Rojnameya Ronahî

Erdogan wê 2023 jî bike sala şer

 

Zekî Bedran

Em ketin sala 2023’an. Di şerê Ukrayna yê ku hemû cîhan bandor kir de çareserîyek derneket. Ev şer kengî û çawa bi dawî bibe ne diyare. Ya rast, şer di navbera DYA, NATO û Rûsya de tê meşandin. Dijberî û aloziya di navbera DYA û Çîn`ê de jî bi zêdebûn dewrî  sala 2023 bû. Rojhilata Navî jî rewşa xwe ya bi aloz û bi şer didomîne.

Îran hewl dide rewşa xwe biparêze û dixwaze li herêmê çalakbûnê xwe bidomîne. Lê tevgerê ku  di pêşengtiyê jinan de çend mehên dawî yê sala 2022 an de derket, rêjîma Îran`ê tengav kir. Tê dîtin ku, sala 2023 de jî Îran di nava van pirsgirêkande wê bigevize û rêjîm pêşengtiyê bide parastina xwe. Reform çêkirin û daxwazên gel pêşwazî kirin, demokratîkbûn ji xwe re weke zeîfatî û xetereyek ku rêjîm bê hûndakirin dibînin. Bi nave dîn û dewlet mirovan bi darvekirin, wekî ku di kesayetê kolberan de tê dîtin, hemwelatiyên ku mehkûmê xizaniyê hatine kirin bi rehetî tên kûştin. Bi navê dewlet bi rehetî mirovan dikûjin.

Tirkiyê hêzekî serekeye ku li Rojhilata Navî, dû desthilatdariyê dibeze û bi dagirkeriyê xwe yê li Îraq û Sûrî aloziyan kûrtir dike. Faşîzma Erdogan û Baxçelî li Tirkiyê hemû destkeftiyên demokratîk kirin hedefê xwe. Ji hedefa endamtiya Yekîtîya Ewropa her ku çû dûr ketin. Li hûndir jî hember gelê Kurd êrîşeke dijwar pêşxist. Bi hezaran mirov girtin, zîndanan tijî kirin. Partiya HDP û Kurd li derve hate hêştin, ji bo qetlîman hewldan binge hamade bikin. Li Îraq û Sûrî şer kûrtir kirin. Mixalefet jî di navde hemû kes tevlî şer kirin.

Erdogan, li Zap, Metina û Avaşin’ê ji meha Nisanê vir de êrîşeke giran dimeşîne. Çekên kîmyawî jî di nav de gelek çekên qedexekirî bikar tîne û sûcên şer ên giran dike. Rûxmî vê jî encamê ku dixwast bi dest ne xistiye. Li Zap`ê nebû ji ber vê berê xwe da Rojava û bakûr û rojhilatê Sûrî. Roja 20`ê Mijdarê êrîşên herî berfireh ya salên dawî pêk hanî. Lê ji ber ku di bejahî de serkeftin wiha hesan nîne, niha jî di sponseriya Rûsya de herêma xweser û destkeftiyên demokratîk dixwaze ji holê rake. Erdogan ji bo tasfiyeya Kurdan misoger bike dixwaze bi rêveberiyê Şam`ê re li hev bike. Bi DYA û Rûsya`yê re li hev bike êrîşên esmanî bidomîne û hinek herêman dagir bike jî, lê Rêveberiyê Xweser teslîm nabe û gel berxwe dide û destkeftiyan diparêze.

Erdogan dixwaze, jî tengasiyên Rûsya yê li Ukrayna sûdê werbigre û li Sûrî gavên bi bandor bavêje. Hember vê Rûsya pêşniyara “bi Esed re li hev werin û bihevre herêmên xweser tasfiye bikin“ kir. Baldarî lê binerin, ev demeke dirêj e Rûsya li ser mafê Kurdên Sûrî naskirinê tiştek nabêje. Demên berê, ji bo Kurdan xweseriya çandî pêşniyar dikir. Piştî ku bi rêveberiyê Tirkan têkîliyê xwe pêş xistin edî van peyvan bikarnaynin. Ji ber ku rêveberiyê Erdogan hebûna Kurdan û mafên Kurdan bi gîştî bi tî şêwazî qebûl nake.

Erdogan ew kesên çeteyên çekdar ên îxwancî, El Nûsra û DAÎŞ`î li dora xwe kom kiriye û bi vana dixwast rêveberiya Esed tasfiye bike. Ji van çeteyan hikûmeta demkî û A.N.S (Artêşa Netewî Sûrî) ava kir. Lê di dawî de pes kir. Edî fêm kir ku nikare rêveberiya Şam`ê tasfiye bike. Cîhan a rojava naxwaze Esed tasfiye bibe. Rûsya û Îran bi eşkereyî Sûrî diparêzin. Dema a Tirkîyê jî pir kêm maye. Ew komên ku bikar dihanî jî weke piyonan lê hatin û nasnemeyeke wan siyasî û îtîbarê wan nema. Artêşa Tirkan heta kengî wan biparêze û fînanse bike? Hedî ev jî weke pirsgirêkek lê hat. Hebûna bi milyonan koçberên Sûrî yên li Tirkiyê ne zîvirî amurek dijberiyê Erdogan. Hember van koçberan, di Civaka Tirkiyê de nerazîbûn zêde bûn. Hilbijartin jî nîzîk bûn. Aborî bin sifrê ketiye. Erdogan van hilbijartinan ji bo xwe weke pirsgirêka hebûn û nebûn ê digre dest. Ji ber van sedeman razî bu ku, bi rêveberiya Şam`ê re li hev were.

Bi rêveberiyê Şam`ê re hewldana li hev hatinê, ji bo li Sûrî şer xelas bibe û çareseriyek mayînde çêbibe nîne. Pirsgirêkekî wan e, Sûrî birînên xwe bipêçe nîne. Berovajî vê dixwazin li Sûrî şer û nakokiyên nû zêde bikin. Yanî siyaseteke wan weke‘’min dijminayîya we kir, min Sûrî ber bi hilweşandinê bir, hember Kurdan qirkirina qewmî kir, bi deh hezaran çete rêkir ser we. Hedî ez wan kiryaran bi dawî dikim û ji herêmên dagirkirî ezê paşde bikşînim“nîne. Ji rêveberiya Esed re dibêje, ‘’Tû jî, ji herêmên xweser û ji demokratîkbûnê acizî, ez jî naxwazim Kurd bibin xwedan statû. Were em bihevre van hêzan belav bikin, tasfiye bikin’’. Bi Şam’ê re ji bo hevdîtin bikin û li hev werin çikas lez dikin! balkêşe, demeke dirêj dixwast hilweşîne û li her derê Esed, weke çavkaniya xerabiyan dida xwuyakirin, û niha ji bo ku li hev werin pir lez dikin.

Gelê Kurd baş dizanin ku niyetê Erdogan pir xirabe. Ji ber wê dizanin ku, wê sala 2023 an de tekoşînek hîn zehmettir û girantir hebe. Hember faşîzma Tirkan ne lihev hatin, hesab pirsîn pêwîste. Gelê Rojhilata Navî û Sûrî divê li gor vê rastiyê tevbigerin. Tevgera li gor vê rastiyê wê paşroja heremê diyar bike.