Rojnameya Ronahî

 ’Komkujiya Parîsê dewamiya êrîşên qirkirina Kurdan e’

 

Rojbîn Zagros/Qamişlo

Jinên bajarê Qamişlo bertekên tund li hember komkujiya Parîsê ya duyem nîşan dan û gotin, nedarizandina dewleta Tirk ya dagirk li ser sûcê komkujiya yekem ya li Parîsê, rê li ber komkujiyeke nû vekir. Divê dewleta Fransa komkujiyê ronî bike û sûcdaran ceza biuke ceza bikin.

Di 9’ê Çileya 2013’an de bi komployeke îstîxbarata Tirk û Fransayê, sê mirovên azadîxwaz Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şûylemez jiyana xwe ji dest dan û bûn şehîdên azadiyê. Wê demê paytexta Fransa, doza van kesan nekir û hesaba sûcdaran jî nekir. Heta niha jî ev komkujî bê hesab mabû, ji bo wê jî komkujiya duyem bû berdewamiya komkujiya yekem.

Herwiha bi nêzîkbûna salvegera komkujiya Parîsê ya Yekem, Di 23’yê Kanûna 2022’yan li paytexta Fransa Parîsê êriş li ser Komeleya Çanda Kurd ya Ahmet Kaya hat kirin. Di komkujiyê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil şehîd bûn, 3 kesên din jî birîndar bûn. ev komkujî berdewamiya komkujiya yekem bû û bi armanca şikandina vîna gelê azadîxwaz bi taybet jinên berxwedêr hat kirin.

Ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê ya duyem Kurdên li paytexta Fransa (Parîs) û Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî wê daketin qadan û hêrsa xwe ya li hemberî polîtîkayên qirkirinê anîn ziman û bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Herwiha derbarê vê de Jinên bajarê Qamişlo jî li hember polîtîkayên qirkirinê û komkujiya ku vê dawiyê li Parîsê hat kirin nerazîbûna xwe ji nixumandina dewleta Fransa ji kujeran re û nerînên xwe anîn ziman.

`Komkujiya Parîsê xaleke reş li ser eniya Fransayê ye`

Jina bi navê Hilwa Silêman diyar kir ku hedefgirtina her sê şervanên Kurd tevahiya civaka Kurd armanc digre û got: “Tirkiye bi komkûjiyên bi vî rengî yên li Parîsê, dixwaze pirsgirêkan di navbera Kurdan û hikûmeta Fransayê de çêbike. Hikumeta Fransa ya ku di mijara pirsgirêka Kurdan de xwedî helwesteke erênî ye, bêdengkirina wê û veşartina rastiyê, destkdayîna wê di vê komkujiyê de diyar dike. Ji bo wê jî kiryarên terorîst yên bi vî rengî wê li ser eniya dewleta Fransa bibe nîşana şermezariyê.”

Hilwa di berdewamiya axaftina xwe de got, divê hikûmeta Fransa lêpîneke cidî di astekê bilind de bike û encamên wê bi raya giştî re parve bike û sûcdarê vê êrişê û kesên lipişta wê ceza bike.

`Bila komkujiya duyem weke ya yekem neyê paşguhkirin`

Hilwa Silêman di dawiya axaftina xwe de bang li rayedarên Fransî kir ku komkujiya li Parîsê eşkere bikin û weke komkujiya yekem paşguh nekin. Herwiha dosyaya herdû komkujiyan ji nû ve vekin.

 

Jina bi navê Fadiya Silêman jî li ser komkujiyên ku bi ser kurdan de tên kirin wiha got: “Siyaseta tunekirina gelê Kurd li tevayiya cîhanê tê meşandin û domandin. Herwiha dijminên gelê Kurd bi rêya vê siyasetê hewl didin tirsê bixin dilê Kurdan tevayiya pêkhateyên li herêmê ku li kêleka wan li ber xwe didin. Lê gelê kurd û tevayiya pêkhateyên li herêmê biryar dane ku heta azadiya xwe bi dewst nexin wê têkoşîna xwe dewam bikin. Bi taybet jin li hember bûyer û kiryarên ku derheqê jinan de tên kirin tê dikoşin û êdî van komkujî û bûyeran qebûl nakin. Ji bo wê jî niha li Rojhilat Rojava û Parîsê jin li dijî kujer û xayinan hertim li kolanan e û banga azadiyê dikin.”

`Komkujiya Parîsê berdewamiya gelek komkujiyan e`

Fadiya bal kişand ser komkujiya ku vê dawiyê li Parîsê çêbû û wiha pê da çû: “komkujiya Parîsê berdewamiya gelek komkujiyan e, ku li pişta wan polîtîkayên tinekirin û têkbirina  projeya demokratîk ya Rojhilata Navîn hene.”

Fadiya di berdewamiya axaftina xwe de şehîdên jin yên komkujiya Parîsê ya yekem bi bîr anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro bi sedan jin wêneyên her sê jinên berxwedêr hilgirin û rêya wan dişopînin. Agirê ku wan pêxist venemiriye, her salê jî di salvegera wan de ev agir geştir dibe.”

Fadiya Silêman di dawiya axaftina xwe de got,  Em bang li hikûmeta Fransayê dikin ku der barê vê bûyerê de dest bi lêkolînan bike û bûyerên kuştin û hedefgirtina Kurdan bi taybetî jinên Kurd li Parîsê rawestîne.