Ahmet Aktaş
Piştî civîna Emman-Urdunê ya 20.12.2022an, komkujiya 23.12.2022an a Parisa-Fransayê pêk tê.
Ma ne balkêşe, piştî vê civîne 2 rojan, ev êrîşa li dijî rêveber û xebatkarên Tevgêra Azadiya Kurdistanê pêk tê?
Heke pir alî lê were nerîn, têkiliyên berbiçav hene di navbera van bûyeran de.
Hema em bînin bîra xwe, ev êrîşa xedar, di rojên salvegera 10’an a êrîşa qirker ku dîsa li Parisê têkoşerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez kirin hedef, pêk hat. Jixwe armanca bingehîn jina pêşenge !
Her wiha di rojên salvegera 11an a komkujiya Robaskî ya ji aliyê arteşa dewleta Tirk ve pêkhat û 34 welatparêzên Kurd û dîsa di rojên salvegera êrîşa qirker a 44an a Meraşê ya di 19.12.1978an ku bi sedan welatparêzên Kurd hatin şehîd kirin de, pêk hat.
Dewleta Tirk, di kiryarên rojên wisa balkêş de xwedî dîrokek qirêj e.
Ka em vegerin ser êrîşa dawî ya Parisê ku Evîn-Emîne Kara, Mîr Perwer-M.Şirin Aydın û Abdurrahman Kizil lê şehîd ketibûn.
Bêgûman ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve pêkhatiye. Ji ber ku heman êrîşa berî deh salan jî, yekser ji aliyê MITa dewleta Tirk ve hatibû kirin.
Rayedarên Tirk; Receb û Hulusi, çend rojan berî êrîşî, gotinên tehdîtkar ji Fransa re dikir. Digotin; “Ew marên hûn xwedî dikin, wê bi wê vedin” û hwd. Ji xwe serokê istixbarata leşkeriya wan ê kevn I.H.Pekin, pesindariya qirkeriya Parisê a berê dikir û di got “Divê em çalakiyên wisa li gelek cihên din dewam bikin”.
Îca, mijarên ka gelo hilwesta dewleta Fransa wê çibe, dawiya dadigeriyê çi encam jê derbikeve û hwd.(?) giringin!
Encama dadigeriya bûyera berê, neyînî bû! Ji xwe gotina ku, “kujer O.Guney, di zînadê de miri ye”, siyaseta dewletparêz nîşan dan.
Lewma kesî ji vê daxwiyaniyê bawer nekir. Herwiha ji dadigeriya nuha jî, kes ne li hêviya rastî û edaletê ye.
Ji xwe di despêkê de, ji daxwûyanî hinek rayedarên Fransî û paralelî wan rayedarên Tirk jî, diyar dibû ku dixwazin heman encama O.Guney binin serê kujerê niha jî.
Rojên eykê gotin, “Ev mirovakî psikolojiya wî xerabeye û hwd.”. Xwestin bikin kiryarek takekesî û dewletan jê bêrî bikin. Û heke nebû, aqûbeta yê berê bînin sêrê wî jî; mir an hwd!
Lê ji ber hilwesta gelê Kurd û dostên xwe, ku bi xurtî li şehîdan û doza Kurdan xwedî derketin, wê nikaribin ser li vê komkujiyê bigrin.
Li aliyê din, guman heye ku li ser vê mijarê, nakokî di navbera rayedarên jor ên dewletê de; di navbera Macron û dijberên wî de hebin.
Ji ber ku ew civîna Urdunê, Macron serkêşî dikir, bi pir aliyên xwe dişibe civîna KAHIRE ya 12.4.1921an.
Erê di wê Konferansa Kahire-Misrê de, Inglîz serkêş bûn. Lê ji ber ku ev Konferansa Emman-Urdinê dewama projeya Sykes-Picot bû, para Fransa nehetibû jibîrkirin.
Lê belê ji ber ku mijara hevpar a herdu Konferansan, dijberî û parvekirina Osmanî-Tirkiyeyê bû, hilbet pirsgrêka Kurdan jî xalek sereke bû. Lewma, yekser peywendiyê Konferansa Urdunê bi êrîşa Parisê re heye.
Lê mixabin di herdu Konferansan de jî noneriya Kurdan tune bû. Lewma, divê bi taybetî rêveberiya Başûr û Rojava gelek hişyartir tevbigerin!





