Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ʹCivîna sêalî komployek li dijî gelê Sûriyê yeʹ

04/01/2023
in ROJEV
A A
ʹCivîna sêalî komployek li dijî gelê Sûriyê yeʹ
Share on FacebookShare on Twitter

 

4 partî û hêzên siyasî bi daxuyaniyeke hevbeş civîna sêalî ya wezîrên parastinê yên dewleta Tirk, hikumeta Şamê û Rûsyayê wek komployeke li dijî gelê Sûriyê bi nav kir û rola Rûsyayê şermezar kir.

4 partî û hêzên siyasî li ser civîna sêalî ya di navbera wezîrên parastinê yên dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Şamê û Rûsyayê de daxuyaniyek hevbeş da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 28ʹê Kanûna 2022ʹyan wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar, wezîrê parastinê yê Rûsya Sergey Şoygu û wezîrê parastinê yê hikumeta Şamê Elî Mehmûd Ebas, tevî serokên saziyên îstîxbaratan ên her sê welatan li Moskovê civiyan.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ev civîna biguman a ku encamên wê nehatin eşekirin, komployeke mezin li dijî gelê Sûriyê, hêvî û fedekariyên wê ne ku di nava 11 salên dawîn ji bo azadî û rûmetê dane. Dê encamên vê komployê li ser hemû xebatên bi armanca dîtina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyê re  xetere bin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rejîma Şamê û ya Tirkiyê sedemên dirêjkirin û kûrkirina aloziya Sûriyê ne û wiha hate domandin: “Ji ber vê yekê ev her du rejîm nabin sedemên çareseriyê ku gelê Sûriyê li bende wê ne. Her lihevkirin an jî peymanek di navbera herdu rejîmên navborî de nakevin xizmeta gelê Sûriyê û hêviyê wê. Lê belê dikevin xizmeta berjewendiyên herdu aliyan û siyasetên wan ên xirabker ên li herêmê.”

Partiyan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku armanca sereke ya civînê ew e ku li ser têkbirina doza kurdî, projeya Rêveberiya Xweser û tunekirina QSDʹê ye li hev bikin û hate gotin: “Em her civîn a lihevkirineke ku çareseriyeke rasteqîn ji aloziya Sûriyê nebîne, red dikin. Em helwesta Rûsyayê şermezar dikin ku herdu alî anîn gel hev û rojekê ji bo dîtina çareseriyê hewldan nekiriye, berovajî vê  beşdarî wêrankirina Sûriyê û koçberkirina gelê wê bûye.”

Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên nîştimanî yên demokrat û kesayetên welatparêz hate kirin ku li derdora rojeya MSDʹê kom bibin û li hemberî komployên ku şoreşa gelê Sûriyê, nirx û armancên wê dikin hedef, bisekinin.

Her wiha bang li hêz û partiyên siyasî yên kurdî hate kirin: “Nakokiyên xwe deynin aliyekî ji bo avakirina yekitiya neteweyî û xurkirina eniya hundirîn kar bikin da ku ji komployên ku li ser doza me têne kirin bibin bersiv.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Çaresekirina aloziya Sûriyê ne bi lihevkirinên li ser rijandina xwîna gelê Sûriyê, lê belê bi diyalogên sûrî-sûrî yên cidî, pêkan e.”

Partî û hêzên ku daxuyanî dane ev in: Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Yekitiya Karkerên Kurdistanê (YKK), Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê.-ANHA

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
Hebûna jin di Şandeya Kurdî de
JIN

Hebûna jin di Şandeya Kurdî de

15/06/2025
XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E
HAJMARA PDF

XWEPARASTIN HÎMA JIYANA AZAD E

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.