Rojnameya Ronahî

Hîlala Zêrîn ji bo çandê bingehek xurt ava dike û diparêze

 

Hîlala Zêrîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo vejandina çand û dîroka jinan û gihandina wê ji nifşan re li ser bingeha jiyana hevbeş û wekhev dixebite.

Hîlala Zêrîn ji destpêka damezrandina xwe ve di sala 2016’an de li ser pêşxistina çand û hunerê kar kiriye û hewl daye jin û zarokan di warê rewşenbîrî û çandî de bi pêş bixe. Tevgera Hîlala Zêrîn ji bo vejîn û parastina çandê gelek çalakî li dar xistine.

’Em çanda xwe zindî dikin’

Endama Koordînasyona Hîlala Zêrîn Mizgîn Culaq diyar kir ku eleqeya ji bo çand û folklora ku jinan her dem parastiye kêm bûye û wiha pê de çû: “Em di Tevgera Hîlala Zêrîn de dixebitin da ku çanda xwe vejînin û bigihîjînin nifşên paşerojê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê qirkirina çandî didome. Em rastî êrîşên ku dixwazin me tune bikin, çand û dîroka me ji holê rakin û çandê ji civakê qut bikin tên. Jin û çand her dem dibin hedefa dijminên herêmê. Jinên herêmê bi şoreşa xwe ev hewldan pûç kirin û çanda gelê xwe parastin.”

 

Mizgîn Culaq da zanîn ku di sala 2022’an de tevî êrîş û dijwariyên berdewam ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xebat zêde bûn û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di vê salê de me karê xwe bi pêş xist ji bo ku li ser projeyên serkeftîtir bixebitin gelek kes tevli me bûn. Yek ji projeyên ku em li ser xebitîn, perwerdekirina hemû beşên civakê ye. Ger em nikaribin civakê azad bikin û endamên wê bi pêş bixin, ew ê girîngiya çanda xwe nas nekin û bi vî awayî wê neparêzin. Di nava salekê de sê dewreyên perwerdeyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin vekirin û beşdaran bi çandên cihêreng ên herêmê nas kirin.”

Pêşxistina civakê

 

Mizgîn Culaq eşkere kir ku Hîlala Zêrîn ji bo xurtkirina çalakiyan dixebite û wiha anî ziman: “Me heftane li hemû kantonan şahiyên çandî li dar dixist û vê carê şahiyên me li kolan û parkan yanî di nav xelkê de bûn, ji bo ku her kes bikaribe tevli bibe. Di nava şahiyan de xwarinên folklorî yên ku bi destên jinan hatibûn amadekirin hatin pêşkêşkirin. Di festîvalên mayî de hunerên destan, stran, şano û dîlanên folklorî hebûn. Zarok pêşeroja me ne, ji ber vê yekê em wan li ser bingeha jiyana azad û wekhev perwerde dikin û jêhatiya wan ji zaroktiyê de li ser muzîk, dîlan û şanoyê bi pêş dixin. Ji bo ku em şoreşa jinê bigihîjînin cîhanê, çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi li Rojhilatê Kurdistanê û herêmên din, me kar li ser çêkirina çendîn stranên şoreşgerî kir.” JÎNHA