Rojnameya Ronahî

Dorpêça Şêxmeqsûd û Şehba beşekî ji itîfaqa Esad û Erdogan e!

 

DILYAR CIZÎRÎ

 

Hikûmeta Şamê û Tirkiyê ku dijminatiyek mezin di navbera wan de hebû, li gorî daxuyaniyên Erdogan di şert û mercên heyî de wê tu carî nikaribin lihev werin û pirsgirkên xwe çareser bikin. Di vê demê de nêzî hev dibin û di asta wezîrên Parastinê hevdîtin pêk anîn. Niha jî behsa hevdîtinên di astên jordetir jî tê kirin. Şêfê van hedîtinan jî Rûsya ye.

Hemû hevdîtin, bi serkêşiya Rûsiya û Serokê wê Pûtin pêk hatin e. Niha jî amadekariyên zêdetir ên pêşxistina hevdîtinan tê kirin. Di rewşeke wiha de Emarîka diyar dike ku ew li dijî lihevhatina bi Serokê Sûriyayê Beşar El-Esad e û bang li hemû welatan dike ku li hevhatinan bi wan re neke. Lê em dinerin welatê ereb Îmarat ku bêyî Emarîka nikare tu gavan bavêje, behsa hevdîtinên bi Esed re dike û di heman demê de dixwaze di hevdîtinên rayedarên hikûmetên Şamê û Enqerê re de jî rol bilîz e.

Ketina Imarat a ser xeta lihevhatina bi hikûmeta Beşar El-Esed,  gumanan çêdike. Di nerîna min de gavên Erdogan ji bo hevdîtina di navbera xwe û Beşar el-Esad, bi agahî û xebera Emarîka ye jî. Ew jî hesabê dikin ku Erdogan wê piştî hilbijartinan jî bimîne û destê wî hîn zêdetir bi aliyê Rûsiya ve wê xurt bibe.

Lewma pêwîste mirov baş bibîne ku Emarîka jî beşekî plan û itîfaqên di herêmê de têne lidarxistin û li gorî berjewendiyên xwe destwerdanê di her tiştekî de dikin. Ketin Imarat a ser xeta lihevhatine bi hikûmeta Esed re jî, di vê çarçoveyê de pêk hatiye. Li gorî şîrovekirina hin lêkolîneran hikûmeta Erdogan di van mijaran de ji bo hilbijartinên Tirkiyê yên pêş, dixwaze gavan bavêje.

Ev Itîfaq û hevdîtinên di navbera hikûmeta Şamê û Enqere de, di serî de li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê herêmê ye. Dorpêça şidandî ya li dijî herêma Şehba û taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî yek ji encama wê ye. Ji ber wê jî em dinerin hikûmeta Şamê li ber çavên Rûsiya, Îran û hemû cîhanê bi sedhezaran koçberên Efrînê yên li Şehbayê û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xistine dorpêça şidandinê.

Ji ber wê jî em dinerin tevî ji ber dorpêça hikûmeta Şamê, zarokên bê guneh ji serma jiyana xwe ji dest didin. Ev jî sûcê şer û binpêkirina hemû yasa û zagonên navdewletî ye, lê tu alî dengê xwe nakin. Naxwazin van rastiyan bibînin û hikûmeta Şamê û dewleta Tirk mehkûm bikin.

Dibe hin kes bêjin dorpêça li Şehba û Şêxmeqsûd ne tiştekî nûye, raste ji berê ve dorpêç hebû lê tu carê di vê astê de ne hatiye meşandin. Bi vê jî armanc dikin rêveberiya xweser hîn zêdetir tengav bikin.

Beşekî din ê itîfaqên wan jî, em dinerin di nava civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê de mijarên wan lihev kirine û dawî li hebûna me bînin, têne belavkirin. Di encamê de her çendî em dibêjin Rûsya serkêşiya plana hevdîtinên wan dike, lê xuya dike ku Emarîka jî ji van hevdîtinan ne dûre.