Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jina kurd di têkoşîna azadiyê de wê ti car gav paş de naavêje

28/12/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

 

Sozdar Demîr

Dewleta Tirk a faşîst bi êrişên xwe yên qirêj re dixwaze xwe bigihîne lutkeyê û armanc dike ku bi komkujiyên weke yên li Parîsê, Kurdan qir bike û tiştekî bi navê kurdîtî li holê nehêle. Herkes baş dizane li pişt van komkujiyan hemûyan jî dewleta Tirk a faşîst a AKP- MHP heye. Lê, xwe bêdeng dikin. Ewleta Tirk a faşîst ji bîr dike ku Kurdên tama azadiyê dîtin, wê heya dawiyê têkoşîn bikin û li hemberî van komkujiyan serî netewînin.

Li ser vê komkujiyê li Kurdistanê û derveyî welat gelek daxuyanî hatin dayîn û bê navber çalakiyên protestoyî têne li dar xistin. Gelo ev daxuyaniyên ku ji derveyî welat û yên Tirkiyê û ji Başûrê Kurdistanê hatin dayîn, çiqas têrkerin? Ger ku were bîra we beriya niha bi 10 salan jî li heman cihî komkujî hatibû pêkanîn û dîsa 3 jinên pêşeng yên kurd hatibûn hedef girtin. Wê demê  jî dîsa heman daxuyanî hatibûn dayîn û herkesê xemgîniya xwe anibû ziman û di wan daxuyaniyên xwe yên şermok de, ne ew komkujî ronî kirin û ne jî karîn kujeran darizînin. Yên ku pişt perdeyê jî dîsa dihatin nasîn lê, derveyî rêhevalçn van şoreşkeran kesekê bi zalalî negot ka kîn e. Dîsa heman daxuyanî tên dayîn û heman seneryo tê dubare kirin. Lê dewleta Tirk bi xwe dizane ku hemû jinên Kurd yên bi fikir û ramanên Rêber APO xwe bi rêxisitn kirin û di Rojhilata Navîn de pêşengiyê dikin, tu car ne li hember wê nejî li hember tu dîktatoran serî natewînin û ev êrişên hov jî yên tirsa dilê dîktatoran e.

Ji bo na ku bûyera komkujiya beriya niha bi 10 salan ya li Fransayê ku kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez neyê eşkere kirin, kujer Omer Guney bi awayekê gumen li zindanê mir û dewleta Fransa jî li ser dosyayê girt.

Di komkujiya 23’ê Kanûnê de pêşeng, hunermend û welatparêz bûn hedef, em hemû baş dizanin ku ev komkujî û yên berî wê ku 9’ê Çile dîsa li Parîsê, 28’ê Kanûnê li Roboskî, ya Silopya û Silêmaniyê ne tesaduf in.  Ev êriş û komkujî raste rast ji aliyê MÎT a Tirk ve hatine organîzekirin. Çawa ku îro Hewlêr bûye navenda parastina MÎT’ê, li Fransa jî ferqa xwe tune ye û heman tişte.

Îro em dibînin ku MÎT a Tirk li navenda Fransa Parîsê çawa navendên xwe çêkirine û weke nêçîrê zalim, ketiye pey pêşeng û şoreşgeran.

Ger ku Dewleta Fransa û Yekitiya Ewropa ji bo zelalkirina vê rewşê gavekê neavêjin û ji bo zelalkirina vê bûyerê tiştekê nekin, wê demê tê wateya ku dewleta Tirk û Fransa hevkar û şirîkê van komkujiyan e.

Bi van komployan xwestin vîna gel bişkînin; bi van komkujiyan, gelê Kurd tine bikin. Lê ev Şoreşa ku bi jinê destpêkirî nikarin tine bikin û heya ku jinek hebe jî wê ev şoreşe hebe û gelê kurd wê li beranberî van komplo û komkujiyên plankirî bêdeng namîn e. Wê jina Kurd hesabê hemû komkujiyan bipirse û wê ti caran di têkoşîna xwe de gavan paşde nede….

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.