Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bîlançoya 2022’an ya suçên dewleta Tirk yên li ser Efrîn û Şehbayê

28/12/2022
in ROJEV
A A
Bîlançoya 2022’an ya suçên dewleta Tirk yên li ser Efrîn û Şehbayê
Share on FacebookShare on Twitter

 

Darîn Silê/Qamişlo

Êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser Efrîn û Şehbayê, rojane bi awayekî bê navber tên kirin. Bi taybet di vê salê de bi awayekî girankirî êriş hatin kirin. Bi rêya balafirên şer yên bê mirov, çekên giran, tang, Obîs, Hawan û Doşka, hemwalatî, mal û zeviyên herêmê hatin hedefgirtin. 

Ji destpêka şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê ve, êriş û bombebaranên dewleta Tirkî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê berdewamin. Tirkiyê rojane bi balafirên xwe yên bê mirov welatiyên herêmê, hedef digre. Rojane bajar û gundewarên li herêmê, bê serûber tên bombebarankirin. Îsal jî li herêma Efrîn ya dagîrkirî û li Şehbayê, gelek êriş ji aliyê dagîrkeriya Tirkî ve hatin kirin.

Jimara giştî ya encamên êrîşên ser Efrîn û Şehba

27 hezar û 498 guleyên giran yên wek tang, Obîs, Hawan û Doşka li ser herêma Efrîn û Şehbayê hatin avêtin. Herwiha di encama êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser herêma Efrîn û Şehbayê de jî, 44 kes birîndar bûne û 7 koçberên ji Efrînê, 5 şervanên hêzên rizgariya Efrînê şehîd bûn. Herwiha 35 birîndarên hikumeta Şamê çêbûn û 28 jî jiyana xwe ji dest dan.

Li dijî van êrişan jî, 3 dironên dewleta Tirk ya dagirker ketin xwarê û 13 dirunên xwekuj jî hatin bêbandorkirin.

Bîlançoya êrişan di her mehê de

-Di meha Çileyê de: Dewleta tirkî ya dagirker êrişî navçeya Şêrawa û Şera yên girêdayî Efrîn û Şehbayê kir, herwiha 990 guleyên obîs û hawanan hatin avêtin û encamp de, zirar gihîşt zevî û malên sivîlan.

-Di Sibatê de: dewleta tirk ya dagirker êrişî navçeya Şêrawa û Şera kir, di encam de 997 guleyên obîs û hawanan hatin avêtin. Herwiha di 15 Sibatde de jî, navçeya Til Rifat ya girêdayî Şehba de 4 koçberên Efrînê birîndar bûn. Di heman demê de jî 3 balafirên xwekuj yên dagîrkeriya Tirkî, navçeya Til Rifat bombebaran kirin.

-Di Adarê de: Dewleta tirk ya faşîst êrişî navçeya Şêrawa û Şera kir, hezar û 670 guleyên obîs, hawan, doçka û tang hatin avêtin. Herwiha êrişî gundê Ehdas yê girêdayî Şehbayê jî kir û 2 koçberên Efrînê Şehîd bûn, 10 jî birîndar bûn.

-Di Nîsanê de: Dagîrkeriya Tirk êrişî navçeya Şêrawa û Şera kir, 2 hezar û 606 guleyên çekên giran, obîs, tang, hawan, doçka, BKS, Fûze avêtin. Di encamê de zirarên mezin gihîştin zeviyên herêmê û gelek mal hatin rûxandin.

-Di Gulanê de êrişê navçeya Şêrawa û Şera kir, 5 hezar û 377 gule avêtin. Di encamê de zirarên mezintirîn gihîştin mal û zeviyên gel û bi dehan xaniyên malbatan hatin rûxandin.

