Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Kirîza Sûriyê wê tenê bi destê gelên Sûriyê bê çareserkirin’

08/01/2023
in ROJEV
A A
’Kirîza Sûriyê wê tenê bi destê gelên Sûriyê bê çareserkirin’
Share on FacebookShare on Twitter

 

Endamê Meclisa Suriya Demokratîk ya herêma Efrînê Mihemed Hesen diyar kir ku armanca civînên sêalî yên di navber hikumeta Şamê, dagirkeriya Tirk û Rûsya de têkbirina vîna gelên herêmê ye û got,  kirîza Sûriyê tenê wê bi destê gelên Sûriyê bê çareserkirin.

Zana Roj/ Şehba

28ʹê Kanûna 2022ʹyan wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar, wezîrê parastinê yê Rûsya Sergey Şoygu û wezîrê parastinê yê hikumeta Şamê Elî Mehmûd Ebas, tevî serokên saziyên îstîxbaratan ên her sê welatan li Moskovê civiyan. Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka aloziya Soriyê ve êrîşî herêmên bakur û rojhilata Sûriyê dike û hewil dide ku vîna gelan bişkîne, herwiha hikumeta Şamê jî tevî kuştina bi sed hezran welatiyên Sûriyê û koçberkirina bi milyonan, heta niha ti guhrtin di zihniyeta xwe ya nejadperest de çênekir û dixwaze ku desthilata xwe vegerîne wekî beriya kirîzê. Li gorî gelek şîrovekarên siyasî, civîna sêalî ya li Moskoyê ji bo berjewndiyên desthilatan e û li ser gelên Sûriyê bi giştî xeter e.

 

Derbarê civîna sêalî ya di navbera wezîrên parastinê yên Sûrî, Tirkî û Rûsyayê û armancên wê, endamê Miclisa Sûriya Demokratîk ya Herêma Efrînê Mihemed Hesen ji me re axivî.

Hesen diyar kir ku hikumeta AKP-MHP’ê ber bi hilweşandineke mezin ve diçe û wiha got: “Herdem beriya hilbjartinên Tirkiyê, Erdogan serî li tevayiya rêbazên bê exlaqî dide û gelek tevlheviyê li herêmê derdixe. Di dema neha de jî planên qirêj yên li dijî gelên herêmê datîne. Yek ji van palanan jî lihvikrina bi hikumeta Şamê re ji bo qirkirina gelên herêmê û têkbirina projeyên demokratîke. Di van demên dawiyê de hikumeta AKP ber bi hilweşandineke aborî, civakî û siyasî ve diçe. Êdî gelê Tirk nerazîbûnên xwe dide nîşandan û li dijî desthilatdariya AKP derdikeve.”

’Erdogan wê bi hêsanî dest plana dagirkirina Sûriyê berned e’

Hesen da xuyakirin ku civînên sêalî ku tên lidarxistin di bin zexta Rûsya de pêk tên û  got: “Hikumeta Şamê di van lihevkirinan de nikare tu biryaran bigire, ji ber ku Îran ji van lihevkirinan ne raziye, Esed jî wê gavan neavêje. Herwiha Erdogan jî dixwaze carke din hikumeta Şamê bixapîne û  wê bi hêsanî dest ji projeya xwe ya dagirkirina xaka Sûriyê bernede.”

’Armanc civînên Sêalî yên Mosko Têkbirina vîna gelan e’

Hesen da zanîn ku hikumeta Şamê , dagirkeriya Tirk û Rûsiya dixwazin rê li ber çareserkirina kirîza Sûriyê bigrin û wiha got: “Rûsiya, dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê  dixwazin li hesabê xwîna gelan lihevkirinekê bikin, herwiha hewil didin Rêveberiya Xweser lawaz bikin û têk bibin. Ji ber ku ew dizanin ku projeya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhiulatê Sûriyê riya çareseriya kirîza Sûriyê û bidawîkirina şere, hwil didin ku wê têk bibin. Ji ber dewlemendiya erdîngariya Rojava, hêzên dagirker her yek ji aliyê xwe ve dixwaze xaka me dagir bike û li gorî wê planêna xwe datînin.”

’Divê gelê Sûrî yê li herêmên dagirkirî ji xwena xwe şiyar bin’

Endamê Meclisa Sûriya Demokratî ya herêma Efrîn Mihemed Hesen banga li gelê Sûrî yên li herêmên dagirkirî kir ku rê nedin dagirkeriya Tirk we ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne û axaftina xwe wiha qedand: “Dadirkeriya Tirk tu caran ji bo berjewendiyên gelên Sûriyê ti tişt nekiriye, berovajî wê herdem ji bo berjewendî û planên xwe yên qirêj gelên Sûriyê dike qurban. Bela herkes baş zanibe ku dagirkeriya Tirk li ser tevayiya herêmê xetere. Em banga gelê Sûrî yê li herêmên dagirkirî dimînin dikin ku bila bi siyaseta qirkirin û talankirinê ya Erdogan neyên xapandin, êdî divê gelê Suriyê ji xewna xwe şiyar bibe, Erdogan tenê ji bo firehkirina dagirkeriya xwe û ji bo berjewendiyên xwe tevdigere, ji ber wê çareserkirina aloziya Suriyê tenê wê bi destê gelên herêmê bê kirin, gel dikarin tavahî pilanên dagirkeran têk bibin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.