Rojnameya Ronahî

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aplîkasyonek nû ya peywendiyê: Hekî

 

Nivîsgeha Peywendiyan a Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistin, hêsankirina dan û standinê û ewlekirina peywendiyên di nava gelê herêmê de aplîkasyonek nû çêdike, ji bo karê saziyên Rêveberiya Xweser jî aplîkasyonekê amade dike.

 

Nivîsgeha Peywendiyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya şîrketa peywendaiyan Rcell cara yekê li herêmê aplîkasy ona bi navê ‘HEKÎ’ (axaftin) bi pêş xist. Wê aplîkasyon di demeke nêz de li ber destan be.

 

Hevserokê Nivîsgeha Peywendiyan Xandî Hesen diyar kir ku pêwîstiya herêmê bi amûreke peywendiyan a taybet bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebû, lê ji ber ku binesaziyeke yekbûyî ya hemû herêm û kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bû, derfeta pêşxistina vê amûrê kêm bû.

 

Hesen destnîşan kir ku di sala 2022`yan de binesaziya hemû herêm û rêveberiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine yek û bi hev ve girê dane, ji lew re derfeta aktîfkirina şebekeyeke anku amûreke dan û standinê yê taybet bi herêmê hatiye peydakirin.

 

Hesen têkildarî pêşxistina fikreya aplîkasyona Hekî ev tişt anî ziman: “Ev aplikasyon wê ji aliyê şebekeyê ve ji şebekeya 3G baştir be. Bi taybetî ji aliyê performans, deng, şandin û wergirtin, axaftina bi dîmen û şandina dosyayan de.”

 

Li gotî Hesen, ji ber ku servera wê dê tenê li herêmê be, aplîkasyon dê taybet bi herêmên Bakur û Rojhilatê be. Gelek taybetmendiyên aplikasyonê hene, ji wan şebekeya hundirîn, ev jî tê wateya ku ji aliyê ewlehî û berdewamiyê ve dê amûra peywendiyê tenê hundirîn be. Anku li ku derê şebekeya Rcell hebe dê bixebite.

 

Aplîkasyona Hekî ku dişibe aplîkasyonên din ên mîna Wahtsapp, Viber û Signalê bê pere ye û li ser malpera fermi ya şîrketê dê were peydakirin. Di dema heyî de dê tenê li ser reqemên Rcell bixebite û dibe ku di demên pêş de li ser reqemên din ên Ewropayê û cîhanê jî bixebite.

 

Taybetmendiyeke din a aplîkasyonê heye, ew jî dema ku paketa Rcellê nema, tenê dikare bi rêya nivîsê biaxive. Lê dema vê gavê dê sînordar be û li gorî Hesen ew ê di destpêka sala bê de, dema wê diyar bikin.

 

Aplîkasyon wê destpêka sala bê bikeve xizmetê. Her wiha di aplikasyonê de wê xizmeta 4 numre û 3 numreyan yên xizmetê û rewşên awarte jî hebe. Kompanyayên taybet û sazî dikarin reqemên ji 4 reqeman bi kar bînin, ji bo rewşên awarte jî reqemên ji 3 reqean dikarin bên bikaranîn. Bikaranîna wan reqeman di aplikasyonê de dê bêpere be.

 

Piroja El-Hewkeme ya taybet bi saziyan

 

Hesen destnîşan kir ku di sala 2023`yan de wê li ser pêkanîna projeya ‘hewkemê elektroniyê’ teknolojiya agahî û dan û standinê ya ji bo pêşêkirina xizmetên rêveberiyê (hikumetê) kar bikin, ango wê têkiliyên di navbera saziyên Rêveberiya Xweser, sazî û şaxê wê de dê bi awayekî elektronîk bi pêş bikeve û karê di nava xwe de bê meşandin.” ANHA