Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ciwanan bang li ‘hikumeta Şamê’ kir ku dorpêça li ser Şehba û Helebê rake

25/12/2022
in ROJEV
A A
Ciwanan bang li ‘hikumeta Şamê’ kir ku dorpêça li ser Şehba û Helebê rake
Share on FacebookShare on Twitter

 

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bang li hikumeta Şamê kir ku yekser dorpêça li ser Şehbayê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bike.

Têkildarî dorpêça tund a li dijî kantona Şehbayê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji hêla hikumeta Şamê ve, Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê axivîn.

Ciwanê bi navê Hecî Golagasî wiha got: “Rejîma Sûriyê careke din dorpêç li dijî taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê biriye û bû sedema krîzeke mirovî. Ev yek li dijî qanûnên mirovî ye. Ji ber îro bi sedan nexweş di nexweşxaneyan de bê derman in.”

Hecî Golagasî siyaseta ku hikumeta Şamê pêk tîne şermezar kir û wiha got: “Her tişt ji rejîma Sûriyê tê texmînkirin. Yê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng e, normal e gel ji derman qut bike.”

 

Li ser mijarê Rojîn Muslim ev tişt got: “Di navbera dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûriyê de têkildarî şerê li dijî gelê herêmê hevkariyek hye. Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan gelê herêmê têk dibe, rejîma Sûriyê jî dorpêçek biriye; nahêle xurdemenî û derman derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê bibin.”

 

Rojîn wiha domand: “Li şûna rejîm parastina gelê xwe bike û derman jê re peyda bike, krîzeke mirovî pêk tîne û azarên nexweşan zêde dike.”

Ciwana bi navê Zên Ehmed jî ev tişt anî ziman: “Êdî her kes dizane kî parastina xaka Sûriyê, gel û erdnîgariya wê ji dagirkeriyê dike û kî dibe sedema pergendebûna wan. Careke din rejîma Sûriyê îsbat kir ku dev ji zîhniyeta xwe berneda û hewl dide bi rêya dorpêçê sûriyan pergende bike.”

Zên di dawiyê de bang li hikumeta Şamê kir ku yekser dorpêçê ji ser taxên dorpêçkirî bi dawî bike û wiha got: “Em Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan, ji bo şikandona dorpêçê û piştgiriya gelê li Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, amade ne her tiştî bikin.” ANHA

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.