Rojnameya Ronahî

‘Tecrîda girankirî berdewamiya komploya navnetewî ye’

 

Cîgira Rêveberiya Desteya Jin a Herema Cizîrê Huweyda Mihemed bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku tecrîd berdeamiya polîtîkayên komploya navnetewî ye.

23’ê sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê de girtî ye, bi bihane û sedemên ne rast dewleta Tirk tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd dimeşîne. Li gel tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewleta Tirk, bi konsepa tunekirinê ya li dijî tevagî gelan dimeşîne êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku xwe bi proje û pergala netewa demokratîk birêxistin kiriye, dike. Cîgira Rêveberiya Desteya Jin a Herema Cizîrê Huweyda Mihemed a bal kişand li ser polîtîkayên tecrîdê ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser tevahî gel û jinên azadîxwaz tê meşandin, got ku armanca vê tecrîdê têkbirina projeya netewa demokraîk û vîna gelan e.

 

‘Rola wî di çareseriya krîza Rojhilata Navîn de mezin e

 

Huweyda Mihemed bal kişand fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan a ji bo jinan bû riya şênber a têkoşîna azadiyê û wiha got, “Armanca dewleta Tirk di girankirina tecrîda li ser Rêber Ocalan de têkbirina projeya netewa demokratîk û ji nû ve sînordarkirina azadiya jinê ye. Ew rê nadin parêzer û malbata Ocalan hevdîtinan pêk bînin, nehêlin deng, fikir û felsefeya wî bighêje seranserî cîhanê. Em dizanin rola ramanên Rêber Abdullah Ocalan di çareseriya kirîza Rojhilata Navîn û projeya aştiyê bi giştî de bi taybet li her çar perçeyên Kurdistanê de gelekî mezin e. Ji ber wê jî dewleta Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîda girankirî dimeşîne.”

 

Bêdengiya navnetewî

 

Huweyda Mihemed destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî vîn û azadiya civakê ye û wiha behsa bêdengiya saziyên navnetewî kir, “Saziyên navnetewî li hemberî pêkanînên ne mirovî yê li dijî Rêber Abdullah Ocalan di nava bêdengiyeke de ne. Ji ber wê, divê CPT raporekê derbarê rewşa Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda li ser wî û azadkirina fîzîkî de amade bike. Divê civaka navneteweyî jî li hemberî wan pêkanînên li dijî Rêber Ocalan ku ew bi xwe jî binpêkirina mafê mirovan ya herî mezin e bêdeng nemîne.”

 

Felsefeya wî gelan gihand hev

 

Huweyda Mihemed diyar kir ku armanca dagirkeriya Tirk û hêzên desthilat ew e ku hemû tevgerên azadîxwaz têk bibin ji bo planên xwe der barê qirkirina hemû gelên herêmê bi hemû pêkhateyên cuda Kurd, Ereb û Suryanan pêk bînin û got: “Bi saya fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocelan, hemû pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê karîn bibin yek li hemberî hemû êrîşan.”

 

Fikrên wî ji bo jinan derfeta azadiyê ava kir

 

Der barê azadiya jinê ya ku xwe dispêre ramanên Rêber Abdullah Ocalan û li hemberî vê li ser ji aliyê dewleta Tirk ve hedefgirtina jinan Huweyda Mihemed wiha got, “Dijmin jinê armanc digire ji bo vîna wê bişkîne û nehêle ramanên Rêber Abdullah Ocalan belav bibin. Ew ramanên ku karîn guhertinên bingehîn di kar û barên jinê de pêk bîne û derfetê dide ji nû ve xwebûna xwe ava bike ku rola pêşengtiyê di civakê de bilîze. Ji ber van sedeman jî divê jin piştgiriya pêşxistina şoreşê bike da ku wê ber bi azadiyê ve bibe.”