê hene.

Dema ku jin doza xwe radestî mala jin dike, mala jinê her du milê dozê vedixwînin da ku pirsgirêk û gotinên wan piştrast bikin. Pişt re ji bo niqaşakirina pirsgirêkê, her du milan bi hazirbûna Komîteya Lihevanînê, tînin gel hev û nîqaşê bi wan re dikin. Herwiha hewl didin ku pirsgirêk bi rengekî adil ji bo her du milan were çareserkirin.

Dîsa Mala Jin di vê salê de di nava kar û xebatên xwe de gelek perwede dan. Lewra tiştê herî girîng û pêwîst di jiyana mirov de perwerde ye, hem perwerdeya jinan hem ya civakê. Çimkî bi perwerdekirina civakê jin jî digihêje mafê xwe. Ji bo wê jî mala jin li gelek akademî û saziyên rêxistinê, herwiha li nava tax û komînan perwerde dane. Herwiha her ku pirsgirêkekê jî çareser dikin, wê dikin mijara perwerdeyê. Ji bilî perwerdeyan jî gelek pêngav ji bo jinê hatin destpêkirin, bi taybetî pêngava têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê her sal tê lidarxistin.

Derbarê kar û xebata mala jin ya sala 2022`an de û dozên ku ji wan re hatîn rêvebera Mala Jin ya bajarê Qamişlo Behiya Mûrad ji me re axivî û got, di destpêka damezrandinê Mala Jin de, jin kêm dihatin û şerm dikirin pirsgirêka xwe ji me re parve bikin. Lê niha bi sedan jin tên gel me û doza mafê xwe dikin.

`Piştî avakirina Mala Jinê êdî jin li dijî tundî û neheqiyê bêdeng namînin`

Bahiya di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev 5 hezar sal in li ser jinê şidet tê kirin. Di her alî de zor li jinê tê kirin. Sedema wê jî hin caran ji bêdengiya jinê ye. Gelek jin ji bo zarokên xwe neçar dibin li hemberî zora li ser xwe bêdeng bimînin. Zilam jî vê ji bo xwe derfeteke bi karaninê dibîne. Gelek sedemên şideta li ser jinê hene; ne zilam tenê, hin caran civak jî jinê qebûl nake. Eger jin bixwaze tiştekî bike civak qebûl nake. Ev tev li pêşiya jinê dibin asteng û nahêlin bi xweşî bijî û li ber xwe bide. Lê Piştî ku şoreşa jinê hat lidarxistin û gelek sazî û navendên girêdayî wê hatin vekirin êdî jin dikare bi rehetî mafê xwe bi dest bixe. Herwiha piştî avakirina Mala Jin û çareserkirina gelek doz ji aliyê wê ve, êdî jin li dijî tundî û neheqiyê bêdeng nemînin. Her jina ku zorî û neheqî lê tê kirin yekser berê xwe dide me û doza mafê xwe dike.”

Behiya bal kişand ser pirsgirêkên ku herî zêde tên ber destê wan û wiha pê da çû: “Piraniya dozên ku di sala borî de ji me re hatîn, yên revandina keçên biçûk ji malên wan û nakokiyên navbera jin û mêr bûn. Ev pirsgirêk jî tev ji ber hişmendiya civakê ya paşverû û zihniyeta zilamê desthilatdar e.”

Serjimariya pirsgirêkên 2022`an û çareseriya wan

Behiya Mûrad jimara dozên îsal ji wan re hatîn û yên çareserkirîn, anî ser ziman û got; dozên hatîn evin

-Nakokiyên navbera jin û mêr: 482 doz, Yên hatîn çareserkirin 369’in.

-Nakokiyên malbatî: 41 doz, Yên hatîn çareserkirin 38’in.

-Nakokiyên Giştî: 31 doz, Yên hatîn çareserkirin 29’in.

-Mîras: 8 doz, Yên hatîn çareserkirin 5’in.

-Deyn: 3 doz, Tev hatin çareserkirin.

– Pir zewacî: 11 doz, Yên hatîn çareserkirin 3’in

-Zewicandina zarokan: 9 doz, tev hatin çareserkirin.

-Xiyanet: 6 doz, Yên hatîn çareserkirin 5’in.

-Şidet û lêdan: 6 doz, Yên hatîn çareserkirin 2’in.

-Revandina ji malê: 72 doz, Yên hatîn çareserkirin 61’in

Rêvebera Mala Jin ya bajarê Qamişlo Behiya Mûrad di dawiya axaftina xwe de got, em bi hêvî ne di vê sala nû de tevayiya pirsgirêkên nehatîn çareserkirin çareser bikin û nakokiyên bi jinan re derbas dibin kêm bibin. Herwiha sala 2023’yan tundî û şideta li ser jinê jî bi dawî bibe. Wek Mala Jin heta em bikarin emê ji pirsgirêkan re cihê çareseriyê bin û mafê jinêbiparêzin.