Rojnameya Ronahî

YÊN HERÎ ZÊDE ZIRARÊ BIBÎNIN EW IN!

 

 DILYAR CIZÎRÎ

Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyayê ve di riya wekîlan destê xwe avêtiye şoreşê û piştgiriya gelek komên nêzî tevgera Birayên Misliman kir. Çek xist destê wan û bi navên cûda cûda kom ava kir. Ev jî bû sedema kuştin û wêranî li seranserî Sûriyayê zêde bibe. Di heman demê de rê ji hikûmeta Şamê re hate vekirin, bi destekî ji pola kuştinwêranî û koçberiyê bi ser gel de bîne.

Li kêleka wê her car Serokwezîrê berê û Serokomarê niha Erdogan derdiket û daxuyaniyên cûrbecûr dida. Carekê digot gelê Sûriyê xeta Sore, carekê digot ew ê li Mizgefta Imewî ya di nîvê paytexta Sûriyê Şamê de nimêj bike. Bi dehên caran xetên xwe yên sor tanî rojevê û wiha jî gelê Sûriyê dixapand û sîstema çetetiyê derdixist pêş.

Piştî sala 2018`an û bi taybet dema QSD’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de dest bi avêtina gavên mezin kir. Xwediyê xetên sor Erdogan bi Rûsiya û Hikûmeta Şamê re dest bi bazarên firotona komên opozisyonê yên ji Sûriyayê kir. Wiha jî çekdarên opozisyonê ji beşekî mezin a xaka Sûriyê hatin derxistin û herêm ji hikûmeta Şamê re hatin hiştin. Erdogan ji bo berjewendiyên xwe û ji bo dijberiya Rêveberiya Xweser gelek bazar kirin. Her car jî beşek ji opozisyonê ji hikûmeta Şamê û hevkariyên wan Rûsiya re dikirin qurbanî.

Herî dawî jî Erdogan bi daxuyaniyan ragihand di siyasetê de tiştekî heta dawî nîne û diyar kir ihtîmala hevdîtinên wan di asta herî jor de bi hikûmeta Şamê re heye. Demek ne pir dirêj piştî daxuyaniyên Erdogan û berdevk û wezîrên wî, di asta wezîrên parastinê û berpirsên istxbaratan de di navbera Tirkiyê û Sûriyayê de hevdîtin pêk hat.

Ew hevdîtin li Mûsok bi serkêşiya Rûsiya hate kirin.  Ji daxuyaniyên herdû aliyan ve tevî zêde detayên berfireh derbarê civînê de ne hatin dayîn xuya kir lihevkirinên wan tenê li ser dijberiya Rêveberiya Xweser û QSD’ê bû. Lê çawa carên berê opozisyona Sûriyê ya xwe bi Erdogan û dewleta Tirk ve girêdaye ji itîfaqên wan zirareke mezin dît.

Vê carê jî yê herî zêde zirarê bibîne komên bi navê opozisyona Sûriyê xwe avêtine himbêza desthiladara Tirkiyayê wê zirara herî zêde bibîne. Rêveveriya Xweser û QSD’ê ji destpêkê ve itîfaqên dijberiyê li ser wan tê meşandin, lê hîmê berxwedanê û amadekariyên QSD’ê her car planên wan vala derxistine û derbeyên giran li planên herdûa aliyan xistine. Vê carê jî wê QSD`ê û Rêveberiya Xweser berxwe bide. Lê opozisyona Sûriyayê bi aliyê xwe yê çekdarî û leşkerî çawa berê ji itîfaqên hikûmetên Tirkiyê û Sûriyê zirar dîtine, wê vê carê jî zirarên herî mezin bibînin.

Wer xuya dike, di qonaxên pêş de wê parçebûnên mezin di navbera wan koman de çêbibe. Wê şerê wan di asteke bilind de derkeve pêş. Dê parçebûnên wan hîn zêdetir xuya bike. Ev jî wê zemînekê nû ji gelê Sûriyayê re vebike, yekîtiya xwe hîn bi hêzitir bike û xwe li dûrî siysetên hikûmetên Şam û Enqere bi rêxistin bikin û yekîtiya xwe li ser hîmê biratiya gelan û ezmûna Xweseriyê pêş bixe.