Rojnameya Ronahî

Karayilan: Sala 2023’an wê bibe sala ‘Serketina Mezin’

 

Navenda Nûçeyan

Mûrat Karayilan diyar kir ku sala 2023’an wê bibe sala serketina mezin û got, Îro ji Îmraliyê heta hemû qadên siyasî berxwedaneke dîrokî heye, lê navenda berxwedanê qadên ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji Zapê heta Dêrsimê lê bi cih bûne ne.

 

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan li ser cîhaz, ji gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li qada şer re axivî û derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker nirxandin kir.

Mûrat Karayilan di destpêka axaftina xwe de şehîdên berxwedana sala 2022’an bi rêz û hurmet bi bîr anîn û got: “Em ê li ser soza xwe ya dilsozî û serketinê ya ji bo şehîdên xwe bin. Ew nirxên me ne, bingeha hebûna me ne. Em wan wek ronahiya serkeftinê, pêşengên azadiya Kurdistanê, dibînin û di rêya serketinê de wê bibin çavkaniya hêza me.”

 

’Dijmin di sala 2022’an de derbên giran xwarin’

Karayilan diyar kir ku wan, saleke girîng li pey xwe hiştin û wiha dewam kir: “Sala 2022’an bû sala berxwedaneke mezin. Weke ku tê zanîn dijmin hesab kiribû ku wê di sala 2022’an de bi ser bikeve, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo berdewam kir û zextên xwe yên li ser gelê Kurd û siyaseta Kurd girantir kirin. Ji aliyê din, di êrîşa xwe ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybet li dijî Zap, Metîna û Avaşînê de, xwest di nava çend hefteyan de encamekê bistîne. Tevî hemû derfetên teknolojîk ên di destê dagirkeriya Tirk de, bikaranîna çekên ku ji aliyê cîhanê ve hatine qedexekirin û hemû piştgiriya PDK’ê jî, ew di sala 2022’an de bi ser neket û derbên giran xwar.

Karayilan da zanîn ku dewleta Tirk di sala 2022’an de bi dagirkirina sînorên Mîsak- Millî xwest bigihêje encamê û got, bi saya berxwedana gerîlayan dagirkerî li Zap, Metîna û Avaşînê asê ma. Dagirkeriya Tirk navê êrîşên xwe kiribû ‘Pençe-Kilît’, lê bi xwe li Zapê asê man. Çend roj şûnd de 9 meh derbas dibin û lê dijmin hê jî hemû qadên ku dixwest dagir bike, nekariye dagir bike.

’Ev berxwedan xwedî roleke dîrokî ye’

Karayilan derbarê lehengî û berxwedana dîrokî ya girîlayên  azadiyê de wiha got: “Ev di dîroka gelê me de tiştekî nû ye. Berxwedana li rojhilatê Zapê di dîroka gelê me de yekemîn e. Tişta ku qewimî, mînakeke mezin e ku komeke şervan çawa artêşeke birêkûpêk û xwedî çek, têk dibe. Ya duyemîn jî girîngiya siyasî û civakî ya vê berxwedanê gelekî mezin e. Ji bo gelê me û ji bo me ev berxwedan, berxwedana hebûnê ye. Vê berxwedanê rê neda hikûmeta AKP-MHP’ê ku polîtîkaya qirkirinê bi ser bixe. Ev berxwedan xwedî roleke dîrokî ye. Ji ber ku ger hikûmeta AKP-MHP’ê di şerê van 2 salên dawî de serkeftî bibûye, wê xwe li Tirkiyeyê mayînde bikira.”

 

’Sala 2023’an wê bibe sala serketina mezin’

Karayilan diyar kir ku sala 2023’an wê bibe sala azadiya gelê Kurd û Rêber Apo û wiha got: ” Sala 2023’an wê bibe sala serketina mezin û têkçûna rejîma qirker a faşîst. Bêguman helwesta li Îmraliyê, berxwedana li hemû zindanan, berxwedana li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêk hat, gelekî bandor kir. Lê belê navend; Zap, Avaşîn û Metîna ye. Ger li vir bi ser biketana, wê dijmin zêdetir zext li Rêber Apo bikira ku gav bi paş de biavêje û wê siyaseta Kurd, demokratîk û çep hîn bêhtir biperçiqanda. Îro ji Îmraliyê heta hemû qadên siyasî berxwedaneke dîrokî heye, lê navenda berxwedanê qadên ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji Zapê heta Dêrsimê lê bi cih bûne ne.”

’Yên vê berxwedanê pêk tînin, yên herî zêde nêzî Rêbertî ne’

Mûrat Karayilan da zanîn ku jin û mêrên Kurd ên ku li ser esasê îdeolojiya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin, berxwedaneke bêhempa nîşan didin û wiha dewam kir: “Ev 9 meh in li hemberî êrîşên dijwar ên bi her cure çekên kîmyewî berxwedan, ne bûyerek asayî ye. Fermandarê berxwedana Şehît Şahîn hevrê Bager Gaver gotibû;’Bi vê berxwedanê re em xwe bêhtir nêzî Rêbertî dibînin.’ Belê, yên vê berxwedanê pêk tînin, hevrêyên herî zêde yên nêzî Rêbertî ne. Em ji bo bi Rêbertiya xwe re bibin hevrêyên dilsoz, di nava têkoşînê de ne û yên ku îro pêşengiya vê têkoşînê dikin, hevrêyên ku di qadên berxwedanê de vî şerî dimeşînin; Îro dîrokê dinivîsînin, îro pêşengiya vê govenda berxwedanê dikin.”

’Divê em têkbirina dijmin garantî bikin’

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan da xuyakirin ku dijmin di nava tirsê de ye û got, Divê hevrêyên me jî bizanibin ka rolek çawa dilîzin. Îro çavê her kesî li wan e, bi taybetî jî gelê me. Ji ber vê yekê, divê hevrê jî li ser wê yekê bisekinin ku berxwedanê çawa bi serketinê tacîdar bikin. Em bawer in ku hevrêyên me yên ku ev 9 meh in li hemberî dijmin xwedî ezmûn in, wê dawiya dijmin jî bînin. Dijmin bi lez û bez e, di nava tirs û panîkê de ye, ji ber ku dizanin ku eger hewa biguhere, wê nikaribin xwe li dora çeperên berxwedanê bigirin. Ger derfet bê bidestxistin, tîmên qadê dikarin zêdetir rola xwe bilîzin. Pêvajoya têkbirina dijmin dest pê kiriye, divê em vê pêvajoyê heta dawiyê bimeşînin û têkbirina dijmin garantî bikin.”