Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

                                  Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye hêviya hemû jinan

11/01/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Divê hikumeta Şamê dorpêça li ser Şehba rake
Share on FacebookShare on Twitter

Sozdar Demîr

 

‘Jin, Jiyan, Azadî’, ev duruşme ji berxwe nehatiye gotin. Xwediyê vê duruşmeyê mîmarê azadiyê Rêber Apo ye û Rêber Apo jî van sê hevokên zêrîn weke diruşmeyekê pênase nake, vê hevokê weke bingeha azadî û jiyanê digire dest; weke felsefeya sedsala 20’an pêşkêşî jin û civakan dike.

Rêber Apo ji civaka neolotîk û şoreşa çandiniyê heta niha, rewşa jinê di her warî dahûrand û di nirxandinê xwe de ragihand ku bingehê jiyana rast ya civakê, jina azad e.

 

Ev nirxandin êdî bûye paşxaneya tevgereke cîhanî û jin li her derê bi vê siloganê li dijî pergalên serdest diqîrin.Ev hevoka ku ji aliyê Rêber Abdulah Ocalan ve hatiye gotin, bi salane bûye çirûska hêviya hemû jinan. Di bin vê siloganê de îro bi hezaran jin li her deverê têkoşîn dikin.

Jinên ku xwediyê fikir û felsefeya Rêber Apo ne ji bo maf û azadiya xwe tenê, ji bo her kêliya jiyanê têdikoşin. Mînaka jinên ku em qala wan dikin jinên pêşeng ku ji bo azadiya jinê li her devera cîhanê de berxwedan kirine ye. Îro dewletên cîhanê ji hêz û vîna jinê ditirsin. Lewma li her cihî, teybet li Kurdistanê jin di hedefa deshilatdaran de ne. Jinên weke Sakîne Cansiz, Evîn Goyî, Jiyan Tolhildan, Nagîhan Akarsel û herweke din, bi hezaran jinên ku li pey maf û azadiya jinê de bûn bi planên qirêj hatin hedef girtin. Gelo çima jin? Di şexsê jinê de dixwazin civakê lewaz bikin û fikrê ku Rêber Apo ji me jinan re pêşkêş kiriye ji holê rakin. Lê dewletên desthilatdar ku bi kuştin û qetilkirina pêşengên civakê sistema xwe ava dike, tu caran serneketine.

 

Sakîne Cansiz û Evîn Goyî ji bo me tevahî jinan mîrasek pir mezinin, mîrasê ku wan ji bo me jinan hiştiye em ê jî weke jin heta dawiyê lê xwedî derbikevin. Jin wê tu carî tavîz nede hovîtiya desthilatdaran  û wê hesabên hemû komkujiyan jî, ji kojeran bipirse. Em xwedî Rêberek weke Abdulah Ocalan in. Wî di hemû kêliya jiyanê de ji bo maf û azadiya jinê têkoşîn kiriye. Lewma çawa ku Rêber Apo dibêje; ‘azadiya jinê azadiya civakê ye’ em jî Rêber Apo ji xwe re weke sembola jiyanê û azadiyê dibînin. Ji ber ku Rêber Apo di cîhanê de yekem Rêbereke ku jinê weke mîmarê azadiyê û weke jiyan, bi nav dike. Em ê jî vê tekoşîna azadiyê bi silogana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ yê bigîhînin lûtkeyê.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.