Rojnameya Ronahî

Karasu: Tecrîda giran ya li ser Rêber Apo polîtîkaya tunekirina Kurdan e

 

Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasu diyar kir ku tecrîda giran, polîtîkayeke qirkirinê ye û got, Kurdên ku xwedî li Rêber Apo dernakevin qirkirin qebûl kirin e û dest ji Kurdîtiyê berdane. Kurdê ku dixwaze dest ji Kurdîtiyê berde jî, nikare bêje ‘ez Kurdim’.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasu beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber TV bû û tecrîda li ser Rêber Apo, êrîşên ser bakur û rojhilatê Sûriyê û serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nirxand.

 

Mûstafa Karasû derbarê tecrîda li ser rêber Apo wiha got: “Bi Rêber Apo re 21 meh in ti hevdîtin nehatiye kirin. Ya rast, tecrîd 24 sal in dewam dike. Dîlgirtina Rêber Apo wê bikeve sala 25’an. Bêguman ev yek ji bo rêberê gelekî, demeke gelekî dirêj e. Mayina 24 salan li zindanê, karakterê vê têkoşînê jî radixe pêş çavan. Nîşan dide ku ev têkoşîn çiqasî tund û dijwar e, têkoşîna gelê Kurd, helwesta li hemberî dewleta Tirk û hêzên navneteweyî nîşan dide.”

’Tecrîda giran polîtîkaya tunekirina Kurdan e’

Mûstafa Karasû  diyar kir ku tecrîda giran, polîtîkayeke qirkirinê ye. Nêzîkatiyeke qirkirinê ye û wiha got: “Polîtîkaya tunekirina Kurdan e, şêweyê bicihanîna vê polîtîkayê li Îmraliyê ye. Ji xwe ew jî li hemberî Kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşînin. Hevparê vê ne. Sala 1923’an bi Peymana Lozanê re qirkirina Kurdan qebûl kirin. Piştgirî dan polîtîkaya Tirkiyeyê ya ji bo qirkirina Kurdan. Di encama hevdîtinên Lozanê de ji dewleta Tirk re gotin, ‘Tu Mûsil, Kerkûkê ji me re bihêle, yanî di bin kontrola Îngilistanê de bihêle, tu kare di nava sînorên heyî yên Tirkiyeyê de Kurdan qir bike’. Bi vî rengî erê kirin. Ev yek hîn jî dewam dike. Lewma polîtîkayeke qirkirinê heye, bêdeng dimînin. Polîtîkaya li dijî Kurdan tê meşandin zexteke ji rêzê nîne. Zilmeke ji rêzê nîne. Komkujiyeke ji rêzê nîne. Dixwazin Kurdan bi temamî tune bikin. Rastî bi vî rengî ye.”

 

’Xwedîderneketin tê wateya qebûlkirina qirkirina Kurdan’

Karasû da xuyakirin ku polîtîkaya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin polîtîkaya qirkirina Kurdan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwedîderneketina li Rêbertî tê wateya qebûlkirina qirkirina Kurdan, tê wê wateyê ku serê xwe dide ber kêrê. Vê yekê dikarim bi hêsanî bibêjim; Kurdên ku xwedî li Rêber Apo dernakevin hingî qirkirin qebûl kirine. Dest ji Kurdîtiyê berdane. Ew Kurd e ku dixwaze dest ji Kurdîtiyê berde. Jê re Kurd nayê gotin. Lewma Kurdên ku xwedî li Rêber Apo dernakeve Kurdekî rastî nîne, ji ber ku serê xwe dirêjî binê kêra qirkirinê kiriye.”

 

’Divê xwedîderketin bê berfirehkirin’

Karasû da zanîn ku gelê Kurd, dost, her kes deyndarên Rêber Apo ne û divê xwedî li Rêber Apo derkevin û wiha got: “Bêguman xwedîderketin heye. Gel xwedî derdikeve. Li Eworpayê timî xwedîderketin heye, lê belê ev xwedîderketin divê bê berfirehkirin. Belê zext giran e, em zanin lê belê ev têkoşîn bi berxwedana li hemberî zextên giran bi pêş ket. Bi berxwedana li dijî zextên giran ên li zindanan bi pêş ket. Gerîla bi dehan sal in bi her cûre fedakariyê dikin û vê têkoşînê dimeşînin. Kurd bi têkoşînê li ser piyan dimîne. Lewma Kurdîtî bê berdêl nayê parastin. Têkoşîna Kurdan, têkoşîna azadiyê ya Kurdan, misogerkirina azadiya Kurdan tenê bi vî rengî dikare pêk were. Em vê çarçoveyê gelekî girîng dibînin.”

