Memed Serdar
Taybetmendiyê dewlet di nava xwede derew, xapandin, bê exlaqî û hemû cûre neheqî dihewîne. Lê mirovên di bin banê wî dewletêde jiyan dikin gelek ji wan yên ne xwendî û nezan vê rastiyê nizanin pê ne hesiyane. Ji ber wê heta roja îro dewlet dikarin mirovan bi heman derewan bixapînin. Civakên asta xwendinê bilind be û xebatên îlmî û fikrî pêşde be, li hember van taybetmendiyên dewletan asteke pir mezin şiyarbûn pêşdikeve. Her wiha civakeke kar û xebatê îlmî û fikrî pêşketibe, bi xwere îrade û fikirandina azad pêşdixîne. Ev rastî roj bi roj pêwîstiya dewlet kêm dike û bi demêre saziya dewletek xûrt û desthilatdar namîne. Sazîyek biçûk ku çend mijarên xizmetgûzarî rêxistin bike û ji derve temsîla wê civakî bike dimîne. Hebûna saziya dewletê weke niha civak nefikirîn e û ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî û çînî jî, civak tevahî qurban kirin e.
Dewletên niha binerin, hebûna wan li ser çi esasî û çi pîvanî ne. Dewletên li rojhilata navîn hene pirsgirêkên ku jiyan dikin, tevahî pirsgirêkên demokratikbûnê ne. Mesela li Îran’ê weke tê zanîn ev 5 meh zêdetirin serhildanên gel hene. Beriya niha jî gelek caran bi sedemên cûda gel rabûn ser piyan. Di wateya gîştî de gelê Îran`ê çi daxwaz dikir. Tevahî serhildanande daxwazê gel hinek din demokratikbûn bû. Ji bo ji desthilatdariya xwe kêmek jî tawîz nedin, bi hezaran kes hatin kûştin.
Her wiha li Sûrîyê jî heman rewş heye. Destpêka serhildanên bahara gelan de gelê Sûrîyê bi daxwaza demokratîkbûnê rabûn serhildanan. Destpêkê daxwaz û xwastekê wan jî pir gûncaw bûn, di asta çend sererastkirinên demokratik de bûn. Dema ku daxwazên gel bi hişkayî û bi êrîşan hat bersivdayîn, rewş her çû girantir bû. Ji xwe dewletên weke marê kor Tirkiyê jî li teniştê bendê tişteke wiha bûn, ka kîjan bikeve ji bo ew jî bixwe. Piştî ku ji dervede jî destdirêjî çê bû alozî û tevlîhevî gîhîşt rewşeke wiha ku çareserî pir zehmet bû. Her du alî gefên pir giran ji hev xwarin û bi taybet jî dewleta dagirker ya Tirkiyê bi tevahî gûhertina nîzam û bi destxistina Sûrîyê kir hedefê xwe û ji bo wî kar kir. Koçberên bin destê xwe, weke bedîlê rêveberiyê Sûriyê xwast amade bike. Lê hemû cîhan li Efrînê dîtin ku çeteyên ku Tirkiye wan perwerde kiriye, tenê dizî, talan û revandina jinan e dizanin.
Aliyê din de jî, rêjîma Sûrîyê heta rojame ya îro li hember daxwazên demokratîkbûnê, ji bo gaveke pir hêsan jî ne amadeye. Bi desthilatdariyê xwe ewqas girêdayîne ku rewşa gelê xwe û daxwaza wan naxwazin bibîhîzin. Ev 10 sal zêdetire şer û alozî heye bi sed hezaran mirov jiyana xwe hûndakirine bi milyonan mirov koçber bûne. Heta niha jî rêveberiya Sûrîyê çareseriyê ku pêşniyar dike, dibêje her kes vegerin cîh û warên xwe wekî ku qet tiştek nebûye em jiyana xwe weke beriya sala 2011’an berdewam bikin. Yek pêşniyarê rêjîma Sûriyê ev e. Ji vê nêzîkatiya wan jî xuya dibe ku ne ji siyasetê ne jî sosyolojiya civakê qet fêm nakin û qet hesab jî nakin.
Li ser ew kas paşverûtî şûna ku bêjin ka em ji qûderê xisarê vegerin başe. Heta niha jî li pey komployên nû digerin. Weke destpêkê me diyar kir, taybetmendiyên dewletan de hemû cûre derew û xapandin hene, ji bo berjewendiyên xwe ger pêwîst kir di şevekê de dost dibin dijmin, dijmin dibin dost. Her du dewletên ku hember demokratîkbûnê berxwedan û ji bo gaveke hêsan jî demokratîk neavêjin jiyana milyonan mirov tûne kirin, bi yek emrek ji Rûsya hat, wezîrê wan bi rê ket û hatin cem hev rûniştin. Li gor gotinê wan demekî nêzde jî serokê van dewletan werin cem hev rûnin. Bi qasî ku berjewendiyên xwe difikirin nîvê wê berjewendiyê gelê xwe bifikirî ba niha çi pirsgirêk nemabû.
Dema berjewendiyê wan her du desthilatdaran bû mijara nîqaşê, dewleta dagirker ya Tirkiyê ew komên bi salane perwerde dikirin û qaşo dixwast wan weke bedîlê hikûmeta Sûrîyê amade bike, di şevekê de dev ji wan berda û bi gotina“Mûxalefetê Sûrî divê pirsgirêkên xwe bi rêjîma Sûrî re çareser bikin“ wan firot.
Rêjîma Sûriyê jî, rûxmî ku dema herî zehmet de ji ber dijminayî ya Sûriyê nekirin, bi çeteyên Artêşa Azad re nebûn yek û hember Sûriyê şer nekirin bûn hedefê dewleta dagirker ya Tirkiyê, vê rastiyê ji bîr kir û careke din ji bo berjewendiyê xwe yê kesayetî û bi encamê zextên Rûsya qebûl kir ku bi dewleta dagirker ya Tirkiyê re hevdîtinan bike.
Ev her du dewletên paşverû û berjewendîperest niha jî hewl didin ji bo desthilata xwe bidomînin cardin hember Kurdan komployek nû pêş bixin. Her yek ji van dewletan rojek bê hesabê hemû kiryarên xwe bidin lê rolê xirabker û dijminane ya Rûsya jî ewê ti car neyê ji bîr kirin.