Rojnameya Ronahî

 Temenê mezin û rewşa koçberiyê jê re nebûn asteng

 

Jina kurd ya afrîner û kedkar a bi navê Zeyneb Xelîl, tevî hemû zehmetiyan jî, di bin çadirên koçberiyê de bi firotina xişiran zarokên xwe xwedî dike û debara jiyana xwe dike.

Zana Roj/ Şehba

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser Efrînê û koçberkirina gelê wê ji bo herêma Şehabê, welatiyên ku di kampa de bi cih bûn ji bo pêydakirina kar û debara jiyana xwe gelek zehmetî kişandin. Lê îradeya hin jinan ji zor û zehmetiyan xurtir e. Yek ji jinên xwedî îrade jî, yadê Zeneb e. Yadê Zeyneb ku ji beriya 5 salan ji Efrînê koçberî herêma Şehbayê bû ye û di kampa Berxwedan de bi cih bû ye, ji bo debara jiyana xwe û zarokên xwe, di cihekî biçûk di  nava bazara kampê de firoşgeheke biçûk ya xişiran vekiriye û ji sibehê heyanî êvarê tê de kar dike.

Dayîka bi navê  Zeyneb Xelêl a 52 salî, ji bajarê Efrînê ye û li herêma Şehbayê di kampa berxwedan de bi cih bûye ji bo me çîroka xwe vegot.

Dayîka Zeyneb weke her jinek  û dayîkek ji Efrînê, piştî dagirkirina Efrînê derbasî herêma Şehbayê bû. Di şert û mercên zehmet de ji nû ve jiyaneke nû ji xwe re da sazkirin. Bê guman rewşa koçberiyê û zehmetiyên ku rastî wê hatine pir bi bandor bûn. Lê weke jineke Kurd ya xwedî hêz û îrade, ji bo derbaskirina zehmetiyên jiyanê dest bi kar kir .

Zeyneb 3 zarokên wê hene û tevî zarokên xwe di kampa berxwedan de jiyan dikin. Ji bo zarokên wê bikaribin xwendina xwe berdewam bikin, herwiha ji bo ew  û zarokên xwe hewcedariya tu kesî nebin, tevî kêm derfetan jî firoşgeheke biçûk di suka kampê de vekir.

Yadê Zeyneb beriya ku sîstema Kampê bê danîn, ango beriya 4 salan li ser riya kampê, tiştên weke leystokên zarokan û alavên malan difirotin. Ew bi karê xwe pir ser bilind bû û ji xwe re ew kar weke gava yekem ya pêşketin û avakirina jiyana xwe didît.

Beriya 3 salan jî yadê Zeyneb foroşgeheke biçûk di suka kampê de vekiriye, di firoşgeha xwe de tiştên cur be cur difrotin. Firoşgeha wê jî di encama îsrara wê de hat avakirin. Di şert û mercên zehmet yên zivistanê de; tevî serma zêde jî,  yadê Zeyneb ji seat 8’ê sibhan heyanî 7 êvarê li ser karê xwe dimîne. Ji ber ku hevjinê wê jî bê kare, bi tenê debara mala xwe û zarokên xwe dike.

‘Pêngavê yekem di bin serweriya zilam de derkeftin, karkirin û aboriya xwe avakirin e ‘

Yadê Zeyneb di nava axaftina xwe de ji bo jinên karker wiha got: “Her jinek û dayîkek xwedî hêz û îradeyek pir mezine, karkirin ji bo jinê wesîleya yekemîn ya ji bin serweriya zilam a kevneşop, derketine, ji ber wê ez dibêjim her jinek divê  kar bike, divê jin destekê bidin hev û tu carî xwe bê hêz nebînin”.