Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KCK: Berpirsê qetlîamê desthilata AKP-MHP ye

25/12/2022
in ROJEV
A A
KCK: Berpirsê qetlîamê desthilata AKP-MHP ye
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan

KCK’ê qetlîama li Parîsê şermezar kir û got, berpirsê qetlîamê desthilata AKP-MHP ye, eger li ser Qetlîma 9’ê Çileyê nehatiba nixumandin îro ev qetlîam pêk nedihat, pêwîste gelê me û dostên wan bi awayekî demokratîk bertekên xwe nîşan bidin.

Konseya Rêveber a KCK’ê li ser qetlîama li Parîsa paytexta Fransayê ku tê de 3 Kurd hatin qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê qetlîam wek dewama Qetlîama 9’ê Çileyê pênase kir û destnîşan kir ku berpirsa vê qetlîamê  jî AKP-MHP û MÎT in.

 

“KCK’ê êrîşa li Parîsê ku têde 3 Kurd hatine qetilkirin şermezar kir û got: “Li dijî Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê êrîşek hatiye kirin û di êrîşê de gelek Kurd birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane. Em vê êrîşa diyar e ku ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve hatiye kirin, şermezar dikin. Yên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Ên di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, şehîdên nemir ên Kurdistanê ne. Gelê Kurdistanê û dostên Kurdan divê bi awayekê xurt bertek nîşanê vê qetlîamê bidin û bibin xwedî li şehîdên nemir û bibîranînên wan.”.

’AKP-MHP li her derê dijminahiya Kurdan dikin’

KCK’ê da xuyakirin ku ev qetlîam, dewama qetlîama Parîsê ya 9’ê Çileyê 2013’an e û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk, bi êrîşa ku 9’ê Çileyê 2013’an li Parîsê kir û 3 Kurdên welatparêz ên şoreşger qetil kirin, qetlîama Kurdan bir Ewropayê. Wek qetlîama 9’ê Çileyê 2013’an ev qetlîam jî ji aliyê dewleta Tirk a qirker û mêtinger û desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ve hatiye kirin. AKP-MHP neyarên Kurdan in û li her derê dijminahiya Kurdan dikin. Kurdistaniyên li Ewropayê jî bi vê hişmendiyê dikin armanc. Ev qetlîam jî ji aliyê dewleta Tirk, desthilata AKP-MHP’ê û MÎT’ê ve hatiye kirin. Eger dewletên Ewropayê û rêxistinên îstixbaratê nebêjin erê û piştgiriyê nekin, dewleta Tirk û MÎT bi tena serê xwe nikarin van êrîşan bikin. Ev rastiyeke li ber çavan e û divê her kes pê bizane. Li cihekê mîna Parîsê, ji aliyê îstixbarat û ewlehiyê ve şopandina her derê tê kirin; bi kirina vê qetlîamê ev rastî derdikeve holê.”.

’Eger li ser Qetlîma 9’ê Çileyê nehatiba nixumandin îro ev qetlîam pêk nedihat’

KCK’ê da zanîn ku eger li ser Qetlîma 9’ê Çileyê nehatiba nixumandin û qetlîam bihatiba ronîkirin, îro ev qetlîam pêk nedihat û wiha got: “Tevî ku eşkere ye ku Qetlîama 9’ê Çileya 2013’an ji aliyê dewleta Tirk û MÎT’ê ve hatiye kirin jî, ev qetlîam ji aliyê dewleta Fransayê ve nehat ronîkirin û rastiya wê derneket holê. Faîlê Qetlîama 9’ê Çileyê li girtîgehê hat kuştin û li ser dosya hat girtin. Eger li ser Qetlîma 9’ê Çileyê nehatiba nixumandin û qetlîam bihatiba ronîkirin, îro ev qetlîam pêk nedihat û wê pêşî li qetlîamên bi vî rengî bihata girtin.”

 

KCK’ê diyar kir ku şerê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê yê ku li dijî Kurdan dide meşandin yek lingê xwe li Ewropayê ye û wiha dewam kir: “Zext û destgîrkirinên duh li Elmanyayê li dijî sazî û welatparêzên Kurd hatin destpêkirin û komkujiya îro li Parîsê pêk hat, nîşan dide ku konseptek nû ya li dijî Kurdan a ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li Ewropayê ferz kiriye, hatiye amadekirin û xistiye meriyetê.”

 

KCK’ê da xuyakirin ku ger bi rastî têkiliya dewleta Frans bi êrîşê re tune be, divê van qetlîaman ronî bike û rastiyan vebêje û wiha got: “Divê dewleta Fransa Qetlîama 9’ê Çileyê ronî bike û agahiyên qayîl bike ku rastiyê derxe holê. Her wiha divê li ser qetlîma ku îro hatiye kirin raweste û vê qetlîamê ronî bike. Divê helwestên ku vê qetlîamê hêsan dikin an jî tarî dikin nebin. Ger dewlet û hikûmeta Fransa bi vî rengî nêz bibe, giraniyê bide ser vê yekê û rastiyan bi zelalî eşkere bike, wê ev sûc ji holê rabe. Ger wiha nebe, dewleta Fransa nikare ji vê tewanbariyê derkeve û ne em û ne jî gelê Kurdistanê nikarin wisa hizir bikin ku dewleta Fransa bi erênî û bi bawerî nêzîk dibe.”

’Divê Fransa piştgiriyê nede polîtîkayên qirkirina Kurdan’

KCK’ê da xuyakirin ku divê tu dewletên Ewropa, bi taybetî jî dewleta Fransa, piştgiriyê nede polîtîkayên qirkirina Kurdan a hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê û li dijî vê derkeve û wiha domand: “Nêzîkatiyeke bi vî rengî jî pêdiviya nirxên demokratîk ên Ewropayê ye. Ger tê bawerkirin ku li Ewropayê nirxên demokratîk hene, divê polîtîkayên qirkirina Kurdan ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya dij-demokratîk neyê piştgirîkirin.”

’Pêwîste gelê me û dostên wan bi awayekî demokratîk bertekên xwe nîşan bidin’

Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku divê gelê Kurdistanê û dostên wan biçin Parîsê û bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin û wiha got: “Divê her kes biherike Parîsê û heta ev qetlîamên li ser Kurdan ronî bibin, timî di nava çalakiyan de bin. Pêwîste gelê me û dostên gelê me bi awayekî demokratîk bertekên xwe nîşan bidin, ji tundiyê dûr bisekinin. Li hemberî provokasyonan baldar bin û bi rêxistinî tevbigerin. Divê raya giştî ya Ewropayê jî ji bo eşkerekirina rastiyan bi hemû aliyên xwe û ronîkirina van qetlîamên li ser Kurdan zêdetir hewl bide û bi têkoşîna rewa ya demokratîk a gelê Kurd re dengê xwe bilind bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.