Rojnameya Ronahî

Besê Hozat: Divê dewleta Tirk bê darizandnin

 

Navenda Nûçeyan

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku komkujiya 23’ê Kanûnê ya li Fransayê bi fermana Erdogan û ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin û got, divê Fransa vê komkujiyê eşkere bike û dewleta Tirk darizîne.

 

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat tevlî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haberê bû û komkujiya li Parîsê ya 23’ê Kanûna 2022’an nirxand.

 

Besê Hozat diyar kir ku komkujiya Parêsê ya 23’ê Kanûnê êrîşa li dijî gelê Kurd e û wiha got: “Li her deveran êrîş li dijî pêşengên tevgera jinên Kurd, li hemberî kadroyên pêşeng hatin kirin. Bi giştî êrîş li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd hate kirin. Di şexsê jinên Kurd de êrîş li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd û tevgera giştî hate kirin. Lewma êrîşa li dijî gelê Kurd e.”

’Teqez beşek ji îstîxbarata Fransayê di nava vî karî de ye’

Besê Hozat bal kişand ser aliyên Ku di komkujiyê de xwedî rolin û wiha got: “Nepêkane ku îstîxbarata Fransayê ne di nava vî karî de be. Li saziyên ku li gorî qanûnên Fransayê hatine avakirin û qaşo ji aliyê Fransayê ve têne parastin, pêkhatina komkujî û cînayetên bi vî rengî, berpirsyarî û rola Fransayê ya di vê mijarê de bi şênberî radixe pêş çavan. Em naxwazin kesî bixin bin gumanan, lê belê teqez beşek ji îstîxbarata Fransayê di nava vî karî de ye. Ji polîsên Fransayê jî hin kes di nava vî karî de ne. Ji dewleta Fransayê hin kes di nava vî karî de ne. Ev nebe, gelo pêkan e ku bê kirin? Gelo MÎT kare bi tena serê xwe bê, dewleta Tirk bê û li paytexta Fransayê li saziyeke siyasî, li saziyeke gal van komkujiyan bike?.”

 

Besê Hozat  da xuyakirin ku yên ev komkujî kirine divê teqez hesab bidin û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk a faşîst divê hesabê vê bide. Kiryarên herdu komkujiyan eşkere ye. Dewleta Tirk e. Eşkere ye, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ye. Dîktatoriya faşîst e. Ya ku ev kir, MÎT bi xwe ye. Tenê bi girtina tetîkkêş ev mesele çareser nabe. Tenê bi sûcdarkirina tektîkkêş ev mesele çareser nabe. Ji xwe hîn jî dibêjin cînayeteke nijadperest e. Çi eleqeya xwe bi meseleyê heye? Ji bo Omer Guney jî digotin, yekî paranoyak e, nexweş e. Ew jî tetîkkêşê Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê bû.”

’Divê Fransa rastiyê eşkere bike’

Besê Hozat da xuyakirin ku divê Fransa komkujiya 9’ê Çileyê jî ronî bike û wiha dewam kir: “Ya rast komkujî ji xwe ronî bûye, komkujiyeke eşkere ye. Ya ku komkujî kiriye dewleta Tirk e. Bi fermana Erdogan ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin. Ya ku divê Fransa bike çi ye? Eşkerekirin e. Eşkerekirina rastiyê ye. Avakirina zemîna hesabpirsîna ji dewleta Tirk e. Darizandina dewleta Tirk û Erdogan e. Darizandina MÎT’ê ye. Darizandina hevkarên MÎT’ê yên li Fransayê ne. Darizandin û hesabpirsîna ji wan e. Ya ku divê Fransa bike ev e.”

