Rojnameya Ronahî

’Ambargoya li ser herêma Şehbayê sûcekî li dijî mirovahiyê ye’

 

Cîgirê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê Fadil Çawîş diyar kir ku ambargoya li ser herêma Şehabyê ku bûye sedema girtina dibistanan sûcekî li dijî mirovahiyê ye û got, divê rêxistinên mafê mirovan yên navneteweyî bê deng nemînin û bi erkên xwe yê exlaqî rabin.

Zana Roj/ Şehba

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirkya ya dagirker û çeteyên wê ve, gelê Efrînê koçberî herêma Şehbayê bû. Gelê Efrînê ku derbasî hrêma Şehbayê bû, gav bi gav di tevayiya aliyan de jiyana xwe ji nû ve saz kir. Aliyê ku zêde zehmetî têde kişandin jî, perwerde û vekirina dibistanan bû.  Avahiyên ku weke dibistan hatin bikaranîn,  praniya wan rûxandîbûn û ji bo perwerdeya xwendekaran ne guncaw bûn, li hin deveran jî kon ji xwendekaran re hatin vekirin da ku ji xwendinê qut nebin. Desteya Fêrkirin û perwerdeyê li Şehba bi kêm derfet dibistan û peymangeh vekirin û serkeftinên mezin bi dest xistin. Lê ji ber girankirina ambargoya hikumeta Şamê ya ser herêma Şehbayê, ev meheke dibistan hatin girtin û xwendekar ji xwendina xwe qut bûne. Tevî ku dorpêç û ambargoya hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê tevayiya zagonên mafê mirovan binpê dike jî, rêxistin û saziyên mafên mirovan yên navneteweyeî xwe bêdeng dikinj û li gorî erkên xwe yên exlaqî tevnagerin.

 

Derbarê embargoya hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê ku bûye sedema girtina dibistanan û gelek pirsgirêkên jiyanî, cîgirê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrîn Fadil Çawîş ji rojnameya me re axivî.

’Di êrîşên ser Şehabyê de dibistan û zarok kirin armanc’

Fadil Çawîş diyar kir ku êrîşên dewleta Tirki ya dagirker û dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehabyê ji beriya 4 salan ve û heta niha bênavber dewam dikin û got: ” : Ji 4 salan ve û heyanî vê kêliyê, êrîşên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê , herwiha dorpêça hikumeta Şamê li ser herêma Şehbayê bênavber dewam dike. Dewleta Tirk ya dagirker di êrîşên xwe yên li ser herêmê yekser dibistanan dike armanc. Di sala borî de dagirkeriyê dibistana  Qeramêl kir hedefa êrîşeke hovane û diencamê de gelek ziyanên madî çêbûn,  Herwiha beriya çend mehan dibistana gundê Bênê ya girêdayî navçeya Şêrawa hat hedef girtin, ev êrîş û bûyerên ku hatine rûdan bû sedem ku gelek malbat zarokên xwe ji xwndina wan qut bikin. Dagirker bi tevayiya rêbazan hewil didin ku gelên herêmê qior bike”.

’Ambargoya li ser herêmê bû sedem ku tavahî dibistan werin girtin’

Fadil da zanîn ku  dorpêçkirina herêmê û nebûna madeyên sotemeniyê bû sedema  girtina dibistanan û rawestandina perwerdeyê û wiha got: “Ji ber girankirina ambargoya hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehabyê, tevayiya gelên herêmê zerareke mezin dibînin û rewşa jiyanê xerab bûye. Vê ambargoyê  bandoreke neyênî li ser her aliyên jiyanî yên gel kiriye. Yek ji wan aliyên ku ambargoyê bandore lê kir jî, perwerdeya xwendekaran e. Ji ber ambargoyê madeyên sûtemeniyê yên ji bo germkirinê li ser herêmê hat qutkirin. Demsal zivistane û şagirtên seretayî nikarin sermayê tehmûl bikin, ji ber nebûna madeyên sotemeniyê yên germkirinê jî, gelek xwendekar serma girtin û nexweş ketin. Herwiha ji ber nebûna erbeyan, çûn û hatina xwendekar û mamosteyên ji gondan pir zehmet bû, ji wê biryar hat girtin ku tavahî dibistan werin sekinandin, eger ambargo were rakirin û sotemenî derbasî herêmê bibe wê demê emê dîsa dibistanan vekirin û perwerdeyê dewam bikin”.

’ Ji mafê zarokan e ku perwerdeya xwe dewam bikin’

Cîgirê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrîn Fadil Çawîş di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku li hemberî  êrîş û ambargoya li ser herêma Şehbayê xwe bêdeng nekin û got: “Êrîşên ser herêma Şehba û ambargoya ku hatiye ferzkirin, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û tevayiya pêvan û zagonên navneteweyî binpê dike. Rojane dibistan û erebeyê zarokan tên hedefgirtin, zarok ji xwendin û perwerdeyê bê par mane, divê rêxistinên navneteweyê bêdeng nemînin û bi erkê xw yê exlaqî rabin, herwiha divê jiyan û mafên zarokan wrein parastin.”.