Navenda Nûçeyan
Hevserokatiya KCK peyamek ji bo sala nû weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK di peyamê xwe de; Ji bo sala 2023’an bibe saleke serketinê bang li hêzên demokrasiyê yên li tevahiya cîhanê kir ku, bi perspektîfa modernîteya demokratîk têkoşînê mezintir bikin û jiyanê ava bikin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera mîladî daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:
“Salvegera mîladî ku ji bo civaka Xiristiyan tê wateya Noelê, di vê serdemê de weke cejneke sersalê tê pîrozkirin. Bİ navê tevgerê em jî Noel a civaka Xiristiyan, sersala mîladî ya gelê me û mirovahiyê pîroz dikin û hêvî dikin ku sala nû ji bo gelan, bindestan, jinan û mirovahiyê azadiyê bi xwe re bîne.
2022`an de Şerê Cîhanê yê sêyemîn pir giran bû
Em sala 2022’an li pey xwe dihêlin ku têkoşîneke gelekî mezin lê hate dayin û dest bi saleke nû dikin. Sala 2022’an bû saleke welê ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn lê giran bû. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi şerê Ûkraynayê re yekemcar li derveyî Rojhilata Navîn qewimî be û qada şer bi vî rengî berfireh bû be jî ji destpêkê ve xwedî karaktereke welê ye ku êrişî civakê û xwezayê dike, li her devera civakê diqewime. Di demekê de ku modernîteya kapîtalîst civakê û xwezayê talan û wêran dike, newekheviya navbera mirovan zêde dike; Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ê ji ber krîza sîstema modernîteya kapîtalîst destpê kir, vê pêvajoyê mezintir dike.
Di sala 2022’an de hilweşînerî û şerê sîstema modernîteya kapîtalîst ên li hemberî civak û xwezayê zêde bûn. Li hemberî vê yekê jî têkoşîneke mezin hate dayin û sala 2022’an bû saleke bi têkoşînê dagirtî. Gelan, jinan, ekolojîstan, sosyalîstan, ciwanan, karker, kedkar û xizanan, bi giştî têkoşerên demokrasî, edalet û azadiyê di sala 2022’an de li her qada jiyanê û li her qadê li dijî mêtingeriya modernîteya kapîtalîst, li dijî hilweşîneriya modernîteya kapîtalîst têkoşîn mezin kirin û bênavber meşandin. Ev têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst ku ji aliyê her beşên civakê ve hate meşandin, bi mejî û hesreta modernîteya demokratîk hate kirin.
2022’an de tişta herî zêde derkete pêş, lêgerîn û têkoşîna azadiyê ya jinê bû
Taybetmendiya ku di sala 2022’an de herî zêde derkete pêş, bêguman lêgerîn û têkoşîna azadiyê ya jinê bû. Li dijî sîstem û mejiyê serweriya mêr ku ji dîrokê heta vê serdemê sedema esasî ya hilweşîn û mêtingeriyê ye û di vê demê de jî weke modernîteya kapîtalîst xwe dewam dike, têkoşîna herî radîkal û guherîner ji aliyê jinê ve hate dayin.
Di nava sala 2022’an de, yek ji wan gelan ku herî zêde êrişên mêtingerî, dagirkerî û qirkeriyê li ser hatin kirin û li dijî van êrişan herî zêde li ber xwe dan, têkoşiyan, berdêl dan gelê Kurd e. Desthilatdariya AKP-MHP a faşîst û dewleta Tirk a qirker mêtinger ku bi mejiyekî dijminatiya li Kurdan tevdigere, li Bakur, Başûr, Rojava, Mexmûr, Şengal, Herêmên Parastinê yên Medyayê û li her devera ku Kurd lê ne êrişên îmha û dagirkeriyê zêde kir.
Ji aliyê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ve berxwedana herî xurt hate meşandin
Bêguman berxwedana herî xurt ji aliyê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ve hate meşandin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li her qada ku lê ye li dijî êrişên dagirkeriyê bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe dan, êrişên dagirkerî û qirkeriyê pûç kirin. Di nava sala 2022’an de rejîma qirker faşîst ji bo armancên xwe bi ser bixîne, bikaranîna çekên kîmyewî jî di nav de her cûre çekên qedexekirî yên li ber destê xwe bi kar anî û her rêbazên qirêj xiste dewrê. Bi vî rengî hêvî dikir ku li hemberî gerîla encamê bi dest bixe. Lê belê gerîla bi ruhê fedaî yê Apoyî û taktîkên nû yên gerîla ev êriş şikand û nehişt ku dijmin bigihêje armanca xwe.
Em sala 2023’an li gelan, jinan û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin, şehîdên ku sala 2022’an bi têkoşînê dagirtin, bi ser xistin û kirin ku em bi hêviyeke hîn mezintir dest bi sala 2023’an bikin, di şexsê şehîdên sala 2022’an de şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Şehîd afirînerên nirxên me hemûyan e, pêşengên têkoşîna me ne. Soza serketinê ya ku me dane şehîdan bi vê wesîleyê careke din dubare dikin.
Di sala 2023’an de wezîfeyên hîn mezintir li pêşiya me hene
Eşkere ye ku di sala 2023’an de wezîfeyên hîn mezintir li pêşiya me hêzên demokrasî û azadiyê ye. Ji bo xwedîderketina li wezîfeyên ku dîrokê daniye ber me û bicihanîna berpirsyariyên xwe em ê hîn bi biryar û têkoşer bin. Li ser vê bingehê, ji bo sala 2023’an bibe saleke serketinê em bang li hêzên demokrasiyê yên li tevahiya cîhanê dikin ku bi perspektîfa modernîteya demokratîk têkoşînê mezintir bikin û jiyanê ava bikin.ʹʹ