Rûstem Başûr
Pergala desthilatdar, îro herî zêde li ser têkîliya ferd û civakê êrîş dike. Ji ber ji hêza civakê ya komkirî ditirse, ji bo wê jî tevahiya hewldana wê ji bo perçekirina civakê ye. Vê yekê bi rêbaz û taktîkên cûr be cûr dixîne pratîkê. Çawa ku civak xwe li ser hîmê têkîliya di navbera xwe û ferdên xwe de avadike, pergala desthilatdar jî xwe li ser hîmê siyaseta ‘perçebike û bide meşandin’ mezin dike. Ji ber çiqas perçe bike ewqas jî dikare têxe bin kontrola xwe û ewqas dikare li gorî berjewendiya xwe bide bikaranîn.
Bêguman ger mirov li gera dîrokê binêre ji destpêka şaristaniyê heyanî şaristaniya kapîtalîst, di serdema hişmendiya destlhilatdariyê de tecrîd wekî amûrekî bi pêşdebirina desthilatiya xwe hatiya bikaranîn. Cara yekem tecrîd ji hêla kesên serdest ên modernîta kapîtalîzm bi rêve dibin, hatiya dîtin ku ji bo bi awayekî baş bikaribin pergala xwe bixin di bin misogeriyê de. Tevî ku di dîrokê de gelek caran em rast tên, mirovên ku li hemberî vê pergalê serê xwe hildane, yan jî ji bo azadî û wekheviyê li ber xwe didin bi rêya komplo hatine girtin û bêdengkirin. Bi heman wextî rê li ber lêgerîna azadiyê jî girtine. Armanca kesên serdest, mêtînger ew e ku civakan ji nirxên wê yên kevneşop biyanî bikin û xwe li ser hafizeya gelan bi vî rêbazî dagir bikin.
Di navbera hêzên desthilatdar û hêzên civakî yên ku xwestine hebûna xwe ya civakî biparêzin de, jixwe herdem têkoşînek hebûye. Kesên ku ji civakê re di vê armancê de pêşengtî kirine bûne hedefa pergalê ya sereke. Ji ber pergal wer bawerdike ku bi têkbirina pêşengan wê bikaribe civakê jî bêdeng bike, yan jî têxe bin destên xwe. Di dîrokê de gelek caran ev nêzîkatiye rû daye. Lê bi keda pêşengên ku civak ji her milî ve amade kirine û asta xwe birêvebirin û baweriya serkeftinê avakirine, civaka exlaqî û polîtîk zû bi zû hilnaweşe û ji doza xwe paş ve namîne. Ya ku Rêber APO dixwaze di cavaka Kurd de avabike jî ev aste ye. Lewma tê dîtin, hêzên Kpîtalîst ji her demî zêdetir xwestina ku hizrên Rêber Apo çarmîx bikin. lê rastiyekî ebediya ku rêber Apo navenda Îmrali kiriya navenda hişmendî û fikra jiyana Azad.
Ji ber vê rêbazê ku dixwazin pê Rêber APO bêbandor bikin, rêbazeke binekol û pir zirav e. Bi tecrîda li ser Rêber APO, armanc ew e ku wî hêdî hêdî ji holê rabikin. Pergal bi vî awayî dixwaze jê tol hilîne. Ev rêbazeke ku bi carekê de nakuje, her rojê hêdî hêdî dikuje. Li cem vê dixwazin her kesê bi Rêber APO û doza azadiyê ve girêdayî, fêrî jiyaneke bêyî Rêbertiyê bikin. Têkîliya Rêbertiyê ji her kesê şopdarê meşa ber bi azadiyê û heqîqeta jiyana ku daye destpêkirin e, qut bikin.
Lewma tê dîtin ku hem hêzên Kapîtalîst hem jî dewleta tirk a qirker rê nade bi ti awayî hevdîtin bi Rêbertî re were bi pêşxistin. Ji ber ku baş dizane ger hevdîtin çêbibe, wê pirskirîka Kurd were çareserkirin. Lewma ev li hemberî berjewendiyên wan dibe kelem. Ango bi gotinekî din bandoriya Rêber Apo wê ber bi çareseriya demokratîk ve diha bi leztir be, Lewma ji vê jî ditrsin û ji bona hevdîtin çênebe bi îsrarin.






