Rojnameya Ronahî

Li Sûriyê dijî demokrasî komplo tê rêxistinkirin

 

Zekî Bedran

Aloziya pergala Kapîtalîst di asta cîhanêde her ku diçe zêde dibe. Piştî rûxandina yekîtiya Sovyet serkeftinê xwe li dar xistibû. Dawiya îdeolojiyan hatibû. Lê cîhê ku gîhîştiyê, mirov dikare bêje dawîya cîhanê hatiye. Tewazinê ku piştî şerê cîhanê yê 2’an hatibû avakirin, hilweşiya. Tewazinê nûh jî hîn nehatine avakirin. Cîhan, ji bo gelan bû cîhekî hîn xetertir. Pêre şer û lêgerîna xwe bi çek kirin jî, zêde dibe. Ewropa, Rûsya û DYA, bi şerê Ukrayna ketin nava nakokî, şer û rikeberiyeke hîn eşkeretir.

Pergala kapîtalizm, nikare pirsgirêkên mirovahiyê çareser bike, berovajî vê li holêye ku çavkaniyê pirsgirêkan e. Aloziyên Aborî, Enflasyon, bêkarî, zêdebûna bê edalatî û aloziyên siyasî, dihêle ku şer zêde bibe. Di mijara Ekolojîyê de, cîhan hatiye ber xela yê. Avhewaya cîhanê, bi lez tê gûhertin. Ked a mirovan û xweza, bi çavbirçîtiyek mezin tê talankirin. Weke sincî jî, hilweşandin û xerabûn her ku diçe kûrtir dibe. Di encamêde pergala kapîtalîzm, weke Rêber Apo pênase kirî  taybetmendiyên wê yên şikandina civakê hîn zêdetir derdikevin holê.

Weke tê zanîn Rojhilata Navîn, cîhê herî zêde ev aloziya bi şer bi kûrahî û berfirehî tê jiyankirin e. Şer û nakokiyên bi xwîn, qet nesekinîn. Rêveberiyên diktator yên ku ji civak qût bûne, girêdayî pergala emperyalîzmên e, welatê xwe weke dagirkeran bi rêve dibin. Li hember van neheqiyan û xizaniyan, serhildanên bi navê ‘Bahara Ereban’ hatin rojevê. Bahara Gelan, Rojhilata Navîn hejand. Hin rêjîm hatin rûxandin. Lê ev serhildane ji ber ku bê rêxistin bûn, bi serkeftina gelan bi encam nebûn. Şoreşa gelan hate dizîn. Hêzên noker û lihevker, careke din bi hêzên emperyalîst bûn yek û cewherê şoreşan vala kirin. Ji bo pêşiya azadiyan û demokrasiyê bigrin her tişt kirin. Waha kirin ku, rêxistinên weke DAİŞ û El Kaîde, kirin bela serê gelan. Ji gelan re gotin “Yan em û rêveberiyên me yên dîktator, yan jî DAİŞ û El Kaîde! Hûn yek ji van hilbijêrin.”

Weke ‘’Bahara Ereban’’ şerê herî bi xwîn û herî rûxîner li Sûriyê hat jiyên. Rêveberiyê Sûriyê di pergala xwe de gûhertin çênekir. Reformên Demokratik çênekir. Dema bûyer derketin, yekser şerê çekdarî pêşket. Ji derve de gelek hêz mûdaxale kirin. Ji van hêzan, ya sereke Tirkiyê bû. Sînorên xwe ji bo DAİŞ û rêxistinên din yên çete, vekir. Bi milyonan gelê Sûrî kişand Tirkiyê. Koçberên Sûrî, li hember Ewropa weke amûrek şantajê bikar anî. Di nava wan koçberan de, bi hezaran çekdar derxist in. Bi îxwanciyan û çeteyên din hewl da ku rêveberiyê Sûriyê hilweşîne û welat bixin bin destê xwe, li hev kir. Ji aliyeke din jî, xwastin Kurdan bê bandor bikin û ji holê rakin. Tirkiyê li Sûrîyê xerabiyeke û sûceke ku nekiriye, nema ye. Herêmên weke Efrîn, qirkirina qewmî jî pêkanî. Ango Kurd di qirkirinê de derbas kir. Li cîh û warê Kurdan, çeteyên xwe û malbatê wan, bicîh kir û hemû mal û milkê wan talan kirin.

Tirkiyê di encamde, hem nekarî Kurdan xelas bike, hem jî nekarî rêveberiya Esed birûxîne. Niha bi Esed re careke din ji bo Kurdan ji holê rakin, hevdîtin dane destpêkirin. Rûsya pêşengtî ya vê dike. Hedef ewe ku di van hevdîtin û bazaran de, aşîtî û rehetiya gelên Sûrîyê nîn be. Destkeftiya herî mezinya şerê navxweyî ya Sûriyê, Herêma Xweser a li Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê ye. Ev herêm di wateya rastî de, cîhên ku gelên herêmê bihevre bi azadî jiyan dikin e. Rêveberiya Şam`ê bi gîştî pergala baas esas digre û hewl dide, biser bixîne. Rusya bi tenê hewl dide desthilata rêveberiya Esed misoger bike. Gelê Sûriyê di nava xizaniyeke mezinde ye. Kes nikare li hember vê rêveberiyê rexneyekê bike. Dixwazin ev hilweşandin û êşên hatine kişandin, weke xewnek bê jibîr kirin.

Li Sûriyê hemû saziyên ragehandin di bin kontrola dewletêde ye. Partiyek an jî rêxistinek ku rêveberi rexne bike, mafê jiyanê nadin wî. Dibêjin; “Li Sûriyê yekane sedemê hilweşandin û şer hêzên derve ne! û yek jî Sûriyên xaîn“. Welatek ji bo çi ewqas xaîn avadike? Ne pêkane ev pirs bên pirskirin û bên nîqaşkirin. Ger ev rêveberî bê kêmasî be û hemû tiştê kiribe rast be, bi milyonan mirov çima dev ji axa xwe berdan? Tişteke xweş û rast be, çima mirov pişta xwe bidin? Rêveberî çima gelê xwe bavêje hepsan, rezîl bike û ji îskenceyan derbas bike?

Em li Îran ê îro binerin; bi milyonan mirov bi pêşengtiya jinan, bi mehane li kolanane. Daxwazê wan azadî û demokrasî ye. rêveberiyê Îran`ê şûna ku van daxwazan cîddî bigre û gûhertinan bike. Gelê xwe dikuje. Lêdixe, îskence dike, bi darve dike. Bi şikandin, bi lêdan, û bi tirsandin gelek îdare kirin di kîjan bawerîde û felsefede gûncav e? Rêveberiyek ku, bi Fîşekan êrîşê kolberên xizan ê ku li ser sînoran bi pişta xwe hemalti dikin bike, çawa em qebûlbikin ev rêveberî di rêya heq û hiquqde ye? Bi van rêbazan dikarin emrê xwe çikas dirêj bikin? Rêveberiya Sûriyê şûna kû bi gelê xwe re li hev bike, demokrasî û azadiyê esas bigre, hewl dide bi Erdogan`ê faşîst û çeteyên wî re li hev bike. Yekîtiya welat hezên weke Erdogan ê faşîst pêk nayê. Hember gelê Sûriyê û Şoreşê pir vekiriyê ku komployek tê rêxistin kirin. Dixwazin şoreşa Sûriyê jî bidizin.