Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Encamnameya civîna salê ya Kongra Star

21/12/2022
in ROJEV
A A
Encamnameya civîna salê ya Kongra Star
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Kongre Starê bi dirûşmeya “Nabe jin bê rêxistin bên hiştin” encamnameya civîna xwe ya salê ya ku 15-16’ê Kanûnê darxistî, eşkere kir.

Di rojên 15-16`ê Kanûnê de Meclisa Kongra Star bi amadebûna 100 endamên meclisê û berdevkên komîteyan, li navenda xwe ya li Qamişloyê civîna xwe ya salane li dar xist.

Encamnameya civînê îro li ser malpera fermi ya Kongra Star hat ragihandin.

Di civîna salane de rewşa siyasî, rêxistinî, ya jinan û ya Rêber Abdullah Ocalan, di çerçoveya xebatên Meclisa Kongra Star ên sala 2022`yan, hatin nirxandin.

Xalên sereke yên encamnameyê:

Hat diyarkirin ku di vî şerê cîhanê yê siyemîn de ji aliyê dewletên dagirker û hegemon ve Rojhilata Navîn bûye qada şerekî dijwar û da zanîn ku gelê herêmê jî bûye qurbanyê planên qirêj yên vî şerî. Herwiha hat ragihandin ku dewleta tirk ya dagirker jî di nava van planên qirêj de cihê xwe girtiye û dixwaze ji vê rewşê sûd bigre û dagirkeriya xwe berfireh bike.

Têkoşîna hevpar

Hat diyarkirin ku di şerê heyî de, herî zêde jin tên armanç kirin. Herwiha teqez kirin ku di vî pêvajoyî de bi Şoreşa Rojava re jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkêşiya tekoşîna azadiya jinên cîhanê û hemû gelê azadixaz kiriye. Disa bal kişand ser yekbûna jinên cîhanê ji bo tekoşîna azadiyê û da zanîn ku di vê pêvajoya ku her roj dext û êrişa li ser jinê zêde dibe, li kêleka wê  derfetên tekoşîna azadiyê jî zêde dibîn û ji bo serketina azadiyê jî yêkbûna jinên cîhanê pêvîste.

Herwiha serkeftinên jinên tekoşer hat bîrxistin û teqezî pê hat kirin ku jinên bakur û rojhilatê Sûrî bi tekoşîna xwe ya azadî faşîzma dewleta tirk teşîr kiriye û dengê jinê gihandiyecîhanê

Beşdaran her wiha îşaret bi pêkanîna sîstema hevserokatiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û diyar kir ku ev sîstem yek ji destkeftiyên jinan e û di dîroka cîhanê de gaveke nû ye.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan banga serhildanê

Di encamnamê de îşaret bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hat kirin û hat ragihandin ku tecrîda li dijî Rêber Ocelan li dijî hemû rêgez û qanûnên mafê mirovan e. Herwiha ji bo pêkanîna azadiya fizîkîya Rêber Apo banga serhildanan hat kirin.

Dîsa hat  ragihandin ku rêxistin û tekoşîna jinê li gor asta pêvîst lewastî hene û banga xurtkirin tekoşî û yekgirtina  jinê hat kirin.

 

-Teqezî li ser mijara perwerdeya xweser bi rêya xwendinê, xwepêşxistin û sekna li hemberî zîhniyeta serdestiya mêran hate kirin. Sûcên qetilkirina jinan bi rêya xwegihandina hemû jinan were tunekirin û dirûşma “Nabe jin bê rêxistin bimînin” esasê kar were girtin.

Ji bo parastina modela hevserokatiyê, dosyayek were nivîsandin û perwerde li ser vê modelê were dîtin. Divê komîteyên jinan werin avakirin, komîn werin avakirin û komîteyên aborî werin pêşxistin. Her wiha divê pirsgirêkên aboriya jinan werin çareserkirin. Divê jin di rêxistinên jinan de werin birêxistinirin da ku nasnameya wan a taybet hebe. Divê komîteyeke were avakirin ku belgeyan li ser mijara hevjiyana azad amade bike û bixe xizmeta civakê.

Her wiha pêşniyarek têkildarî pêşxistina zanista ekolojiyê hebû. Hate gotin ku divê ev mijar ji pirsgirêka têkoşîna zayendî neyê qutkirin û mecliseke ekolojiyê di demeke nêzîk de were avakirin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.