 

 

Mûstafa Karasû êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya hêzên navneteweyî nirxand û wiha got: “Bêyî ku li ber xwe bikevin, bêdeng dimînin. Ev yek tê wateya ‘bi me re ti nirx tune ye’. Berê bi Ewropiyan re nirx hebûn. Niha di vê asta kapîtalîzmê de, di vê asta globalbûnê de li Ewropayê nirx nemaye, bêqîmetbûnek heye. Lewma tevî ku ewqas êrîş li ser Rojava têne kirin, binesazî tê hilweşandin, derfetên jiyanê yê mirovan bi temamî ji holê têne rakirin, lê li hemberî vê bêdeng dimînin.”

 

’Bêdengî tê wateya erêkirina qirkirina Kurdan’

Mûstafa Karasû da xuyakirin ku çawa li Bakur polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, heman polîtîkayê li ser Rojava jî dimeşîne û wiha got: “Hincet û sedemeke cuda ya vê yekê nîne. Qala ‘paqijkirina korîdora’ ji 30 kîlometreyî dike. 30 kîlometre tê çi wateyê? Tê wateya serweriyê. Tê wateya tunekirina Kurdan. Kurd ji xwe li herêmên li ser sînor e. Bajarên Kurdan hemû li ser sînorê Tirkiyeyê ne. Herêma bi 30 kîlometreyî tê wê wateyê ku dibêje ‘ez ê herêma Kurdan hemûyan kontrol bikim, çeteyan lê bi cih bikim’. Ev yek qirkirin e, armanc ev e. Divê Kurd hemû bi vê zanibin. Bi vê armancê ewqas penaberên Sûriyeyê li Riha, Dîlok û çend deverên din bi cih kiriye. Yanî dixwaze li wê herêmê nifûsa Kurdan xera bike. Dixwaze Kurdan kêm bike. Lewma bêdengî tê wateya erêkirina qirkirina Kurdan. Ev yek ji bo DYE, Rûsya û Ewropa jî derbasdar e.”

 

’Li Rojava gel bi temamî xwedî hişmendiya Kurd ê azad e’

Mûstafa Karasu  destnîşankir ku li Rojava gel bi temamî xwedî hişmendiya Kurd ê azad e, xwedî feraseta neteweya demokratîk e û wiha got: “Em fêhm dikin ku Rojava wê vê carê li ber xwe bide. Tecrûbeya Efrîn, Serêkaniyê heye. Êdî cihekî cuda nîne ku biçin. Divê keştiyên li pişt xwe bişewitînin. Cihekî cuda nîne ku berê xwe bidin wê derê. Eger bi vî rengî nêzîk bibe gel wê bi ser bikeve û ew der li Tirkiyeyê bibe çiravek. Belê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dikare li Tirkiyeyê bibe çirav. Wê gelên cîhanê jî piştgiriyê bidin. Gelên cîhanê minetdarê Rojava ne. Têkiliyeke xwe ya hestewarî heye. Gel hene, dewlet dibe ku berjewendiyan diparêzin, lê belê gel bi berxwedana Rojava re ye. Dema ku piştgiriya gelan bi berxwedêrên Rojava re bû yek, hingî ew der wê li Tirkiyeyê bibe çiravek.”

 

’Fikra ku jinan li Îranê afirandin wê bandorê li tevahiya cîhanê bike’

Mûstafa Karasû  derbarê serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê wiha got: “Li Îranê, siyaset, civak tê guhertin. Di nava 3 mehan de civak guherî. Civaka niha ya Îranê civaka Îranê ya beriya sê mehan nîne. Jin û ciwanên Îranî yên niha ne yên beriya sê mehan e. Rastiyeke civakî ya nû afirî ye. Bêguman ev jî xwe dispêre dîroka Îranê. Îran ew qad e ku di herikîna dîrokê de gelek fikrên cuda derketiye holê. Ji aliyê felsefî û fikrî ve cografyayeke dewlemend e. Lewma cografyayeke gelekî hilberîner e. Ev hemû di şexsê azadiya jinê de radibin ser piyan, daxwaza azadiyê, demokrasiyê û guhertinê dikin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû ragehand ku guhertin an jî fikra ku jinan li Îranê afirandin, wê bandorê li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bike û got, berxwedaneke bi vî rengî dewam dike. Encamên vê berxwedanê wê hebin. Ji aliyê erênî ve, ji aliyê pêşketina demokrasî û azadiyê ve wê teqez encamên girîng biafirîne.”