-Di Hizîranê de êrişî navçeya Şêrawa Şera kir, 3 hezar û 620 guleyên giran avêtin. Herwiha di topbarana li ser gundê Im Rlqura welatiyek birîndar bû, erebeya wî jî hate şewtandin û zeviyên gundê şêrawa hatin şewtandin. Heman demê êrişî balafirgeha Minnixê ya girêdayî şehbayê kir û 2 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dast dan û leşkerek jî birîndar bû. Herwiha êrişî gundê Bênê yê girêdayî navçeya şêrawa kir û di encamê de jinek birîndar bû. Ji bilî w,  du caran êrişî navenda bajarê Til Rifatê kiriye û di encama wê de jî malên hemwelatiyan hatine hedef girtin û zirarên madî çêbûne.

-Di Tîrmehê de jî, êrişê  Şêrawa û Şera kir, 3 hezar û 121 guleyên çekên giran hatine avêtin. 2 leşkerên hukumeta Şemê birîndar bûn. Herwiha di êrişên heman mehê de li Şehba 6 jinên koçber yên ji Efrînê, birîndar bûn.

-Di Tebaxê de, êrişî navçeya Şêrawa û Şera kir, 2 hezar û 633 guleyên çekên giran hatibûn avêtin. Heriwiha li gundê Aqîbê yê girêdayî navçeya şêrawa, leşkerekî hikumeta Şamê, di encama topbaranê de birîndar bû. Li navçeya Til Rifat jî 9 welatî di nav wan de 6 zarok birîndar bûn. Li gundê bênê jî zarokekî di temenê 15 salî de birîndar bû. Li gundewarên Şehbayê jî, jinek û zarokek birindar bûn. Herwiha di 24`ê Tebaxê de navenda bajarê Til Rifatê kir hat armaç girtin û di encamê de 4 Sivîl şehîd ketin û 6 kes jî birindar bûn.

-Di Îlonê de, êrişî  Şêrawa û Şera hat kirin, hezar û 418 çekên giran hatin avêtin. Di encamê de, li gundê Xirnêta zarokek 13 salî şehîd ket. Heman demê li gundê Merenazê jî, gelek zirarê medî çêbûn.

-Di Cotmehê de, êrişî Şêrawa û Şera hat kirin, hezar û 532 guleyên çekên giran hatin avêtin. Di encama êrişan de, li gundê Bêlûniyê û Merenazê, zirarên madî çêbûn.. Li gundê Aqîbê ya girêdayî navçeya Şêrawa jî 2 zarok birîndar bûn. Herwiha li gundê Til Anab yê girêdayî herêma Şehbayê jî, birindarên hikumeta şamê çêbûn.

-Di Mijdarê de dagîrkeriya Tirkî êrişî navçeya Şêrawa û Şera kir, 6 hezar û 310  gule avêtin. Di encamê de li gundê Merenazê ya girêdayî navçeya Şêra Druneke bi çek ya dewleta tirk ket xwarê. Li gundê Bêlûniyê û Minnix yê girêdayî herêma Şehba û gundê Şewarqa û Malikiyê yê girêdayî navçeya Şera jî, 5 şervanên hêzên rizgariya Efrînê şehîd ketin, 22 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan û 31 leşker jî birindar bûne. Herwiha li gundê Tinibê ya girêdayî navçeya şera 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan. Li gundê Soxanekê ya navçeya Şêrawa jî 2 walatî birindar bûn.

-Di Kanûnê de êrişî navçeya Şêrawa û Şera kir, hezar û 430 guleyên giran hatin avêtin. Di encamê de li gundê Samûqa yê girêdayî herêma Şehba, leşkerekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da. Herwiha li gundê Aqîbê û Bênê ya girêdayî navçeya Şêrawa jî zirarên madî çêbûn.

Hê jî planên ku Tirkiyê li dijî welatiyên herêmê daye destpêkirin, bi dawî nebûn e. Heta niha jî, di her kêliyê de êrişan li ser bajar û gundewarên herêmê pêk tine û dixwaze xakê dagîr bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.