Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bangewaziya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li azadîxwazên cîhanê

14/01/2023
in NÛÇE
A A
Bangewaziya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li azadîxwazên cîhanê
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bang li hemû azadîxwazên cîhanê kir ku têkoşînê bilind bikin, tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bang li azadîxwazên cîhanê ki ku li hemberî tecrîda li ser Rêber Ocalan têkoşînê bilind bikin.

Li Dijî tecrîda girangirî ya li ser Rêber Apo Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst hovîtiya xwe ya li ser Rêberê Navneteweyî Abdullah Ocalan didomîne û wiha got: “Rêber Apo ji ber tecrîda giran a 24 salan a li Girtîgeha Îmraliyê, di nava şert û mercên giran de dijî. Hemû daxwazên muwekîlên Rebertî bi hincetên pûç ên ku zêdeyî 21 meh in nikarin hevdîtinê pêk bînin. Tevî serlêdana parêzerên Buroya Serdemê ya ji bo hevdîtina bi Rêber û girtiyên Girtîgeha Îmraliyê re daxwazên xwe pêşkêş dikin jî, bi hinceta cezayê dîsîplînê ji 9’ê Îlona borî ve hatiye birîn, serlêdan hatin redkirin. Tevî bidawîbûna cezayê ji 9ê Kanûnê ve, qedexeyeke nû li ser rêber û 3 girtiyan hat sepandin da ku bi hinceta heman cezayê nekarin bi malbatên xwe re hevdîtin bikin.”

Însiyatîfê wiha dewam kir: “Li vir divê em behsa xaleke girîng jî bikin ku tevî bangên hemû azadîxwaz û demokratan, hiqûqnas, akademîsyen, bîrmend û siyasetmedar jî di nav de, dewleta Tirk bi israr e ku vê tecrîda nerewa li ser Rêbertî bidomîne, ji ber ku li gorî yasayên herêmî, navneteweyî û Tirkiyê, mafê Rêbertî heye ku bi malbat û parêzerê xwe re têkiliyê deyne. Lê mixabin Tirkiyê guhê xwe ji banga azadîxwazan re girt û çavên xwe kor kir ku van mafan nebîne û bi cih bîne.  Bi vî awayî hemû yasa û zagonên navdewletî û cîhanî binpê dike û guh nade yasayên wê, lêbelê rêya tunekirin û tasfiyekirina Rêbertî dişopîne û li vir divê em ji bîr nekin ku berxwedaneke efsaneyî ya mezin heye. Li Îmraliyê berovajî vê polîtîkaya hovane, tasfiyeker a ku li ser Rêbertî tê meşandin, ev polîtîkaya ku wek polîtîkaya tasfiyeker a bi guman a li hemberî Kurdan û li dijî mafê ramana azad tê meşandin, tê kirin. Ev encama lihevkirina AKP û MHP û tifaqa wan, bi vî awayî Tirkiye ji bo gelên belengaz veguherandine girtîgeheke mezin. Ji ber vê jî berxwedan pêwîst e, ji ber ku gelê Kurd, Tirk û hemû gelên herêmê li hemberî vê neheqiya ku weke wehşeta çolê zerarê diçîne û li her derê belav dike, bê deng nemînin.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bang li her kesî kir ku têkoşînê mezin bikin da ku sala 2023’yan bibe sala bidawîkirina tecrîdê, azadiya rêber Apo û destpêka qencî, aştî û demokrasiyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.