Rojnameya Ronahî

Tecrîd Teyisandina Qirkirinê Ye

Fener…

Idrîs Henan

Tecrîd aliyê zimên de polîtîkayeke bi mebesta rêgirtina li ber çareseriyê ye. Aliyek din ve jî; destwerdana hişmendî û avakirina feraseta serdestiyê ya rewakirina êrişên qirkirin û siyasetên asîmîlekirinê ye.

Tecrîd bi hemû rengên xwe dûrxistina mirov ji jiyana xwezayî ya bi rûmet e. Her wiha binpêkirina mafên veguherîn û awantajên pratîzekirinên demokrasiyê ye. Di binyada zihniyeta ku tecrîdê weke çek bikar tîne de; sepandina teslîmiyetê heye.

Heya ku însan dûrî baweriyên xwe keve û ji xebat û têkoşînên neteweyî û mirovî bêpar û bêbandor bimîne û di çarçoveya berjewendiyên qata desthilat de bizivire, îzolekirin xwedî bandorek sihirwar e. Lew re ji bo ku rejîmên faşîst yên desthilatdariya wan têk çûye ji nû ve bibin otorîter, berê xwe didin dijberên ideolojîk û bi rêya şîdetê wan dûrî saheya çareseriyê dikin û bê îrade dikin. Tecrîdê lê dişidînin û ji olê heya netewperstiyê, bi awayekî gelek çors bikar tînin. Vê yekê jî li ser bingeha daneheva zordariyê pêk tînin ku hemû cokên herikîna feraseta zelal bixetimînin û rê li ber avakirina aqilê giştî yê civakeke azad û demokrat bigirin.

Nêzîkatî û siyasetên bi vî rengî veguherîne pêkenokeke dîrokî û cihên qeşafiyê ne ku mafên mirovan di jiyîna bi rûmet û veguherînê de dadiqurtînin. Tişta ku îro li ber çavan e ew e; şêwazên zêde yên tevliheviyê ne, di heman demê de têkbirinên aborî, ewlekarî û istiqrarê ne.

Siyasetên bi vî awayî di derheqê gelan û lîderên wan de, bi wateya qirkirinê pêk tên. Lewre; ancax bi hiqûqa ku pala xwe dide pernsîbên exlaqî û darzandinek dadmend, kiryarên wisan ên dermirovî werin mehkûmkirin. Di esasê xwe de sûcên li dijî îradeya hebûna mirov in. ji ber vê jî bi tecrîdê re asta êrişan bilind dibe.

Piştî ku faşîzma tirk îzoleya li ser Rêber Ocalan şidand, êrişên li ser gelê Kurd û destkeftiyên zêde kirin. Li Rojava dagikerî û êirşên hovane bi awayek rojane pêk tê. Li Bakurê Kurdistanê pêşengên gel binçav dike û hemû girtîgeh xistine bin îzolekirina sîstematîk ku veguherîne cihên mirinê. Her wiha li Başûrê Kurdistanê bê navber êrişên bi çekên qedexekirî û yên kîmyawî pêk tên. Heman wextê de bi rejîmên mêtingerên Kurdistanê re li hev dike ku vîna Kurdan îzole û qir bike.

Ji ber ku serdestî navendên aloziyê ne yên çareseriyê ne, piştî Tebaxa 2019an dema Rêber Ocalan got ku; hêza min ya çareserkirina aloziyê û bêdengkirina çekana nava hefteyekê de heye, faşîzma tirk tecrîd zêde kir û xwest vê rola berbiçav a Rêber Ocalan, di vê qonaxê de, vala derxîne. Ji ber ku faşîzm li dijî rêbaz û sentezên aşîtiyane ye û naxwaze gola aloziyan vala bibe. Ew baş dizanin ku ramanên Rêber Ocalan li ser bingeha aşîtî, demokrasî, wekhevî, pêkve jiyan û edaletê hatine hûnandin. Baş jî dizanin çiqas bandora vê yekê li ser Kurdistanê û tevayî cîhanê heye. Têdigihêjin ku çareserkirina doza Kurd tê wateya çareserkirina hemû dozên Rojhilata Navîn û têkçûna zihniyeta netew dewlet ku bi sedan sal in hegemoniya xwe li ser herêmê ferz kiriye.

Bi rêbaza tecrîda şidandî hewl didin îradeya gelên azad derb û bêdeng bikin. Lew re li dijî projeya demokratîkirina Kurdistanê û herêmê şer dikin û tecrîdê li ser Rêber Ocalan disepînin ku têkîliya wî ji gel qut bikin, nerîn û pêşniyarên wî yên çareseriyê bê wate bikin. Îzole di cewherê xwe de, teyisandina qirkirinê ye.