Rojnameya Ronahî

Xebat û projeyên Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojîk yên 2022`an

 

Darîn Silê/Qamişlo

Tevî şert û mercên giran, Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojîk ya bakur û rojhilatê Sûriyê di sala 2022`an de gelek xebat û projeyên xizmetgûzariyê li herêmê pêk anî. Herwiha bi berdewamiya kar û xebata xwe, ji êrişên dagîrkeriyê re dibe bersiv.

Di şoreşa Rojava de bi avakirina Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê, desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojîk, hat avakirin. Desteyê di nav xwe de şaredarî, rêveberî û komîteyên girêdayî wan dihewîne. Herwiha plan û bernameyên stratejîk yên xebatan; projeyên giştî yên şaredariyan diyar û amade dike. Ji wê demê ve gelek projeyên xizmetgûzarî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk aniye û heta niha jî bi awayekî rêxistinkirî xizmeta gelê herêmê dike, kar û xebata xwe ya resen didomîne.

Tevî şert û mercên giran gelek projeyên xizmetguzariyê hatin pêkanîn

Desteyê her sal projeyan pêk tîne û hewl dide ku li herêmê xizmetgûzariyê xurttir bike. Di sala borî ya 2022`an jî tevî rewşa awarte, êriş û kiryarên dewleta Tirkî ya dagîrker yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, desteyê gelek xebat û projeyên xizmetguzariyê, bi taybet yên ziftê, avê û serfa sihî pêk anî û bû bersiva êrişên dagîrkeriyê.

Projeyên 2022`an yên herî mezin û girîng

Herwiha projeyên herî mezin û girîng ku di sala 2022`an de hatin pêkanîn, weke projeya ziftkirina rêya Qamişlo-Dêrik, rêya Ambara Diwelî li Qamişlo, projeya Pira El Reşîd ya nû li Reqayê, herwiha projeyên ronîkirinê li gelek herêm û bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê û projeya baxçeyeke mezin li bajarê Hesekê li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê.

Rêjeya bûtçe(xerçkirina) Desteyê ya 2022`an

Rêjeya bûtçe desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojîk, ya sala 2022`an 6 milyon û nîv dolar bû, ku ev rêje jî li gorî pêwîstî û pêdiviyan têra tevayiya projeyên xizmetguzariyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nekir. Ji ber ku gelek proje di sala borî de hatin pêkanîn û piraniya wan jî projeyên mezin û berfireh bûn.

Xebat û projeyên sala 2022`an

Di destpêka Sibata 2022’an de, tevayiya şaredariyên girêdayî Desteya Rêveberiya Xwecihî û Ekolojîk projeyên xizmetguzariyê li tevayiya herêman bi cih anîn. Ev proje hin ji wan bi dawî bûne û hin jê jî heta niha dewam dikin; weke rêya navbera Qamişlo û Dêrikê ya bi dirêjahiya 100 km ku ji sedê 5 hatiye çêkirin û Pira Wanîk jî hê berdewam in. Herwiha rêya Ambara ku bi dirêjahiya 10.5 km ye sedê 85 , Projeya Pira Elbêrûnê sedê 30, projeya pira Reqayê ya nû sedê 10, projeya amadekirina baxçê gel li Hesekê sedê 25, rêya Beyrûnê sedê 50 hatine çêkirin. Projeya ziftê ya rêya Beko-Hitîn û rêya Reqa-Heseke jî bi dawî bû ye. Herwiha projeya avahîsaziya Desteyê sedê 60, Projeya Rêya Maroda ya bi dirêjahiya 34 km sedê 80, Projeya rêya Til Elsimin-Hizêma ku dirêjahiya rêyê 12 km ye sedê 85, rêya Til Elsimin-Eyn Îsa ku dirêjahiya wê 25 km bû sedê 50 hatiye çêkirin û Rêya Siêdiyê ku dirêjiya wê 14 km ye jî bi dawî bûye. Projeya amadekirina parzûna Bîtomîn, garaca başûrê Reqayê, garaca Xiwêran û Projeya Daristana Firûsiyê li bajarê Reqayê jî hatine bidawîkirin. Li gel projeyên ziftê, desteyê gelek xebatên kenalên ava qirêj kirine û zêdetirî 100 Km ji tûreyên van kanalan hatine saxlemkirin û çêkirin.

 

Zehmetî û astengiyên desteyê

Zehmetiyên ku di sala borî de bi desteyê re derbas bûn, wek rewşa aboriya herêmê, kirîza aborî, seqamgerî, kêmbûna kesên pispor di nava şaredariyan de, êrişên dagirkeriyê û rewşa awarte ya ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû.

Jixwe rewşa herî girîng ewlehiya herêmê ye, her kes dizane ku rojane êriş li ser herêmê tên kirin. Êriş û kiryarên dagîrkeriya  tirkî, bi taybet êrişên ser navendên xizmetguzariyê û qutkirina Ava Firatê. Ev tev bandorê li xizmetguzariya herêmê dikin. Lê tevî zehmetî û astengiyan jî Desteyê heta asteke bilind xebat û projeyên mezin li tevayiya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk anîn.

Proje û plansaziya dema pêş

Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojîk di destpêka her salekê de, plansazî û projeyên xizmetguzariyê yên dema pêş diyar dike. Di nav proje û planên paşerojê yên Desteyê li bakur û rojhilatê Sûriyê, tekezî li ser pêkanîna berdewamkirina projeyên ziftê hat kirin, pêkanîna projeya Mexberên Herêmî, tamîrkirina Keracan û çêkirina qebanan.

Encamên civîna salê ya 2022`an ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolijîk

Di civîna salê ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolijî ya 2022`an de, ev biryar hatin dayîn;  Vekirina çar akademiyên ku asta hemû xebatkarên di rêveberiyê de bi pêş bixîne, çêkirina enerjiya tîrêjê ji bo projeyên xizmetguzariyê, herwiha temamkirina lêkolîna plana rêxistinî li bajarê Hesekê û piştre li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, karkirina li ser pirojeyên ziftê, berdewamkirina nûavakirina piran û peydekirina madeya Bîtomîn ji bo hemû xebatên ziftê.