 

’DAÎŞ û dewleta Tirk tifaqê bi hev re dikin û Tifaqa wan jî stratejîk e’

Besê Hozat da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan şerê qirkirinê dimeşîne û wiha got: “Dewleta Tirk,  dewleteke qirker û kujer e. Li her devera cîhanê terorê belav dike. Bi salan hevkarî bi DAÎŞ’ê re kir. Teqînên ku DAÎŞ’ê li Ewropayê kir teqez hemû bi hevkariya MÎT’ê kir. MÎT’ê organîze kir. Li pişt wan dewleta Tirk heye. Beriya niha li Fransayê teqîn çêbûn. Li welatên cuda yên Ewropayê teqîn çêbûn. Ev hemû ji aliyê MÎT’ê ve hatin birêxistinkirin. DAÎŞ û dewleta Tirk tifaqê bi hev re dikin. Tifaqa wan jî stratejîk e, hêzeke hevalbendên hev e. Bi salan e bi hev re dixebitin. Li dijî Kurdan şerê qirkirinê dimeşînin. li dijî gelên herêmê, li hemberî mirovahiyê komkujiyan dikin, êrîşan dikin. Têkiliya dewleta Tirk a bi DAÎŞ’ê re li pêş çavan e. Dewleta Tirk li gelek deveran DAÎŞ’ê weke tetîkkêş bi kar tîne. Ji bo dewletên Ewropayê bikişîne ser xeta xwe û polîtîkayên xwe bi cih bîne, DAÎŞ’ê li dijî Ewropayê bi kar tîne. Bi rêya DAÎŞ’ê terorê li Ewropayê dike. Dewleta Tirk niha jî bi rêya çeteyan, bi rêya DAÎŞ’ê şer derbasî Ewropayê kiriye.”

’Divê  berxwedan dewam bike’

Besê Hozat  da xuyakirin ku divê berxwedana gel dewam bike û got: “Gelo êrîşa li Fransayê ne li dijî gelê Fransayê ye? Di heman demê de êrîş li dijî gelê Fransayê ye, li dijî mirovahiyê ye. Li hemberî civaka Ewropayê, nirxên wan e. Gelê me ji roja destpêkê ve nerazîbûneke bêhempa nîşan da. Bi rastî jî nerazîbûn û helwesteke gelekî xurt nîşan da. Ez vê sekna esîl û bi rûmet a gelê me silav dikim. Heta ku ev komkujî bê reonîkirin, heta ku komkujiya 9’ê Çileyê bê ronîkirin, heta ku dewleta Tirk bê darizandin û hesab bide, divê berxwedan dewam bike.”

’Em ê hesab ji dewleta Tirk bipirsin’

Besê Hozat diyar kir ku bi saya berxwedana gel rayedarên Fransayê nerazîbûnên girîng nîşandan û wiha got: “Komkujiya Parîsê tê nîqaşkirin. Nerazîbûnên cidî derketin holê. Ji rayedarên Fransayê nerazîbûnên girîng hatin nîşandan. Helwest, daxuyanî hebûn û ev hemû bi saya berxwedana gelê me çêbûn. Eşkere ye. Me dît ku eger em berxwedêriya xwe hîn bi xurtî bimeşînin, em ê teqez encamê bi dest bixin. Em ê hesab ji dewleta Tirk bipirsin. Em ê rewşeke welê biafirînin ku dewleta Tirk bê darizandin. Fransa jî neçar bimîne ku rastiyan eşkere bike.”

’Dewleta Tirk êrîşên qirkirinê derbasî derveyî çar parçeyên Kurdistanê jî kiriye’

Besê Hozat da zanîn ku dewleta Tirk a dagirkedr hewil dide ku Eweopayê bikşîne ser xeta xwe û wiha got: “Komkujiya Parîsê ya 23’ê Kanûnê dewama komkujiya 9’ê Çileyê ye. Ya rast dewam û parçeyek ji êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdan e. Dewleta Tirk êrîşên qirkirinê derbasî derveyî çar parçeyên Kurdistanê jî kiriye. Li ku derê kurd hebe, êrîş li wir belav kir. Li her derê hewl dide Kurdan qetil bike, qetilkirina pêşengên Kurdan ji bo xwe weke mafekî dibîne û hewl dide ku vê yekê bi cîhanê bide qebûlkirin. Ji ber vê yekê li her derê komkujiyan dike. Hewl dide Ewropayê bikişîne ser xeta xwe.”