Rojnameya Ronahî

Li dijî zarokan sucên dij mirovî

 

Di nava bêdengiya cîhanê de gelê Efrînê ku koçberî Şehbayê bûne, ji tevayiya mafên xwe bê parin. Li aliyekî êrêşên dewleta Tirk a dagirker û li aliyê dijî dorpêça hikumeta Şamê teybet jiyana zarokên vî geli xistine xeteriyê. Tevî hemû sûcên dijmirovî yên derheqê zarokên Şehabayê jî, cîhan ker, kur û lal e.

Zana Roj/ Şehba

Aloziya Sûriyê 12 sal li  pê xwe hişt. Şer, birçîbûn, girtin, revandin, kuştin û koçberkirin jî hîn berdewam e. Para herî mezin ji êrîşan jî ya herêmên Bakur û rojhiêlatê Sûriyê ye. Di van herêman de yên ku herî zêde êş dîtin û hîn jî dibînin,  zarokên herêma Şehabyê ne.  Zarokên koçberên Efrînê ku li herêma Şehbayê dimînin,  pir zehmetiyan ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça hikumeta Şamê , dibînin. Zarokên li Şehbayê ji tevaiya mafên xwe yên wekî jiyana bi ewle, xwendin û xewin û xeyalên zaroktiya xwe, bê par man e.

Kiryarên dagirkeriyê yên derheqê zarokan de li Efrînê

Dewleta Tirk a dagirker li seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi dehan komkujî  li dijî zarokan pêk anîn e. Bi taybetî jî,  li Efrînê. Dagirkeriyê bi dehan caran, dibistanên zarokan bi awayekî rasterast kiriye armanca êrîşên xwe. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan di êrîşên dewleta Tirk yên li ser Efrînê ku di 20’ê Çileya 2018’an de hatibûn destpêkirin de, zêdetirî 650 welatiyan ku di nav de 95 zarokbûn,  jiyana xwe ji dest dabûn. Herwiha zêdetirî 334 zarok jî birîndar bibûn, gelek ji wan zarokên birîndar jî perçên laşê xwe ji ber êrîşan, winda kirine.

 

 Dijminê mirovahiyê ji xwîna zarokên Kurdan têr nabe

Piştî êrîşên hovane yên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê yên ser Efrînê û berxwedana gelê Efrînê ku 58 rojan bi lehengî  dewam kir, di 16’ê Adara 2018’an de  gelê Efrînê neçar ma ku ji Efrîn derkeve û koçberî herêma Şehbayê bibe. Gelê ku koçberî Şehabayê bûn, xwe di gundewarê herêmê de  bi cih kirin. Herwiha kampên bi navê  Berxwedan, Serdem, Veger, Efrîn û Şehbayê ji xwe re ava kirin. Êrîşên ku 58 rojan dewam kiribû û rewşa koçberiyê, guhartina war û zehmetiyên ku bi gîştî gel tê re derbas bû, herî zêde bandor li ser piskeolojiya zarokan kir. Tevî ku gel koçberî Şehbayê bû jî, lê êrîşên dewleta Tirk ya dagirker ranewastiyan û zêdetir bûn. Her êrişekê wê bû sedemê canekî zarokekî.

Dagirkerî  komkujiyan li pê hev pêk anîn

Li herêma Şehbayê gelê Efrînê ji nûve di bin şert û mercên zehmet de, derfetên jiyanê  afirandin û xwe bi cih kirin, lê dîsa jî ji êrîş û topbaranên dagirkeriya Tirkiyê xilas nebûn. Dewleta tirk ya dagirker,  gelek caran li dijî gel, li dijî zarokan komkujî pêk anîn;  di sala 2019’an de li Til Rifetê, dema ku komeke zarokan dilîstin ew kirin hedef. Di encamê de 10 kes ku ji wan 8 zarok bûn, jiyana xwe ji dest dan. Piştê wê bi demeke kurt disa dagirkiya Tirk  li gundê Aqîbê ya navçeya Şêrawa, malbatek kir hedef û di encamê de malbata ku ji dayîk , bav û zarokekî pêk dihat, şehîd bûn. Di 4’ê Tebaxa 2022’an de, li bajarokê Til Rifetê 5 zarok bi balafira keşfê hatin hedef girtin û keça bi navê Fehîme Reşo ya 17 salî di encama wê êrîşê de Şehîd bû û hevalênwê jî birîndar bûn. Di sala 2022’an de bi gîştî 10 zarokên li herêma Şahba di encama êrîşên dagirkeriyê de jiyana xwe ji dest dan.

 Dorpêça hikumeta Şamê 15 hezar zarok ji xwandinê qut kirin e

Li herma Şehbayê tenê kiryarên dewleta Tirk a dagirker nebûn, li kêleka êrîşên dagirkeriyê  hikumeta Şamê li hemberî gel, polîtîka birçîbûnê bi rêya ambargoyê dide teyîsandin. Ev ambargo ji destpêka derbasbûna gelê Efrînê ji herêmê re, bi awayekî domdar tê meşandin. Ji bo derbaskirina madeya sotemeniyê û derman baceyekî pir mezin ji Rêveberiya Xweser werdigirin, bi taybet ev ambargo ji du heyvan de bi awayekî giran li ser gelê herêmê û her du taxên helebê Eşrefiyê û Şêxmaqsud hatiye ferzkirin. Bi hatina demsala zivistanê re hikumeta Şamê derbaskirina  madeyên sotemeniyê ji bo herêma Şehba û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi giştî qedexe kir. Di encama vê siyasetê de dibistanên zarokan hatine sekinandin û 15 hezar xwendekar ji xwendinê hatine qutkirin.

Siyaseta Kuştin û birçîkirinê dewam dike

Dorpêça hikumeta Şamê li ser herêma Şehbayê, bandora xwe li ser tavahî aliyên jiyana civakê û tevgera gel kir, ji wê zêdetir bi taybet rewşa tenduristî ya zarokan ket xeteriyê. Di nexweşxaneya herêma Şehbayê û ya her du taxên Helebê de, bi dehan zarok bi nexwşiyên zivistanê yên weke (Rebû û Îltîhab qesebat û hwd…) ketine. Ev nexweşî di encama sermagirtinek giran de rû didin. Tevî rewşa dorpêçê û tunebûna madeyên tedawîkirinê, lê dîsa jî nexweşxaneyên herêmê tavahî zarokan pêşwazî dike da ku rêjeya nexweşiyan zêde nebe.

Siyaseta hikumeta Şamê weke kuştina hêdî hêdî em dikarin bi nav bikin. Herî dawî di encama dorpêça hikumeta Şamê de, li Helebê zarokê  bi nav Wîsam Sîdo yê 4 salî û Hisên Ebdallah Kîbar yê 17 rojî, di encama sermayê de jiyanan xwe ji dest dan. Tevî hemû kiriyar û sûcên li dijî zarokên Efrînê jî, weke her car rêxistinên mafên mirovan xwe ker , kur û lala dikin.

Hêjayî gotinê ye ku bi gîştî hejmara zarokên ku di her 5 kampên koçberên Efrînê yên herêma Şehbayê, taxên Helebê Şêxmesud û Eşrefiyê zêdetirî 35 hezar zarokanin.