Rojnameya Ronahî

’Di komkujiya Parîsê dewleta Ferensa berpirsyare’

 

Endama Kordînasyona Kevana Zêrîn ya herêma Efrînê Şêrîn Reşîd diyar kir ku komkujiya Parîsê ya dûyem berdewamiya komkujiya yekeme û got, li hemberî komkujiya Parîsê dewleta Ferensa berpirsyare. Emê asta têkoşîna jinê mezin bikin û faşîstan têk bibin.

Navenda Nûçeyan/Şahba

Di 23’ê Kanûnê de, li dijî Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê, êrîşeke hovane hat kirin. Di encama êrişa hovane de yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û endamê Navenda Çandê Abdurrahman Kizil şehîd bûn.

Li bajarekî wekî Parîsê ku bi ewlehiya xwe tê nasîn, ev dûyem êrîş li ser pêşengên Kurd û bi taybetî li ser jinên têkoşer tê kirin. Beriya deh salan, di 9’ê Çileya 2013’an de jî,  sê pêşengên şoreşger yên tekoşîna azadiyê Sekîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şeylamez li bajarê Parîsê ji aliyê istixbarata dewleta tirk ya faşîst ve hatin hedef girtin û şehîd bûn.

Dewleta Firansa heyanî vê kêliyê komkujiya Parîs ya 2013’an ronî nekiriyê û tersî wê li ser kujeran dinixumîne û xwe berpirsyar nabîne. Li hemberî nêzîkatiyên dewleta Ferensa jî, gelê Kurd yên li wê derê û tevayiya Ewropayê dest bi xwepêşandanên girseyî kirin û nêzîkatiyên dewleta Ferensa bi tûndî şermezar kirin. Herwiha gelek azadîxwazên Ewropî jî li kêleka gelê Kurd sekinên û banga pêkanîna edaletê kirin.

Derbarê kokujiya Parîsê ya 23’ê Kanûnê de, endama Kordînasyona Kevana Zêrîn a Efrînê Şêrîn Reşîd, ji rojnameya me re axivî.

’Ev komkûjî ji komkûjiya 2013’an ne qute’

Şêrîn Reşîd diyar kir ku komkujiya Parîsê ya yekem û dûyem ji hev ne qutin û wiha got: “Li Parîsê li dijî xwedawendên tevegera azadiyê êrîş hat kirin, tevî deh sal li ser komkujiyê re derbas bûn jî, lê ji aliyê dewleta Ferensa ve rastî nehat zelalkirin û parvekirin. Ji xwe komkujiya dûyem jî ji ya yekem ne qûte û çareke din Ferensa dixwaze rastiyê binixumîne. Bi nêzîkbûna salvegera komkujiya Parêsê ya 2013’an, ya dûyem pêk hat, ev yek jî ne bûyereke di rêzê de ye. Eşkere ye ku her du komkujî bi destê dewleta Tirk ya dagirker ya ku dijminatiya kurdan li her derê dike, pêk hatiyê. Armanca dewleta faşîst ya Tirk ji van kokujiyan, têkbirina vîna gelê Kurd e.”

’Êrîşa Parîsê dîsa Jina Kurd ya têkoşer kir hedef’

Şêrîn  da xuyakirin ku armanca dewleta Tirk ya dagirker ji komkujiya li Parîsê, têkbirina vîna jinên azad bû û wiha dewamî da axiftina xwe: ” Dijminên gelê Kurd bi riya hedfgirtina jina Kurd ya azad û çand û hunera Kurdî, dixwazin gelê Kurd qir bike û destkeftiyên wan ji holê rake. Êrîşa ku li Parîsê hatiye kirin,  êrîşên li dijî jinê yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û êrîşa li Başûr ya li dijî têkoşera jin Nagîhan Arkersel armanca wan yeke. Ji tekoşîna azadiya jinê û serkeftina vê tekoşînê pir ditirsin. Ji ber ku dizanin li ser daxwaza azadiya jinê yekitiya jinên cîhanê wê ji hemû desthilat û faşîzmê hesap bixwaze û wê desthilata wan biruxwe. Lewma li ser xeta azadiya jinê, li ser şopa jinên çiyayên azad, li ser riya Şehîd Sakîne, Nagîhan û Emîne, emê têkoşîna azadiya jinê pir xurttir bikin û faşîstan têk bibin.”

’Eger Firense aliyên li pişt kujerî zelal neke wê demê sucdar ew bixwe ye’

Endama Kordînasyona Kevana Zêrîn ya  herêma Şehbayê Şêrîn Reşîd, diyar kir ku divê dewleta Ferensayê aliyên ev komkujî pêk anî eşkere bike û axaftina xwe wiha qedand: “Li hember ev komkûjiya ku hatiye kirin hikumeta Firansayê berpirsyar e, divê bi awayekî zelal aliyên ku li pişt komkujiyên e werin eşkere kirin. Eger ev yek nebe wê demê dewleta Ferensa hevkarê komkujiyê ye û wê hisab jê bê xwestin. Em bang tevayiya rêxistinên mafê mirovan û yên hiqûqî dikin ku xwe bêdeng nekin û bi erkê xwe rabin, li hemberî qirkirina kurdan xwe ker û kor nekin. Bêdengî tê wateya hevkariyê.”