Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Operasyona Birûska Cizîrê dewam dike

04/01/2023
in NÛÇE
A A
Operasyona Birûska Cizîrê dewam dike
Share on FacebookShare on Twitter

 

QSD’ê diyar kir ku hêzên hevpar ên Operasyona Birûksa Cizîrê di roja 6ʹan de operasyonên ewlehiyê yên li dijî şaneyan û baregehên çeteyên DAIŞ’ê dewam dike.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 6ʹemîn a Operasyona Birûska Cizîrê eşkere kir.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên hevpar ên Operasyona Birûksa Cizîrê di roja 6ʹan de operasyonên ewlehiyê yên li dijî şaneyan û baregehên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst û kesên ku destên wan di sûcan de hene, li herêmên Hol, Ti Birak û Til Hemîsê didomînin, herwiha  operasyon li gundên Sawî, Cenbe, Xan û mezreyên li başûrê rojhilatê Holê hatin kirin.

QSD’ê da xuyakirin ku qada operasyonê berfireh bû û herêmên sînorê Sûriye-Iraq girt nav xwe û wiha dewam kir: “Li dirêjahiya qada bejahî, li gundewarê rojhilat ê bajarokê Holê zêdetir 63 kîlometre hate paqijkirin, ku rêxistina terorîst a DAIŞʹê dikare sûd jê wergire. Hêzên hevbeş girtin ser baregehan û 3 kesên ku gumana girêdana bi şaneyên terorîst ve li ser heye, girtin û ketin lêpirsînê, da ku nasnameyên wan ên rast werin eşkerekirin.Her wiha hêzên hevbeş 4 kes girtin ku destên wan di kiryarên bi sûc wekî revandin, talankirin û şantajkirina şêniyên herêmên başûr û rojhilatê bajarê Hesekê de hene. Van kesan xwe li herêma Holê vedişartin.”

QSD’ê da zanîn ku li bajarokê Mergeda yê başûrê Hesekê, hêzên taybet ên hêzên wan QSDʹê, bi desteka bejahî û hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneya rêxistina ʹDAIŞʹ a terorîst pêk anî û wiha got: “Operasyon piştî komkirina agahiyên zelal li ser çalakiyên şaneya terorîst hat kirin.  Destpêka operasyonê, hêzên me girtin ser cihê 2 endamên şaneya terorîst a li bajarokê Mergeda yê gundewarê başûrê ê Hesekê, piştre malên wan dorpêçkirin û bi baldarî kontrol kir. Di kontrolêkirinê de miqdareke çek û alavên teknîkê yên li gel herdu kesan, hatin desteserkirin û herdu endamên şaneyê hatin girtin.Herdu endamên ku hatin girtin, di çêkirina teqemeniyan û bombekirina maşîneyan de çalak bûn. Her wiha êriş dibirin ser nuqteyên leşkerî û dewriyeyên ewlehiyê yên gundewarên Hesekê û Dêrazorê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.